Istiratîciya
Kurdan
û
bandora hêzên navnetewî û herêmî li ser wan
-----------------------------------------------------------------------------------------------
Nivîskar:
Younes
Bahram
Xak
û cîgehê Kurda wekî
hatiye xwyanîkirin di dîrokêde, pir kevintire ji komarên Sûrî,
Turkî û Iraq a þikestî,
yê li gel komarî Îran ve, ku îroj xak û mafê Kurdan dagirker
kirine.
Cara
pêþîn di sala 1514 an de di þerê Çardêranê de navbêna
impiratoriya Osmanlî û
Farisîde hate perçekirin.
Wisan
ma tanî sala 1916 an dema ko impiratoriya Osmanlî bû mîna laþekî
nexweþ, ket û hêzin wê pir neman, wê çaxê Ingilîz û
Ferensî daketin meydana Rojhilatanavîn binavê alikariya
azadkirina miletê Rojhilatanavîn wekî Ereb û Kurd ji bin
zordariya Impratoriya Osmanî, mixabin ew sozê Franglîzî zû
hatin ji bîrkirin dema ko dîtin Osmanî bi rengekî temamî ji
heremê derçûn.
Wêdemê
Ingilîz û Firensî îcar li ser Sînga miletê heremê rûniþtin
û hilama wî çikandin, zêrzewadê wî xwarin
û li gora Peymana Sykes - Picot di 1916 an, di Xaka heremên
Kurd û Ereban li gora Daxwazên xwe û dijî daxwaziyên miletêt
Heremê perçekirin û Sînorên nuh bi xêzên nuh kiþandin û
danîn, bi vî awayî xaka Kurdan jî hate parkirin, di nabêna Sûrî
û Îraqê de. wê demê Rûsya jî berjewendiyên xwe di bêdengiyêde
di dîtin lewra ev tiþt li xwe xweþ anîbû û ji wê bûyerê bê
deng mabû.
Di
sala 1920 an de, pir welatên Ewropa li gel welatên Rojhilatanavîn
de, li hev rûniþtin û li ser paþdema þer û pêþxistinê di
rojhilatanavîn de rawestan, di gel wan welatan her pêþberekî
Kurd bi serokatiya Þerîf Paþa amede bibû.
Li
gor peymana Sêver ku derbasbû sê made jê li ser mafê kurd û
otonomî bû, lê mixabin ew tiþt neviyên Osman paþa berbicav
nanîn û ji bîr kirin tiþtên ku Kurda ji wanre kiribûn, lew
Ataturk ji cih stratîciyek turkî yî nuh danî û hertiþt kire
Turkî, tev ku di wê demêde Kurdan hin maf di dest wande hebûn,
û rolek mezin di warê kultûrîde di lîstn, çimkî ko Mîr û
Begê Kurdan li wir serdarê miletê xwebûn.
Lê
Mustefa Kemal hemû mafê kurdan bin dest kir û nebedî kir û hêdî
hêdî destê xwe avête nav pirsa Êlên kurdan û ew bera pêxîla
hev dan û Agirê þer di navbêna wande vêxist, ta
ko karibe hêzên kurdan ji ber hev bixîne û doza kurdayetiyê
winda bike.
Sultan
Selîm ê pêþîn di bin qapûtê Misilmantiyê de mafê miletê
li wê heremê bindest kir û xiste bin bandora xwe.
Usmet
paþa, yê ko paþ Selîm paþa hat û bû paþayê Turkan wisan
digot “di
vî welatîde mafê tu kesî yên netewî tuneye ji pêv Turkan
„ (Rojnama Miliyet 19.09.1930.)
herwiha
Wezîrê Edliyeta Turkan Mehmûd Esed Beg digot „
Ez bawerim û bi hêvîme ku dost û dijmin û Ciya jî gerek
zanibin ku serdarê vî welatî tenê Turkin , ew kesê ku xwîna
wî ne a Turkan be tu mafê wî jî di vî welatîde tuneye, ji bêv
ko kolebi, azadiya ku li vî welatî heye li tu welatên din
tuneyi , eve Turîkye.
