Ehmed Ressad : Sipor bûye perçek ji civakê li gundê kurdan

Younes Bahram:

Di dîroka kurdande, berdewam pir tiþt di pir warande têne dîtin û xwendin, lê di warê sipor û çalakiyê wêde merov tenha û ji demeke ne dirêjve dibîne, ev tiþt jî ne ji ber xweve wisan hatiye, sipor di jiyana kurdande tiþtekî taybetîbû, di demên berê de, yamjî ger merov hinekî dolaba dîrokê bi þûnde vegerîne, wê bigihêje pir wêneyên xweþik ku pêþengeha jiyana kurdan di warê siporêde dixemilîne.

Dema ku kurd di rojên buharêde digihijtin hev, û bi keriyên pezê xweve xwe ber bi geliyanve yanjî ber bi quntara çiyanve xwe digihandin, di wê demêde jî meydanên deþtê ji wanre di bûn cîgehê siporê.

Bi piranî di wê demêde Siwarê kurdan Sipora bazdana hespan dikirin, lewra pir rengê wê bazdanê hebûn wek :

- Bazdana Teleban

- Bazdana qevzan

- Bazdana çargav

Siwarê kurdanjî pir sipor dikirin. her dawiya heftê meydan dixemilî ji 15 tanî 20 siwaran , hespê wanjî wisan dihatin naskirin bi hespê kihêl, hespê seglawî û hespê kumêt. Li herdû terefên meydanê qîz û xortên kurdan xwe dixemilandin û li bende bûn ku kîjan siwar wê di pêþbirkêde biserkevi, ew siwar wê çaxê dibû kilê çavê pir qîzikan lew piraniya qîzikan xweziya xwe bi wî tanîn.

Ji bilî sipora bazdana hespan, sipora Gogê (Golf) di wê demêde kurdan goga xwe ji qurmê dara hinarê yanjî ji qurmê dara Gwîzê bi formekî girover çêdikirin û bi darê serxwar lê dixistin taku wê Gogê ji derbasî nava tixûbê hemberî xwe biki.

Lê ev eþq û ken û þahiya bi siporêre li kurdan çûbû gilî!

Ji ber rewþa wanî awarte, û jiyana bindestiyê. Dijminê kurdan kurd ji her tiþtî bê maf kir, polîtîka dijmin wisan xwe weke konekî çarsitûnî reþ xwe bi ser kurdanve veda û bi hemû hêza xwe hiþt ku kurd nema bîra tistekî din bibin ji bilî nirxê azadiyê, yanjî bi pirsgirêkên xwenî taybetî mijûl bibin û pirsgirêka herî mezin ji bîrbikin. lewra merov pir rengan îroj di rojana kurdande nabîne .

Lê îroj bi biserketina tevgerên kurdan û rola wanî pêþketî di her warîde, tovê jiyana kurdan dîsan li beyaran çand, lewra merov dibîne ku îroj Televîzyonê kurdan çêbûne , kurd xwe nasdikin herwekî li her gundî jî grûpên siporê çêdibin û kevnejiyana kurdan dîsan anijyan dibi.

Ji ber vê yekê hin pirsên taybetî min ji lîstikvanê siporê EHMED REÞAD li ser rewþa siporê li Gundê kurdan kirin.

1- Birêz Ehmed Reþad :

Tu wekî ku hatiye naskirin berpirsiyarê 10 gurûpê siporê ( Gogê) bû, çawa gogê li cem we bi taybetî li Gundan destpêkir?

E.Reþad: bi pêþketina tevger û þoreþa kurdistanre pir tisstên dinjî pêþketin, di demên berêde merov li her sê çar gundan digeriya tanî ku merov dengbêjek yanjî çîrokvanek didît. îroj bi taybetî li baþûrê rojavayê kurdistanê merov li her malê tembûrekê ku bi dîwarve dalqandî dibîne û bi vî awayî tiþtên dinjî pêre pêþketin.

Lew bandora telîvizyona kurdî Med û Mîdya TV. Jî roleke herî giring di warê pêþxistinêde lîst û hiþt ku nifþên cihêlên kurdan xwe bi ser siporêde bidin.

Di pêþîde me di sala 1995 ande li Gundê Ebdulselamê/ serêkaniyê destpêkir û girûpek ji xortên kurdan dane ser hev.

Li serê bênderê gund me xwe li hev dicivand û bi rengê kêfxweþiyê ji xwere bi goganigan dilîst. Di wê pêvajoyêde hinbihin hesta hezkirina goga nigan li cem xortan pirdibû, lewra di dawiya sala 1995 ande me bi rengekî fermî îcar Saziya siporê di bin navê Grûpa Sipora AÞTÎ de damezirandin.

