Al Mamoste
Amûdê Pinpinîk
Bavê min Rojbîn
Baran Soldir
Biyanî Xwendevan
Bilbil Quling
Ciwana - I

Hesp

Çûk Newroz
Dayîk Havîn
Dibistan Bihar
Diyarbekir Gundê me

Evîn

Sînor
Ferat Heval
Kûçik Awaz im
Kurdistan Ciwana - II
Kew Hesenkêf

  


 

Bavê min

 

Bavê min hey bavê min

Bavê min hey bavê min

Xwedanê keda gelek

Te kirim gir û mezin

 

Meh û sal derbas dibûn

Xew bi çavê te nebûn

Bi kefteleft û xebat

Ta em jî bi bîr vebûn

 

Di hêyvên payîza sar

Þev li me bûn tar û mar

Em tev di ketin xewê

Lê tenê dima þiyar

 

Bavê min hey bavê min

Kul û dil û canê min

Baþtirînê merovan

Li gel vê dayika min

 

Tev li kal û þîneboz

Wek te nînin tu dilsoz

Dixwin xema zarokan

Ji vir ta bi Rawendoz

 

----------------------------------

 

AL 

 

Berba  bibe, berba bibe, ey Ala me

Li ser çiyan, li kolana, li nav dilê me

 

Li Dibistanê te dixwînim, kesk û sor û zer

Rengê sipî di nav de yî, roj jê tê der

 

Li ber perê bayê sibê, li ser dibistan

Her beyanî te bibînim Ala Kurdistan

 

Li ber te em radiwestin, bi serî hildan

Soz didin, te diparêzin bi xwîn û bi can

 

Bi te, em tev bûne azad, serbest bû jiyan

Sûnd dixwin, qet te bernadin, Nîþana Kurdan

 

----------------------------------

 

Amûdê

 

Ji Amûdê hezdikim

Cîgehê bav û kala

Bajarek pir Kevnar e

Li nik Girê Þermola

 

Bi xwe þarê kurdan e

Ji her êlê têda ne

Hin mehcir û deqorî

Gabarî ên oda ne

 

Hemû dijîn li ba hev

Derbas dibin roj û þev

Pevre tev wek bira ne

Þêwra wan teva bi hev  

 

Amûda bavê Mehmed     

Ji bîr naçe ta ebed           

 Þêre Sînema mezin

Dayika Newaf û Ehmed

 ----------------------------------

 

Nanpêj

 

Apê min jî Nanpêje

Karê wî pir dirêje

 

Bi þev radibe ser xwe

Dike kar û barê xwe

 

Ard û avê tevdide

Hevîr ji wan çêdike

 

Paþê tev dike girêk

Tenik dike wek mirêk

 

Hevîr davê nav Agir

Ta sor dibe li ser kevir   

Paþê derdixe bi dar

Li me ew tev dike par

 

Ew nanê germ î taze

Qet naçe ji bîra me

 

Apê min jî nanpêje

Bala wî pir dirêj e

 

---------------------------------------

 

AWAZ IM

 

Ez keçikek biçûk im

Navê min jî Awaz e

Dengekî min xweþ heye

Fena sentûr û saz e

 

Wek bilbil bi fîxan im

Bi þaxan re heval im

Çav reþ û poz çilakî

Nevya Zerdeþt û zal im

 

Bi zimanê dayka xwe           

Distirêm ez ji bo we

Ev sirûdên zarokan

Beþek ji hunera me

 

Zarê Medya û Mîtan

Xwedanê gurzê giran

Em tev xwîþk û bira ne

Sor û kurmanc û zazan

 

Li zemînê xin paniyan 

Pêr bikutin çepikan

Bi hevre tevde bêjin

Em zarokên Kurdistan

-----------------------------------------

 

Baran

 

Baranê hûr hûr bibar

Ji ezmanan were xwar

 

Dagir deþt û newalan

Bera qad bêye avdan

 

Xweþ bibe  dilê cotkar

Þînbe  gîha û qîvar

 

Rûkê qadê kesk bibe

Bi gulan sor zer bibe

 

Em zarokên cîhanê

Hezdikin ji baranê

 

Hûr hûr bibar baranê

Bo min bide stiranê

 

Berî roj biçe ava

Xwedêyo malî ava

 

---------------------------------------

 

Biyanî

 

Ji we dûr im dost û hevala

Kanî û dar xweþ pîr û kala

Civatên wey xweþ, paþ danê êvar

Gera sercara, gir û berpala

 