(
Rojnama Miliyet 19.09.1930
)
Wisa
teye xwyanîkirin ku
ev þovîniya Turkan ji salên 30.de roj bi roj pêþve diçe, wekî
li ser her rûpelên Rojnamên( huriyet) xwe dinivîsin Turkî ya Turkaye , yanjî ‘ Ne mutlu Turkim
diyene’ çiqas kêfxweþim ku ez turkim, li herderê
Merov pêrgî lêþkeran û heykelên Ataturk dibi, herwekî Ala
Turkan jî li her derê hatiye çikandin, ev bîr û bawerî
ya miletê Turke, her wekî berê di
Salên 30. ger yekî kurd peyvek bi zimanê xwenî kurdî li gel
Polîsekî yanjî Îþçiyekî Turk de bi axivta, pêwistbû ew ê
kurd gunehê xwe pênc Quruþ
(buhayê
karê sê rojan ) bida.
Ne
tenê ev bû, Turkan hemû tiþtên ku hebûna kurdan dide xwyanî
kirin, wek Rojname, dokument, nivîsandin û Qoçanêt kurdan þewitandin
û winda kirin.
Pir
Rojnamê Turkan wek „mili Yöl, Yeni
Istanbul, Otokin“
û hin din wisa dev davêtin kurdan,
di
Otokin ê de Rojnama netewî ya turkan „ di Hizîrana 1967 an de
li ser Zimanê
Nihal
Azîz „
Ger hûn dixwazin bi vî zimanê xwenî genî ê ko ne zêdî 500
peyvîye bi axivin û ger hûn dixwazin Welatekî ji xwere ava
bikin û huner û çanda xwe belav bikin, wê çaxê fermokin ne
li ser Qada me û nejî li vêderê, herin cihekî din.
Gelî
Kurdno em Turk ji wer dibêjin piþtî ku me ev xak ji xwer girt,
û bi xwîna xwe jî avda em wisa bi hêsanî, ji dest xwe
bernadin, qey we ji bîrkiriye bê me cawa rehê Corciya,
Ermeniya,Yonaniya û Bîzentiya ji kokêve rakiribû, herin ji vêderê
celî bibin herin Pakistan ,Îranê cem Barzanî, dozê li UNO
bikin bera welatekî
bide we li Efrîqa li kube .
Em
Turk miletek aþtîxwazin lê ko em bi engirin, kesek bi hêrsfena
mejî nîne, em Þêrin û tu kesî li ber çavê xwe nabînin.
ger hûn nizanin bi pirsin ji Ermeniya wê çîroka me ji were bêjin.
Franz
Werfel di Cîrokdirêj ( Roman )a xwede ya bi zimanê elmanî ( çil
rojên çiyayê
Mûsa)
ya ko ji miletê Ewropa re dijwarî, zordariya û komkujiya turkan
ku li miletê Ermenî di sala 1915 an de kiribûn.
Bi
gel gelkujiya Ermeniya re Turkan her serê xwe li dijî Kurdan jî
pêktanîn, wek kuþtina serokên 14 Êlên Kurdan di civîna
Otonomî de.wek êlên ( Tekorî çixurî, Celalî, miqorî ,
Heydera, Milan zirik û hin din……………..:
Pir
Bajar û Gund hatin
þewitandin milet bi zorê ji cih der dixistin û koçber dikirin
û zevî û daristan ê wan diþewitandin lew li bajarê Dêrsimê
xwînê laþ dajotin. Wê deme 16000 kurd reviyan û daketin binya
xetê ji bakur hatin Baþûrê Rojavayî Kurdistan, tê wate ku ew
daketin binya xetê.
Xaka
Kurdan bo Turkan bûye wek xezînekê, ku hemû tiþtên xwe jê
derdixin û dibin cihekî dûr, li Bajarê xwe bi kartînin, vê lîstikê,
girûgifteke mezin ji kurdare anî, cimkî ku Kurd di cihê xwede
bêkar, birçî û belengaz dibin , rewþa wînî abûrî paþde
dimîne. Ger merov birçîbe nikari biramine jî, lew bi vê
armancê Turkan kurd bi birçîbûn û tirsê jî mijûl kiribûn.
Komara
Turkan netenê zimanê kurda qedexekir, herwekî her tiþtê ku pêve
girêdayî be. lewra Mehmed Çakar xelkê Mûþê - Milazgird wisa digot „ dema ko em ji
Milazgirdê di çûn ber bi Bajar de gerek bû me Kofiya xwe ji
serê xwe kiriba û li þûna wê þebqa Turkan danîba ser sere
xwe, ger me wisa nekiriba, menê gunehek mezin ji dest hukumeta
Turkan bi xwara“.
