Peyva dawîn

 

Yildiz Çakar

Qet nepirse bêdengiya min,

 …………

 

Di nava qeleyeke mirinê de me,

Karwan, karwan êþ derbas dibe di jiyana min de

Roja ku te ez terk kirim

Lampeyên qudretê hebo hebo vemirîn,

Diayên pîroz careke din li min neqelibîn.

 

Qet nepirse biyaniya min,

 

Di nava qeleyeke mirinê de me,

Karwan karwan êþ derbas dibe; di þibakeyên asoyên min de

Ne haya min ji çirayê heye û ne jî roj li min hiltê

Ji ber ku te ez terk kirim.

 

Qet nepirse xeydokiya min,

Di nava qeleyeke mirinê de me,

Karwan karwan êþ derbas dibe; di evîna min de

Roja ku te ez terk kirim, bûm þikestina te

Di peyveke negotî de. 

 

Em her du bûne qeda û bela

Di bajarokekî xerabe de asê bûne çavên te

Ne min dibîne û ne jî xwe.

 

Qet nepirse lerzokiya min,

Di nava qeleyeke mirinê de me

Karwan karwan êþ derbas dibe, di deryayên min de

Min got, careke din nedize baranên min

Ku niha min þil dikin

Bi zimanê te…

 

Û zimanê te peyveke bêdeng bû,

Bêdengî navê katjimêrekê bû.

Ji bilî te hemû qelereþkên bênamûs,

Dibûn þimþîrek li ber deriyên lavayên min

Ku niha bêdengî jî belawela bû.

Û tirkê katjimêr jî dîn…

 

Qet nepirse þikestina min,

Di nava qeleyeke mirinê de me

Karwan karwan êþ derbas dibin li ser parçeyê min

Parçeyên ku te wan binpêyî kir,

Niha kom bike ji bo xwe û ji bo min.

 

Qet nepirse windabûna min

Di nava qeleyeke mirinê de me, hêdî hêdî dimirim.

Û tu nayî serdana min.

 

Qet nepirse tenê ez qala tenêtiya xwe dikim,

Ji bo mirineke bê wext

Tê bîra te ,

Havîn bû, sîyek rastî min hatibû.

Min navê wî pirsî; got Dîyarbekir

Qet nepirse niha payîz e,

Bi karwanan payîz derbas dibin li ser siya te,

û

sî jî min terk kir û çavên te

“Ne min stêrk xwestin ji te û ne jî heyv

Li ser erdnigariya dilê te parçeyek ax, sebebek û lêborînek…”

 

   

Yildiz Çakar

22.01.2007

Amed 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org