|
|
Romanek
hêja ji HESEN HUSEYÎN DENÎZ:
Hêvî Her Dem Heye
Zarathustra
News – zarathustra_news@comhem.se
 |
Naveroka
Romanê li serbingehê di þert û mercên mirinî de jî be, hêviya
jiyînê neqedîne û her zindî bike, bi vî awahî jiyanê bi dest
bixe hatiye sazkirin. Bi giþtî ji bo têkoþîna gelê kurd, bi
taybetî ji bo lehengê romanê grîngiya hêviyê tîne ser ziman.
Komek
gerîlan ji sedemên zor û zahmetiya têkoþînê, di cihekî ne rewa
û ne di demê de bi hêzên artêþa tirk re dikevin þer. Di vî þerî
de hêza gerîla windahiyên giran dide. Cihê lê ketine þer
qûntara Kêla Memê ye. Asê û bilind e. çend gerîlan jî
birîndar dibin. Lehengê romanê jî ji lingê xwe birîndar dibe. Ji
bo ku hestiyê lingê wî diþikê, hevalên wî yên sax mane nikarin
wî bi xwe re bibin. Ji xwe hêzên dijmin dor li wana pêçane û ji
bo îmhakirina wan tevdigerin. Bi êvarî re gerîlayên mane dixwazin
çeperê qut bikin, lê ji ber ku nikarin kesekî hilgirin pêwîst
dimînin lehengê romanê di nava çepera dijmin de bi qedera wî ve
tenê bihêlin. Esas di rewþeke mirinî de dihêlin û bi vê sedemê
dixwazin ku ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeyekê bigre ser
xwe û dawî li jiyana xwe bîne.
Lê
lehengê romanê di hiþ û ramana xwe de ji hevalên xwe cudatir
difikire û xwediyê hest û ramanên cudatir e; ew dibêje; `Ger
mirineke min hebe, bila bi destê dijmin be, ez bi destê xwe dawî li
jiyana xwe naynim, xwe bi erzanî naxim destê dijmin jî; ezê li ber
xwe bidim; hêvî hîn bi dawî nebûye!`
Roman ji vir û þûn de bi berxwedana lehengê romanê yê ku tevî
nikare bimeþe û dor lê hatiye pêçan, bê çawa mejiyê xwe bi kar
tîne û xwe ji çepera dijmin derdixîne, piþt re çawa hivdeh rojan
bê xwarin û bê derman bi tena serê xwe di bin keviya berfekê de,
li hêviya hatina hevalên xwe dimîne didome.
Di van
hivdeh rojan de lehengê romanê him di kesayeta xwe de, him di warê
rêxistinî, têkoþîn, jiyan,hest û di gelek waran de lêpirsîn û
mûhasebekirinan dike. Jiyana xwe bi baþî û nebaþî tîne ber
çavên xwe, hêvî, daxwaz, armanc û xebatên xwe bi xwe re gengeþe
dike…
Ji her alî ve, him di romangeriya kurdî de û him jî di
romannivîsiya wêjeya gerîlan de bi vegotineke nû ya herak,
dewlemend û xweþbûna zimanê kurdî derdixe ber çav hatiye
nivîsandin. Romana `Hêvî Her Dem Heye` bi berga xwe ya yekem bi
îdîayeke ku tama vegotina wêjeya kurdî bixe bin zimanê
xwendekaran tê ber destê we. Nivîskar li hêviya xwendin û
rexnekirinên we ye ku bikaribe dest bi berga duwem bike… |
Hesen
Huseyîn Denîz
Di sala 1960î de li gundê Sitilîlê yê girêdayî
Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navendî li Serêkaniyê ya
Ruhayê xwend. Zaroktiya wî li vir derbas bû. Dibistana ziraetê li
Sitenbolê xwend.(1976-79) Di van salan de hevnasîna wî bi tevgera azadiyê
re çêbû. Piþtî dibistan qedand bi erka teknisyentiya Ziraetê hat
Gercewsê. Di sala 1981ê de piþtî hatina cûntaya 12ê Îlonê Li
Gercewsa Mêrdînê hat girtin. Qasî 8 salan di zîndana Amedê de ma. Bi
îþkenceyên tên zanîn re rû bi rû ma. Di sala 1988an de ji zîndanê
derket û derbasî Libnanê bû.
Dema
li zindanê jî ceribandin û helbest û rojane dinivîsand û li zindanê
di derxistina kovara bi navê `Hawar` û `Çirûska Jiyan` de cih digirt ku
ev her du jî ji aliyê dîlên azadiyê ve bi dest dihatin nivîsandin û zêdekirin.
Hesen
Huseyîn Denîz ji malbatek welatparêz û rewþenbîr tê. Ji zarokî ve
mereqa wî li ser xwendin û nivîsandina kurdî hebû. Birîna Reþ û
Qimil her du pirtûkên Musa Anter û Alfabeya M. Emîn Bozaslan hîn di
zaroktî de xwendibû.
Bi salên 1990î re, ji rojnameya Azadiya Welat re gotar dinivîsand, ji
Kovara Rewþen a li Ewropa derdiket re jî dinivîsand û demekê, ji
Rojnameya `Berxwedan` ê re berpirsyarî û edîtorî kir.
Piþtî
þehîdkirina birayê wî Huseyîn Denîz û xalê wî Mûsa Anter di sala
1992an de wekî erka domandina pênûsa wan li ser milê xwe dît û dest bi
berhemdayînan kir. Li Herêma Parastina Rewa Mamostehiya zimanê kurdî û
nivîskarî bi hev re meþand.
Bi
salan e ji malperên kurdî û rojameya Azadiya Welat re dinivîsîne. Herî
dawî du pirtûkên wî bi alîkariya Enstituya kurdî ya Brukselê li weþanxaneya
Do hatin çapkirin; `Rênîþanêra Vegotina Kurdî`Rêziman û kompozîsyon`
, `Hêvî Her Dem Heye` Roman`
Qasî
deh pirtûkên din ên li hêviya çapê yên nivîskar Denîz hene. Zêdetirê
van çîrokên ji bo zarokan û yên klasîkî yên wêjeya kurdî ne.
Zarathustra
News – zarathustra_news@comhem.se
|
|
|