Bi
vî awayî Turkan hin bihin kurd hînî Asîmîlebûnê kirin û
xwesti ku hemo nivîskar û rewþenbîrêt kurd û nasnama wan
winda bikin, kesê weke Daxwaza Turkan nekiriba bê kardibû
,Bincav dibû, dihate girtin yanjî diþande Sergûnê.
Destûra
Turkan tucarî rê nade tu kesî bi teybetî miletê kurd ku
tevger ,Partî û rêkxistinê xwe bo dozkirina mafê netewî eþkere
birevbixin.
Li
gor § 57 an tê xuyanî kirin „ Tevger, Program û Daxwazê
Partiyan gereke bi bingeha Demoqratiya welatê me bawerbe, û
gereke tucarî bi perçebûna welatê me bang nekin“
Li
gor §89 tê xuyanî „Ev Partî û tevger pêwiste ku tu ziman
û çand ên beyanî li ser Qada me pêþve mexin û bang nekin,
gereke tu netewên din yê ku netewiya Turkan ji hev dixe li
darnexi“.
Bi
vî rengî Destûra komara Turka nigê demoqratiyê birriye û rê
li ber her çalakiyê girtiye ew kesê ku ne Turk be.
Di
§141 û §142 ji Pirtûka qanûnên Guneha di bêjin „ tenê
daxwaza acizkirin û xerakirina welatê Turkan bi 5-15 salan
zindan gunehê wê ye.
Ev
qanûn pirê caran Turk ji xwere di tengayî de pêk tînin, zora
ku ji hêla Kurdan li wan tê, di 8.12.1994 li dijî 8 Parlementê
Kurd di parlementê Turkye de,wek ( Leyla Zana û xetîb
Dicle.............. ) yê ku xwe li ser rewþa Abûrî, siyasi û
pêþxistina biratiya Kurd û Turkan li Wilayetê ku lê hatibûn
hilbijartin mijûlkirin, hate pêkanîn û avêtin binê zindanê.
Wezîrê
karêhundirî Turkye Nihad Menteþ, di Kanûna
dudyande ji sala 1994 an de li pêþberî parlement li Ankara
digot me 2115 Gundê kurdan wêran kiriye.lê rastiya wê
bi xwe bêhtirîn ji 2500 Gundê Kurdan hatine wêrankirin û
miletê wê talan bûne zar û zircê wan penaberbûne, bi hezaran
malbat ji hev cuda kirine ewan pir qezencî ji Sêweyê þerê
Emerîka dijî þoreþa Vêtnamê kiribûn.
Endamê
NATO Dewleta Turkan Þerekî Gemar bi 500 000 Lêþker û 150 000
Cendirme dijî miletê kurd dike .Lêxistin û lêdana wan ne tenê
li dij Gerîla ye belê Gundan wêran dikin dar û beran, zeviyan
dibirin diþewitînin, Teba û Tilûrê çolan di kujin û
diperpitînin Pîr û kalên bê çare pîrek û Zarokên þîrmijî
bê guneh dikujin û serjêdikin, xwe bi kuþtina wan mezin û mêr
dibînin .
Di
bêjin em þerê Têrorista dikin, gelo ma kesî di dorê zemanan
de dîtiye ko Zarokin þîrmij, zevî û teban Têrorist bin, ev
tiþt Têroristî û barbariya desthilata Turkan di di xuyakirin,
bi xwe politîka þewata xakê pêk tînin.
57
000 Kurd ji xwere kiribûn Dergevanêt Gundan bi çek, bi pere û
bi tirs ew bi xweve girêdabûn li dij tevgera kurdî ya netewî.
Bi rojê Polîs têne Gund û ji gundiyan dipirsin kî bibe Quruçî
ger bibin Quruçî ewê
çek û peran bidin wan û li dij PKK rawestin û þerbikin, ger vê
daxwazê pêkneynin yek ser dibin guneh kar û bincav di bin, lêdanê
dixwin û dikevin zindanê , bi vî rengî xwe dikin dijmin ji
miletê xwere .
Ev
roj di kurdistanê de tu Malbat tuneye ko Bav yanjî Bira nehatiye
kuþtin , winda kirin yanjî Namûsa wan berbatkirine loma îroj
miletê kurd bi temamî li paþ tevgera netewî kurd di sekine û
cih digre li dij zarokên Osman, li gor çavkaniyên Rojnama
Newroz zêdetirî 1700 000 kurd penaber bûne, bi vê penaberiyê
pir ji malbatan bê war û cîgeh mane li bin Pira xew dikin zarokêt
wan li ber seqema bayê çile bi Nexwesiyan re mezin dibin û
dimirin.
