Xeyidîme
 

Yildiz Çakar

 

 
Ne li te têm û ne jî li xwe,
Xeyidime ji awêneyan, ji amedê û ji te.
Êdî giyayê hewþê ne tâl e û ne jî þîn dibe. Ez zarokek þeþ salîme di bin axa adarê de.
Guleyek di bin parsûyê min ê xwar de digevize, dikim nakim dev ji min bernade.
Xeyidime, tinazê xwe dikim bi kenek sar. De carek were taxa bêbavan! Were û bibîne dilê min di çi rewþê de ye. Ne dayika min û ne jî tu, destê min nagihîje asîman. Her ku destê xwe davêjim stêrkek, guleyek dibare di bin banê çavên te de. Li vir, li ba te di nava gola xwînê de,
 Qeþmerek diawite û ‘Dîdo’ digot!
 
-mirin çiqas li te tê!
 
Ne li te têm û ne jî li avahiyên te. Xeyidîme ji darên te, ji fekiyên te û ji kokên te yê ku parçeyê laþê min pê daliqîn e.  Êdî ne laþ li min tê û ne jî dilê dayika min li asîman. Ez zarokek þeþ salî me di bin pêlavek qirêj de. Awirên bixof li ser min derbas dibe.
Gule di laþê min de lotika dide xwe. Ka bibêje kujerê min kî ye?
Helbestvanek qala te dikir û ‘Dîdo’ digot:
 
-Her du çavên te du fiþegên tîjî bû.
Yek li dilê pepûgê ket ya din…. Li çavê min ê rastê
 
Ka bibêje. Ez kîjanî me?
Tu gundek þewitandî bû, ez jî xulama dê û bavê. Li ser erd û ezmana temenê te koþkek xirabe bûm. Negihaþtim niçikên çiyayên te,
Ka bibêje. Sucê min çi bû?
Te digot nêy! Min digot ezê bêm. Çiqas balkeþ bû navê me çep û rast bû. Ne te got bê, û ne jî min got ê…
Ez hatim. Hatim! Û bê xatirxwestin diçim. Qet tiþtek nebêje. Ew ne ez bûm!Ê ku di hewþa bav û kalê te de dîlîst ew ne ez bûm! Goga sor ne a min bû, ew nalîn jî…
Ne li te têm û ne jî li goristanên bêwext.
Xeyidime, tinazê xwe dikim ji zarokên te. Bese! Êdî neke hewar.
Ne li te têm û ne jî li dergûþa xwe. Dayika min di wê dergûþê de sê sal pênç meh û heft roj bi kilamên kezeb þewat ez lorandim. Ji bo çavînokan heft morikên þîn li ber serê min raxistin. Her peyvek û her kenek dibû glokek zêr di dawa dayika min de. Ya niha! Bibêje?
 
Ne li te têm û ne jî giriyên li ser gepa dayika min rêz bûye. Xeyidime, tinazê xwe dikim ji gloka zêr ku niha zengarî bûye di dawa dayika min de. Niha heft morikên þîn dibin heft çavînok û ez didim ber gule baranan. Çiqas germ bûn destê dayika min, çima yên te sar in?
 
Ew ne ez bûm ku di nava malzaroka dayika xwe de neh meh neh roj û neh saet digiriyam, dikeniyam. Xeyidime ji axa ber nenûkên dayika xwe ku dema ez anîm dinê. Tinazê xwe dikim ji þîrê xav ya pêsîrên wê.
 
Kî gunehê min dike stûyê xwe. Li dojehê kî wê were darizandin? Ka bibêje. Agirê ku di dilê dayika min de niha gur dibe wê kî vemirîne.
Xeyidimê, ji çavên te û ji mirinê. Niha þeþ salîme û di destê xerîbekî de geh li vî alî diçim geh li wî alî. Çima hemû riyên birca belek li ser min têne girtin. Ka bibêje, ev heqê min bû.
 
 
Bila! êdî tinazê xwe nakim. Li ber xeyalên xwe jî nakevim. Wek þeþ sal berê kulmek axê bîne û bera sînga dayika min bide. Bila, þevçira û mercanokên evînê li wir aj bide. Û zarokatiya min wek þepal mezin bibe. Bila! niha dem dema xatirxwestinêye. Bi sarsarokekî text dibim siwar. Hawara dayika min bi zarezar bayê hevsara destê min dikeve û rê jî li ber min. Nexeme, niha bihareke bi xwîne û merxasî bîrîndare di taxa bêbavan de. Heta starek ji xew þiyar bibe…
 
yildiz çakar
2006-amed
 
 
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org