|
|
Hajmara
nû a kovara "LÊKOLÎN"ê derket
Zarathustra
News -
zarathustra_news@comhem.se
 |
Organê Instîtuta Kurdî li Elmanya
kovara Lêkolîn derket. Bi vê „Lêkolîna“
dawî re hejmara Lêkolînan dibe 11.
Hejmara vê carê xwerû li ser ziman e. Bi temamî 201 rûpel e û ji
16 gotarên lêkolîner, nivîskar û rojnamevanên Kurd û dostên
Kurdan tê pê.
Hejmar 11, mîna giþ hejmarên berî
xwe xwurt û dewlemend e. Qelem xwedîgotin in, nas û þarezayên
babetê xwe ne.
Monopolê lêkolînên li ser kurdan û
pirsgirêkên wan heta berî bi çend salên dawî di destên biyanîyan
de bû. Îro rewþ baþtir e, fera mêzênê ber bi aliyê lêkolînerên
Kurd ditewe. Nimûneyên vê ne kêm in, li giþ perçên Kurdistan,
li welat û li derveyî welat ev tê dîtin. Kovara Lêkolîn bi xwe jî
yek ji van nimûneyan e.
Di naveroka hejmar 11 de sernivîsên jêrî
cîh digrin: Sergotara redaksiyona Lêkolînê, Fehmî Balay:
Giringiya ziman û perwerdeya bi Kurdî , Amed Tîgrîs: Zimanê
Standard û zimanê akademîk , Evdila Dirêj: Kurtewurek li ser
ziman, Rojan Hazim: Devokê Hekariya, Sediq Sindavî: Hevpeyvînek di
gel Dr. Geoffrey Haig, Mustefa Reþîd: Standartkirina Awayê Nivîsandina
Zimanê Kurdî Zayavayê bakur, Faysal Dagli: „ hemwelatî, bi Tirkî
biaxive, pirr biaxive“, Huseyin Kartal: Çend Têbînî li ser Rewþa |
Rojane ya Zaravê Kurmancî, Muhsîn Osman: Zimanê Kurdî û yên deverê Pêdaçûn
û hevberkirin, Sidiq Hirorî: Ji bo zimanekî Tekûztir, Dr. Zerdeþt Haco.
Bipêþveçûna dîrokî ya zimanê Kurdî û hin taybetmendiyên wî yên
xweser, Dr. Zorabê Bûdî Aloian: Zimanên Romanî, Ali Huseyin Kerîm.
Zimanê Kurdî berê zimanê zanistê bû, Mîrhem Yigît: Siyaset û
stratejiya zimên, Jîr Dilovan: yekîtiya Zimên û alfebeyeke hevgirtî,
Dr. Kristuv unger. Alavêt Akamê di zimanê Kurdî / Bahdînî/ de.
Kesê bixwaze bi Instîtuta Kurdî li
Almanya re têkiliyê deyne dikare ji navnîþana:
Neusser str 216 , 50 733 Koln re binîvisîne. An jî telefon bike bo
hejmara 0049 0221 72 70 92. E-maila istitîyê wisa ye:
institutakurdi@yahoo.de..
Zarathustra
News - zarathustra_news@comhem.se
|
|
|