Lêþkerê
Turkan belê vê carê di Siyaseta xwede þaþbûn, ji ber ku
penaberbûna Xortan hiþt ku bêhtirînê wan bigihêjin Tevgera
xwenî netewî û þer li dijî Turkan bikin.
Ev
zordarî û xwînmijîya Turkan li cîhanê deng dayi, dema ku
komara Turkan xwestin ku di sala 1993 an de xelata aþitiye ya
Ataturk bidin Nilson Mandêla,
wê çaxê serok Komarê Baþûrê-Afrîqayê Nilson Mandêla ew
buha hilnegirt, li ser berseva Rojnevana N. Mandêla wisa digot, herin
3 Rojan bin Kurd û paþê werin jimin bipirsin çima min
hilnegirt.
Kar
û barê kurdan li derve û þerê wan li hundirê welat, Kuþtina
Rojnamevanê kurd li ser destê Turkan, Girtina Parlementê kurdan
û avêtina binê zindanê hiþtin ku Miletên cîhanê bi êþa
kurdan bihisin .
Lewra
dema ku Tirkan xewstin têkevin yekîtiya Ewropa de, bersevên neênî
bo wan hatin dan û wan nikarîbûn cih bigirin ji ber ne
demoqratiya xwe û bin pêlavkirina mafê merovan û ne çareserkirina
pirsgirêka Kurda.
peyva
xwes eve ya seroka
Turkye Tanso Çiler „
Ger me zanîba ku derdê kurda wisaye menê çareseriyek dinjêre
dîtib, û lêþker danîbana bo parastina Kurdan.
Gelo
ev çi çîroke dîsan kesî dîtiye ku Gur Mih û Bizinê ji
Guran bi parêzi.
Turkye
Endamê NATO ye û bê alîkariya NATO jêre ticarî nikare vî þerê
gemar di Kurdistanê de bike. Turkye bi xwe Welatek pir mileti,
miletê dudiyan têde Kurdin , Lewra em dibînin ku Endamtiya
Turkan di NATO de yekser di de xuyakirin ko em Kurd jî Endamê
NATO ne mafê menî piþtgirtinê ji hêla Ewropa de jî heye, lê
çima Dewletên NATO tenê Piþtgiriya aliyekî dikin û cudayetiyê
dixin navbera miletê herêmê.
Di
dema þêrê kendavêde, turkan berdewam dixwestin ku, roleke wanî
xurt di þerê kendavê de hebi, lewra ewan bi hemû hêza xwe,
xwe dan hêla Emrîka û Balafirgeha Incîrlik ji wanre hiþtin bo
êrîþên ser Komara Iraqê.
Di
wê qunaxêde, siyasetmedarê turkan, bi Þûrê du alî dilîstin,
ya yekê ji bo ku ew karibin derbasî, îraqê bibin, û li wir þerê
Gerîlayê PKK ê bikin. di bin pîrozbahî û alîkariya hêzin
peymangirtî û Emrîkade.
Ya
dudyan ku di dema Herifandina rijîma Iraqê de, ew karibin destê
xwe deynin ser Bajarê Kerkûk û Mûsilê, ji ber ew li gora nêrîna
wan, pêmayîyên Osmanliya ne.
Lê
ew hêviya wan þikest û pêk nehat, ji ber ku emrîka naxwezi ku
hêzeke Mezin di rojhilata navîn de hebi, lê ji bo wê qenciyê,
Emrîka û hin hêzin din di cîhanêde wek Israîl, Yewnan, û
hin dewletên Ewropî, bûn alîkarê revandin û dîlkirina Serokê
Tevgera kurdî di bakurde. Emrîka û Israîl di baweriyekê debûn
ku ewê kurd rabin ser xwe, û ter û hiþk di turkyêde biþewîtînin,
herwekî wê þerê wan li Sûrî, Iraq û Iranê jî belav bibi,
wê çaxê meydana tevliheviyê ji wanre fireh û azad dibû.
