Ez çûm Amedê
Younes Bahram
Dema
ku merov li biyaniyê dijî, berdwam di xeyala welat de ye, lewra
ew di hemû têkilî û danûsitandinên xwe de bi wê deverê ve
girêdayî dimîne. Ji xwe ku ew kes nivîskar be, wê çaxê bi
þêweyekî mezin û berfirehtir têkildar e. Ji ber vê yekê û
piþtî evan rewþên ku li welatê me hatin guhartin, hin tiþt
êdî bi þêweyekî êþkere tên kirin.
Di
van çar salên dawî de, navenda P.E.N a kurd projeyeke mezin da
ber xwe û di ber de karekî baþ kir û dike, lewra ji bo pêþveçûna
kar û barê Konferansa Amedê, hin caran pêwistî bi çûna þandeke
P.E.N a kurd û P.E.N a navnetewî ji bo serdana þarê Amed hebû.
Herwekî
gelek caran jî vexwendin ji me re wek PEN ji hêla saziyên kurdî
ve ji Amedê dihatin, endamên PENê ew jî dixistin bin
berjewendiya karê PENê de. Wek mînak, di sala 2004an de, dema
ez li Konfiransa zimanê kurdî li Amedê bûm, min kêys li
demê anî û civîneke berfireh ji nivîskarên kurd re li
nivistxana Demîr Hotêl bi Alîkarî û piþtgiriya gelek hevkar
û hevpîþeyên xwe li wê deverê li dar xist.
Di
detpêka sala nû de, û bi taybet piþtî razîbûna PENa Tirk,
ku nikarîbû êdî ji bin Bandora PEN a Kurd
û PENa Navnetewî rabe. Êdî kar û barê konfiransê li
ser milê komîta rêvebir ya Navenda PENa Kurd pir giran bûbû,
lewra jî, herkesekî ji me beþek ji vî karî bi dest xwe girt
û li gor hêza xwe pêþve bir. Lê hêjayê gotinê ye, ku komîta
rêvebir, tevî rexnegirtinên wan li hev, karekî birayane û bê
hesûdî û diltijî kirin û dikin.
Di
destpêka heyva dudiyan de, me xwest ku em li gel birêz Terry
Carlbom, sekreterê berê yê PENa navnetewî, ku ji bo organîzekirina
konmferansa Amedê li Tromsoe hate hilbijartin, bigihêjin hev. Ji
bo amedekirina reþbeleka bernameya konfiransa Amedê, li ser
daxwaza birêz Terry Carlbom, pêwistî bi çûna min bo serdana
Amedê hebû. Herwekî li ser daxwaza KBG min xwe amede kir û berê
xwe da Amedê. Bi rê de li Almanya, li navbera bajarê Dresden û
Berlînê, li ser Autobahnê, bi carekê
xwîn ji pozê min hat û êdî rê neda min, ku ez tirimbêlê
bajom. Ji ber neçarebûnê ez li kêleka cadê rawestîm, min pozê
xwe bi xwe derman kir û bi gelek pembo dagirt. Lê belê xwînê
gumlikê minî sipî sor kiribû; tevlê jî, ez bi wê rewþê
çûm balefirgehê; ji ber ku min çûna xwe pir pêwist didît.
Bi taybet ji ber ku birêz Terry Carlbom ji hêla Komela Nivîskarên
Tirk ve di roja Çîrokên Cîhanê de hatibû vexwendin. Ji ber vê
yekê jî min di dilê xwe de digot, ger ez rovikên xwe jî bi dû
xwe de bikiþînim, ezê herim Amedê.
Li Balefirgehê rewþa
min êdî hin bi hin perîþan dibû. Ta ku ez gihîþtim
balafirgeha Stenbolê, li wir êdî xwînê rê neda min û weke
pilîneka misîn herikî. Bi rewþeke perîþan min xwe gihand cem
pizîjkên balafirgehê; ewan çendî xwestin, ku xwîna min
raweste, lê her bê çare ma bûn. Lewra ewan ji min re gotin, ku
pêwiste tu li Amedê biçî bo nexweþxanê. Wan jî dîsa pozê
min bi pembo û derman tije kirin û þêrêz kirin, ta ku xwîn
neherike.