Me wê çaxê bi alîkariya tevgerên siyasî ê kurdistanê li wê herêmê hêza xwe xurtkir, me cil û solên xwenî fermî bo siporê kirîn, herwekî hilbijartin di nava girûpêde çêbûn. Serokê Grûpa me birêz Fesîh Mîrza bû , berpirsiyarê lîstikvanan jî ez û mamosta Îdrîs Reþîd bû.

2- Bi çi rengî xelkên gundî li we dinêrîn û hestê wan çibûn ?

di pêþiyêde me pir qiriktahlî ji hêla dê û bavên xwe de di kiþand, lê di pêre û piþtî ku dîtin ku em ji ser a xwe danakevin, ji ber wê yekêve jî hêdîhêdî me didît ku di dema lîstikên mede pir kesên gundîjî îcar tev li temaþekirina me dibûn .

piþtî salekê yanî disala 1996 ande dema ku me dilîst qîz û xotrt tanî kalên nava gund dihatin temaþekirina goga me û pir ji wan kalan xweziya xwe bi temenê me tanîn.

Wê çaxê navê Grûpa sipora Aþtî li herêmê deng da û li her gundî destpêbû girûpê siporê hatin damezirandin.

3- piþtî ku girûpê siporê li pir gundan hatin damezirandin we çi dikir gelo we bi hevrejî dilîst?

Belê piþtî ku girûpên me çêbûn vêcarê me Finalên xwe çêdikirin bi tevayê 14 Girûpê sporê li herêma me peyda bibûn wekî Aþtî, Amûdê, Azadî, Dicle, Selahedîn, Mehata, Dawidiyê û hindin.

Lê birastî di dema Fînalê de cih vala ne dima ji ber temaþevanan, ewqas merov dihatin temaþekirina me , tedgo qey roja Newrozêye.

4- Gelo helwesta Hukumeta sûrî ji vê tevgerê çibû ?

di dema pêþde vê sipora me bala wan qet nedikiþand , lê piþtî ku dîtin, ku Gogasiporê xwe li wir bi cihkir û bi sedan kurd li hev dicivin, û berya her lîstikekê peyvek têye gotin û þehîdên kurdistanê tên bîranîn.

Wê çaxê MUXABERAT ( parastin) ê sûrî destê xwenî gemar dirêj kir nava vê tevgera bahozî, lew ji pêþî de nehiþtin ku em Mihrecanê xwe bi xwe wekû kurd çêbikin, Girûpê Ereban anîn nav me û di dema Fînalê de jî di hiþtin ku fînal di bin siha wanre derbasbibi.

Lew jêhatirînê lîstikvanê girûpê kurdan di dema fînalêde bi hinceta polîtîkê ew binçav dkirin ta ku girûpa wan bi sernekevi.

5- Ev tiþtên ku hatin qalkirin hemî di warê herêmî debûn, gelo Kurd dinava Girûpê dewletêde jî wek Girûpa ALCAYÞ, TIÞRIN, WAHDÊ cih girtine ?

Belê girûpa siporê ya Bajarê Qamiþlo Binavê CÎHAD ( Berxwedan) û girûa siporê ya CEZÎRÊ yek ji xurtirînê girûpê siporê li sûrîne bi taybetî ji lîstikvanê xwenî jêhatî wekî Comerd Mûsa , Hesen Çaçan, Samir Seîd, Zana Haco û Fener Haco û Imad Hesen lê ji ber nasnemeya wanî kurdî hukûmet li wan bi xwedî dernakevi û rê li ber wan digiri.

Di dema ku van girûpê kurdan û Ereban li Kurdistanê di lîstin, temaþevanan bi zimanê xwenî zikmakî kêfaxwe tanî serziman wek mînak temaþevanan Stirana Berxwedan serê çiyan digotin, lewra MUXABERATÊ sûrî pir zehmetî digîhand lîstikvanan û bi hinceta ku temaþevanê wan bi zimanekî xeynî erebî xwe nîþandani û piþtgiriya girûpa xwe kirine, cezayê nebilindkirinê ddian wan û di dema pêþde jî cîgehê lîstikê di birin wargehê bajarên Erebî.

6- peyva wenî dawî ji xwendevanê mere çiye ?

mebesta me ji damezirandina van girûpan ne tenê lîstik û sipore , herwekî bi vî awaye me nasnama kurdî pêþde xist û hiþt ku miletê kurd ji hev hez biki û hêz û hestê xwe bi rengekî xweþik bide xuyakirin, lew di riya wan girûpê siporêre pir kurd gihiþtin hev tev li newekhevbûna nêrînêt wanî siyasî.

Ji ber vê yekê ez bi hêvîme ku hemû miletê me bi yek hest, deng û hezkirineke mezin di dema pêþde xwe bighîne hev, lew di yekbûna mede serkeftina meye.

Û sipas.