|
AI îdamên li Îranê mahkûm dike Zarathustra News Roja çarþema derbasbûyî 12 kes li Îranê
hatin îdam kirin. Bi îdamên dawî re, hejmara kesên îdamkirî li Îranê
bû 250 kes. Ev hejmara fermî ye, lê hejmara veþartî jî heye û bi
zaniyariyên veþartî, hajmara kesên îdamkirî pir mezintir e. Sala
derbasbûyî hejmara kesên hatibû îdam kirin 177 kes bû. Li gorî
hejmara par û îsal, Îran bi îdama mirovan ber bi rekorê ve diçe. Di 17 mehê de 9 kes ji girtîgeha Evîn
li Tehranê, 3 kes li Þîrazê, 10 mehê jî 2 kesên kurd Senandajê hatibûn
îdam kirin. Îdamkirina jina pirsek din e ku têra xwe balkêþ e. Xanim
Fakteh S, 24 salî bû. Mêrek 80 salî xwest ku dest bavêje namûsa wê. Wê
xwe parast û mêrik di dema parastinê de hatibû kûþtin. Lê parastina wê,
jê re weke suc hate hajmartin û xanim Faktehê hate îdamkirin. Îran yek ji welatan e ku, zarokan îdam
dike. Ev yek li dijî peymanên navnetewî ne. Îran wezîfeya xwe a li
hemberî peymanên navnetewî bi cî nahêne. Babak yek ji wan kesan bû ku
temenê xwe biçûk bû. Lê Îran temenê wî li ber çavan negirt û ew îdam
kir. Amnetsy International li hemberî cezayê îdamê ye û þêweyê îdama li Îranê derveyî mirovahiyê dibîne. AI ji Îranê daxwaz dike ku tevayê biryarên îdamê ji nû ve raçav bike û wan sivik bike. Mafê girtiyan û xweparastinê bide bar çav û daweyan ji nû ve binirxîne (Zarathustra News).
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org