Di
balafirê de, li ser riya Stenbolê, ez û birêz Terry pevre bûn.
Ewî gelek xema min dixwar û didît, ku ez di rewþeke ne çak de
derbas dibim; bi taybet ku tanî wê derheqê bêhtir ji litrek xwîn
ji pozê min herikî bû.
Li
Amedê - mala dost û nivîskaran ava - em birin nexweþxanê û
careke din derman kirin, lê dîsan jî du rojan xwînê her kela
xwe berdewam dikir.
Tevî
wî halî jî, min
civînên xwenî pêwist li gel þaredariyê, PENa Tirk û birêz
Terry Carlbom pêkanîn û birin serî. Lê di wir de jî hêzeke
minî pir xurt çêbû, dema ku min dît, bê çawa bi dehan dost
û heval li ser rewþa minî tenduristî xemdar bûne, spas ji bo
wan hemiyan.
Di roja dawî de, li ber
masa xwarina êvarî, dostin rojnamevan pirsek avêtin ser masê,
ku ewê sibehê derkevin kolanan û ji bo piþtgiriya
serbestkirina zimanê kurdî bimeþin.
Herwekî ev çalakî wê ji hêla Rojnama Azadiya Welat ve
bê lidarxistin. Ewan ji min û Terry Carlbom pirsîn, ku em jî
tevî vê çalakiyê bibin. Bi yek dengî me herduyan erêniya xwe
da xuyakirin; ji ber ku pirs ya zimanê kurdî bû û ew jî bi
pirsa mijara konfiransa me ve girêdayî bû û wisa ji me re jî
balkêþ bû.
Biyanî
zû, li paþ ku min û Terry Carlbom taþtê xwar, me xwe berda
xwar û li benda Rojnamevanan man. Lê di wê navberê de hin mêhvanên
Terry hatin û ew nema dikarîbû tevî vê çalakiyê bibe; ewî
destê min guvaþt û got Xwedê bi we re be.
Bi
rastî ez bê amedekirin çûm wê deverê. Di dema ku ez û çend
dost gihîþtin ber avahiya Azadiya Welat, birêz Serkeft Botan
ber bi min ve hat, ji min daxwaz kir û got,
„Azadiya Welat ji min xwestine, ku ez peyvekê li vir
bi navê PENê bidim.
Lê bi rastî hebûna we li vir wek endamê
Navendê dihêle, ku ez xwe ji bo rêza we bi þûnde bikiþînim
û bi hêvî me, ku hûn karibin çend hevokan li ser rewþa Zimanê
kurdî û Azadya Welat ji beþdaran re bêjin“.
Di
dema ku min erêniya xwe jêre da xuyakirin û çûme ser nêrdewana
avahiyê, birêz Edîb Polat bi dengekî bilind û berz gazî
Serkeft û çend kesên din kir û got, ku nabe ez li vê derê tu
axaftina bikim, ji ber ku ez tu kesî temsîl nakim. Lê diyar bû,
ku li wê derê jî peyva Edîp Polat tu pere nedikir. Lewra jî
daxwaza wî bi cih nehat.
Peyvên
ku min li ser wê nêrdewanê kirin ev bûn: “dostên hêja,
hezkiriyên zimanê kurdî, zimanê me nasnama me ye, lew bê
ziman em wek netewe jî nayên naskirin. Bi taybet li vê herêmê
ji welatê me, gereke em li zimanê xwe xwedî derkevin bi wê em
dikarin her tiþtên xwe bi rêde bibin. Herwekî di vê qonaxê
de rojnama Azadiya Welat î hêja, di van 10 salên dawî de
gaveke pir mezin avêtiye û xizmeteke gelek giranbuha di ber
zimanê kurdî de kiriye. Ji ber vê rola wê gereke em li R.
Azadiya Wela xwedî derkevin û bo pêþxistina zimanê xwe wê
bixwînin, spas“
Di
pêre em meþîn û hatin ber bi þaredariya mezin ve.