Lew
di baweriya rijîma turk de, ku bi dîlkirina Ocalan, ewê pizotê
þoreþê wek hercarê din bê vemirandin, ewan nizanîbû, ku bazê
tolhildanê amedebûn ku li wir rabin ser piyan û ewan nizanîbû
ku bi xwe Girtina Abdulah Ocalan bû sedemeke mezin ku derdê
Kurdan li herderê bû Pizika ser zimanê xelkê, lewra heriya wan
hê þiltir bû.
Ji
bo ku Kurd nebin, perçeyek ji vê Komploya navnetewî, netenê li
dij kurd û turkan herwekî
di hemû rojhilata navînde, ewan Agirbest Ilan kirin. û doza aþitiyê
li darxstin.
Lew
dîlkirina Apo bû sedema xirecireke mezin di navbera Serok wezîrê
Turkî Ecevîd û partiyên dinde.
Di
nava wê xirecirê û ne li hevkirina wan, partiyên Oldar bi ser
ketin, herwekî bi alîkariya þaþtiyên HADEP ku di
hilbijartinande destê xwe dan çepê Turk, bê ku hesab bikin ku
ji sedî 80 miletê kurd di bakurde Oldari.
Ji
ber van herdû sedeman hêza Oldarê turk di hilbijartinande bi
serket, û dikarîbû hukumetê bi tena xwe û bê hevpar li dar
bixîne.
Ev
tiþt di qunxeke û demeke dinde derbas dibû, di dema ku Emrîka
û Brîtanya li defa hewarê dixin û razîbuna miletan ji bo þerê
Kendavê dixwestin.
Sofikên
Turkî jî xwestin ku bi Emrîkan re lîstika þetrencê bilîzin,
lê bi wanre neçû serî,
Û
ew bû dilmahiyek mezin di nav wan û emrîkande.
Dewletên
Ereban li kendavê û Kurdên Baþûr Sîng û Balefirgehên xwe bê
sînor ji hêzên Emrîka re li dij Rijîma îraqê vekirin. Lewra
Emrîka êdî tu ehemiyet nema da hebûn û nebûna turkan di herêmê
de.
Kurdan
ji hêlekêde hêzin pêþmergan xistin nav hêzên hevpeyman de,
lewra bersivên qube ji waþintonê derketin ku tu pêwistiya me
bi turkan tuneye.
Ev
bersiv weke þeqamek ku li bin guhê Turkan kevi, lewra ewan
xwestin ku tev li heviyekê di wêderêde bikin.
Doza
mafê Turkmenan kirin, û di gotin ku 4 Milyon Turkmen li Baþûr
bê mafin û ji ber kurda bê çare ne.
Di
dema þerê kendavê ê 2. an de, heyva sor ya turk çû Iraqê û
herkesekî ku xwe wek Turkmen qeyd dikir, alîkarî didan wan,
lewra turk îro di bêjin ku 4 Milyon Turkmen hene, lê rastiya wê
ku ji sedî 70 ji wê jimarê kurd û Ereb û Filehê wê herêmê
ne. û ne turkmenin.
Desthiladarya
Turk û lêþkerê wênî ku ji 12 salande li herêma Kurdistanê
di mînin, pir matmayî man ku Emrîka piþtgiriya kurdan dikin,
herwekî Serokatiya Parêzgeha Kerkûkê xiste destê kurdan, û
li herderê Ala Kurdistan û Emrîka pevre berba dibi.
Turkan
xwestin ku nerazîbûna xwe, bi din xuyakirin, di riya lêþkerên
xwenî ku amede kiribûn bo kuþtina serokê Parêzgeha Kerkûkê.
Lê ewan bawer nedikir ku ew ji hêla Emrîka de bên girtin û
zindan kirin.
Ji
ber vê yekê jî ew di xwazin bi hemû þêweyî li dij vê rewþê
derkevin ta ku kurd ji vê yekê bê par bin, wisanjî ew xwe tevî
siyaseta Turkmenan dikin û destê wan di bûyera kerkûkêde
heye, ku pirkesên kurd û Turkmen, bi sedema xerakirina wargehê
Þîiyan. Lew bi vê yekê Turkan di xwestin ku hêzên þîaa li
baþûrê Iraqê bikþînin nava þer li dijî kurdan. Ta ku tevli
hevî berdewam biki, û rewþa kurda bi ser nekevi.
Lê
dem hatiyê û Emrîka bi xwejî, guhartinan di xîne nava
siyaseta xwede, û dostaniya kurdan êdî bi çaveke din di pîvi.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org