Ez bûme balind li biyaniyê

Bêrî kirî min Serêkaniyê

Ji bîrnaçi tu kevneþarê min

Ji dil bihatir tu Dirbêsiyê

 

Wa bûme xerîb hêstir têne xwar

Qirçeqirce nav diþewite ar

Neviyê we me Efrîn Amûd         

Ji bo vegerê va ez dikim kar

 

Silavan bo we bi bar diþînim

di xew de her roj  Ez we dibînim

li paþ sînoran xerîb im xerîb

Lê dil tije ye kulmek ji kîn im

 

Çendî geriyam li van welatan

Ferensa Belcîk welatê Elman

çiqasî rind bin dayê ev welat

Lê nabin xweþtir ew ji kurdistan.   

 ----------------------------------

Botan

 

Botan Botan Botanê

Girava vîn û janê

Pir buha ye wek dilê me         

Vîna Memê Alanê

 

Li ber Ava mezin tû

Dîrokek ji kevn û nû

Birca Belek navê te

Heyva li jor xwar ebrû

 

Di gel kurdan dikî jîn

Dest pêkir vîn û evîn

Me tev hezkir ji jînê

Meyze Mem û sitya Zîn  

 

Botan Botan Botanê

Herêma serhildanê

Vîn û evîn hemî tû

Bo me wata jiyanê

 ----------------------------------

Bihar

 

Gelî zarokan bihar va ye hat

Awazên þalul bona we xelat

 

meyzê l beyaran tev co û cobar  

rengê qada me xemlek ji qîvar

 

Balind vedgerin ji sermiyana

Ref ref pevre tên bo germiyana

 

Dar û ber dîsan ji nûv kat didin

Piþkoj li þaxan wer difitiqin

 

Li nava bihar pir xweþ e seyran

Destên hev bigrin tev bikin dîlan

 

Bihar va ye hat avdar û newroz

Hemû rojên xweþ li we bi pîroz

 

-------------------------------------------------------------

 

Bilbil

 

Hey bilbilo bilbilo

Deng xweþo wek zengilo

 

Balindekî azad e

Bê kul û xem tu þad e

 

Herkes ji te hez dikî

Dengbêjekî nazik î

 

Çîvçîva te zelal e

Bo min bêje menale

 

Were daniþ li nik min

Guh bide çîroka min

 

Çîroka Mem û Zînê

Derdê dil û evînê

 

Wer xwarê ji ser þaxan    

Nas bike derdê Kurdan

 

Li te herkes guhdar e

Dengbêjek bê zirar e

 

Belkî bi te çêbibî

Bûyer çareser bibî

 

Bifir here Kurdistan            

Da ez herim dibistan

 

-------------------------------------------------------------

 

Ciwana - I

  

Qurbana keçika xwe

Piçûkê nav ciwan e

Çavê wê reþ û mezin

wan hinarkên rûya ne

 

Pora wênî xelekî

tev diyarî ji xwedan e             

Gava ko dimeþî tê             

Dihejî wek hêlan e

 

Dixî nigê xwe timî

Van pêlavên mezinî

Ger tiþt ne b’ dilê wê bi,     

Hazir e kela girî

 

Pêk li dû pêkê davê

Pir dikî berxwedane

Ber ba dibin herdû dest

Wek baskên çivîka ne

 

Pir bi þerm û fehêt e

Dema tê ser zimane

Çavan diqurmiçîne 

Ii dev tê der zimane

 

Her timî tê ew bi hêrs

Xwe davê himbêzane

Radimûse min ji dev

Bi wan lêvên hêja ne

 

---------------------------------------------------------

 

Çûk

 

Çûkê beytik çendî rindik

Perîkê te rengê xweþik

 

Qirsik û mû hêlîna te

Li ser darê danîbû te

 

Bifir deyne li her derî

Bi hinera Bask û perî

 

Hêkên te xweþ gerover in

Dixwazim tim lê binerim

 

Were ba min hevalê Çûk          

Diyarî bik baskê piçûk

 

Ez jî divêm ku bifirim

Li esmanan tev bi gerim

 

Fermo bibe hevalê min

Qet namîne tu xemê min

 

---------------------------------------------------------

 

Dayîk

 

Dayîka min dayîka min

Tu ye dil û cegera  min

 

Çendî bêjim tu hêja yî

Bi pesne tu pir buha yî

 