Ev
bûyer, bû benîþtê devê gelek kesan, ku ji xwe ew li dijî
her tîþtî ne, ku ne wek daxwazên wan bin.
Lewra
di Malpera Amûdê de, ji hêla Þêrwanê Hecî Berko ve, wêneyê
min bi þêweyekî ne laîq hate belavkirin; wêne ji dûrve nêzîk
kiriye û serê min xistiye nava xelekekê, wek dema ku polîs
kesekî kirimînel nîþan bide.
Ev
þêwe ji belavkirina wêneyan, nakeve bin sêwana
þarezabûna rojnamevankî, bi qeysî ku nezanebûna xwediyê
xwe û kêmasiyên wî di pîþe û zanyariya vî karî de diyar
dike, ne tenê wisan, dikare di pêþerojê de wî li pir keleman
jî biqelebîne û sernixûn bike. Ewî dev avêtin, û
tewanbarkirina Navenda PENê ji xwe re kiriye armanceke jêxwestî
?!. Lewra ev tiþt bi armanceke nebaþ çêdibe û ez bawer im, ku
ewê buhayê van di pêþerojê de bi poþmaniyeke mezin bide.
Ewqas
tewanbarkina wan ji PENê re, ku ji ber têkiliyên me bi Amedê
û þaredariya wê ve hene. Baþ e, li paþ konfiransa Amedê, em
li gel hemû þandeka xwe li Silêmaniyê û Hewlêr jî mêhvan
in û bi þêweyeke fermî ji hêla herdû hukumetên kurdî ve
hatine vexwendin. Herwekî hemû meserfa me jî dane serxwe. Gelo
ka Sîrwan û hevalên xwe li ser vê yekê çi dibêjin?. Çendî
min xwest, ku ez bersivê nedim, lê diyar e, ku kesin din jî êdî
dixwazin xwe tevî vê rêçê bikin.
Endamê
me, birêz Husên Dozen, bi nameyeke berfireh ji çend rûpelan,
ji KBG re diþîne û dibêje, “çawa Younes Bahram bi Serkeft
Botan û Edîb Polat re li kolanê dimeþe û çalakiyan dike
.......„. Belê, ez spasiya hestên wî dikim, lê gelo em Kurd
û bi taybet rewþenbîr, emê kengî kumê xwe deynin ser serê
xwe û bi þêweyekî rast bi rewþa miletê xwe biramin!?.
Ma gelo durist e, ku em
bêjin: „Ew kurdê ku ne li gor bîr û baweriyên min birame,
xayîn e?!. Rast e, ez û Serkeft Botan û çend hevalên din jî
ku pêre ne, di pirsa PENê de nabin yek, lê ez pir dûrtir
diramim û dibînim, ku tiþtin din jî hene, yên ku min û wan
pevre girêdidin. Ma ez nabînim, ku çawa ev komela Amedê navê
„PEN“ û emblema me bi awayekî ne destûrî û ne rewa bi kar
tîne!!. Em vê helwesta wan bi tundî rexne dikin û napejirînin
jî. Lê tevî wê jî, divêt em bikaribin siyaseta teng û
kurdewariya fireh ji hev cuda bikin. Çiqas bîr û baweriyên me
yên siyasî ne mîna hev bîn jî û di pirsên rêxistinî de li
hev nekin jî, divêt em rêya diyalogê her bihêlin û di tiþtên
hevbeþ de bikaribin destên xwe bidi hev. Heger ne wisa be, hîngê
em - wek Kurd - emê nikaribin silavê jî bidin hev û emê her mîna
Mehmûdkî û Osmankî þerê hevdu bikin.
Ma
gelo parastin û piþtgiriya rojnameyeke ku zimanê kurdî
parastiye û bi dehan Xwendevan, nivîskar û xebatkarên wê ji
bo zimanê kurdî þehîd ketine xeyanet e.?!
Di vê babetê de, ji min re taybetmendiya A.W. ya ji bo
zimanê kurdî girîng e; siyaseta wê min girênade.
dawî
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org