|
|
- Pirtûka
"Licê" û roja danasina wê
-
-
- Gabar
Çiyan
-
-
 |
- Nivîskarê
hêja Amed Tigrîs ronakbîrek pir rengîn e. Bi programên
xwe yên tv yî mîna "Rojbaþ Mamoste" û
"Dibistana Kurdî" cihê xwe di dilên malbat û
zarokên kurda de çêkir.
-
- Weke
mamosteyê kurdî û ronakbîrekî kurd di dezgehên kurdî de
xebatên hêja û bêwestan kir.
-
- Wî,
pirtûkxaneya kurdî ji gelek awiran ve dewlemend kir. Carna
bi tenê, carna jî bi nivîskarên din re berhemên hêja pêk
anîn. Ken û Girîn, Kurterastî, Nîþan û Dawet û
Cografya Kurdistanê beþek ji wan in.
-
- Tîgrîs,
demek e dirêj di medîa kurdî de nivîsên xwe belav bû. Li
ser gelek mijaran reng da rûpelên kovar û rojnameyan. Hinek
kovar û rojnameyên ku nivîsên wî tê de hatine weþandin,
ev in: Berbang, Armanc, Kurdistan Press, Avaþîn, Azadiya
Welat, Hîwa û Bîrnebûn...
|
-
- Hêja
Tigrîs wextek e bê deng bû. Lê derket holê ku ev bêdengiya wî
sedema xwe hebû. Ew, wextekî dirêje li ser berhemekî nû dixebitî.
Bingehek xurt ji vê xebatê re amade dikir. Bi wêneyên ji duhî dirêjî
hetanî roja me dibe, xebata xwe zindîtir kir. Ji gelek kesan û awiran
ve zaniyarî berhev dikir û bibîranînên xwe û derûdora xwe pirtûk
tekûztir kir. Kitêb, valahiyek mezin li ser herêmek ji yê Kurdistanê
dê dagire. Bi vê hasasiyetê, bi dehan car zimanê wê kontrol kir. Û
pirtûka ku bi salan e li ser dixebitî bi dawî hat. Kete ber çapê...
-
- Bajarê
Þewitî Licê, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye.
Amed Tigrîs yek ji wan kesan e ku bi vê yekê baþ zane. Ew bi xwe jî
ji vê herêmê ye. Bi vê berpirsiyartî û zaniyariyê kitêba "Licê"
nivîsî.
-
- Pirtûka
giranbûha Licê, li Stockholmê, li navenda Kitêbxaneya Kurdî de,
roja 6 ê nîsanê bi nasandinek berfireh dê bikeve destên xwendevanên
xwe.
-
- Min
û Tirgîs cara ewil, çend sal berê, hev li Instîtuya Kurdî li
Stockholmê dît. Wî, bi disîplîna xwe û xebata xwe ya rêkûpêk,
bi gavên ji bo xebatên kolektîv, carna bi henek û nukteyên xwe, bi
dîtinên xwe yê dewlemend û dostaniya ji dil, hezkirina xwe li cem me
tevan çêkir. Bû mamosteyê me.
-
- Mamoste
Tigrîs...
- Spas
ji bo vê xebata te ya nû û hêja. Yezdan jiyanek dirêj û bisihet
bide te. Ji bo ku Tu gavên mezintir bavêjî û bi dehan kitêbên din
binîvisî...
-
- Zarathustra
News - zarathustra_news@comhem.se
|
|
|