Te neh mehan xwedî kirim

Di zik de ez mezin kirim

 

Jarî û zorî pir te xwar

jiyan li xwe kir tar û mar

 

Îro jî va ez bûme gir

Zanim ku te bo min çikir

 

Þîrê te da min pir bedew

Ez pê kirim gir û qelew

 

Sipas ji te’r dayka delal

Bo te dijîm herdem û sal

 

---------------------------------------------------------

 

Dibistan

 

Em diçin Dibistanê

Bo nasbikin jiyanê

 

þbixin ramanên xwe

Pê xweþ bikin nanê xwe

 

Em nifþê pêseroj in

Mîna dar û piþkoj in

 

Beyanî  ku em vebin

Herkes bêje her hebin             

 

Hilma me bide dunyê          

Naxwin em xema jînê

 

Di gel Mamosteyê xwe

Dixwînin pirtûkên xwe

 

Bixêr hatî dibistan

Em gul in tu gulîstan

---------------------------------------------------------

 

Diyarbekir (Amed)

 

Diyarbekir þarê mezin

Paytexta percana kevin

 

Tu pênasîn e bo kurdan

Cîgehê gernas û merdan

 

Du çavên te Gola Wanê

Dayîka Ehmedê Xanê

 

Kezî Ferat û Dicle ne

Xabûr û Zab di nav de ne

 

Kurmanc û Zaza lê dijîn

Hêviyek bo jîn û evîn

 

Tu carî em te bernadin

Bi xwînê dara te avdin

 

Lana Þêxseîdê Pîran

Hêlîna Zîn, Memê Alan

 

Diyarbekir paytexta me

Vîna te her li dilê me

---------------------------------------------------------

 

Husinkêf

 

Husinkêf û Husinkêf

Warê þikeft û berqêf

 

Li ser Dicle te girt vîn

Delavê ava þêrîn

 

Ava kir te burc û pir

Tol ji xelkê te dibir

 

Deh hezar sal kevne tû

Serî hilde rabe zû

 

Berya te bin av bikin

Keda te winda bikin

 

Ser te çê bikin avgir

Windakin dîroka pir

 

Kevneperest paþverû

Lêþkerê turk ê durû

 

---------------------------------------------------------

 

Ciwana - II

 

Ciwana pir xweþik î

Lêv û dev tev tenik î

 

Fîstanê l’ bejnê rengîn                   

Porxelek î û zêrîn

 

Diçî bexçê zarokan

Bi devkenî bi dîlan

 

Her dilîzî ew li wir

Bi hêlanê bi zuxur

 

Piþtî ku xwar firavîn

Dikevî xewa þêrîn

 

Demekî kin xew dikî

Çavên xwe pê nerm dikî

 

Paþê di gel bavê xwe

Diçî cem dayîka xwe

 

J’kêfar  didî lotkan                  

Bona bexçê zarokan

 

Ciwana keçka delal

Wê nîne xem û xeyal

 

---------------------------------------------------------

 

Evîn

 

Evîn tu yî vîna min

Evîn û sersala min

Va bû du sal diborin

Temenê te Cana min

 

Xem di dil de te nîne

Naye Gezo þêrîn e                 

Wek piþkojê þaxa ye

Bê guneh tê derîne

 

Piçûkê bi qapanê

Spehî j’ rengê Peryanê      

Hînga tu yî li nik min

Ey Gula Gulistanê

 

Bawer im bi hêza te

Va rist çêbûne bo te

Rojbûna te pîroz be

Dil tije ye ji bo te 

 

---------------------------------------------------------

 

Ferat

 

Ferat Ferat Ferato

Bi xumxum ji kû hato?

 

Ava te pir zelal e

Bo çi tim nalenale ?

 

Derçûye tu j’ Kurdistan         

Av didî bax û bistan

 

Ava te pir sêrîn e

Masî li nav dijîne

 

Ferat Ferat Ferato

Sersera bi xêr hato

 

Te dixwînim l’ Dibistan  

Tu yî çemê Kurdistan

 

---------------------------------------------------------

 

Gundê me

 

Pir xweþik e gundê me

Dehl û rez û pezê me

Hezar sal in ku ev gund

Bayê hênik dide me

 

Darên zeytûn û hinar

Goþyên ji dalyê tên xwar

Pir wêneyin xweþik in

Dema roj tê ber êvar

 

Petêx þemam û zebeþ