AL   
   
 
 
Berba bibe berba bibe ey Ala me
 
Li ser çiyan li Kolana li nav dilê me
 
 
 
Li Dibistanê te dixwînim, kesk û sor û zer
 
Rengê sipî di nav de yî, Roj jê tê der
 
 
 
Li ber perê bayê sibê li ser Dibistan
 
Her beyanî te bibînim Ala Kurdistan
 
 
 
Li ber te em radiwestin bi serî hildan
 
Soz didin te diparêzin bi xwîn û bi can
 
 
 
Bi te em tev bûne azad serbest bû jiyan
 
Sund dixwin qet te bernadin Nîþana Kurdan.