|
|
- Wezareta
Derve ya Swêdê:
- Suriyê
Mafê kurdan binpê dike
-
-
- Zarathustra
News – serwext.com
-
-
-
- Wezareta Karên Derve yê Swêdê
berî bi çend rojan raporên berfireh li ser pirsa mafê mirovan belav
kir. Di raporê de dîtina fermî ya Swêdê li ser rewþa welatên
cewaz hatiye diyarkirin.
-
- Beþê Suriyê ji 20 rupelan pêk tê.
Di destpêka raporê de qala peymanên navnetewî tê kirin ku Sûriyê
îmze kiriye. Di nava rûpelan gelek caran helwêsta rêvebiriya Sûriyê
ji awira pêlkirina mafê mirovan ve tê rexnekirin.
Sêdarkirina mirovan ji sala 2002 an pê ve dîsa destpêkiriye
û mirov têne îdamkirin. Îþkence
û wundabûna mirovan pêk tê. Partiya Beas organên polîtîk xistiye
bin hukmê xwe. Hiquq yek alî dixebite, ruþwet û bertîldayîn piralî
dibe. Medîa bi tevayî di bin kontrolê de ye û xwesansurkirina
xebatkarên medîayê rojane pêk tê. Neheqiyên li dijî jinan têne
rojevê û parastina mafê wan ji ber qanûnen hene nikare bê parastin.
-
- Di
gelek beþan de qala kurdan, zilm û îþkenceya li ser wan tê kirin.
Zimanê raporê têra xwe diplomatîk e, mesaj bi rexneyên nerm têne
kirin. Beþê 16 an bi giþtî li ser rewþa kurdan e.
-
- Dîtina
Wezareta Karên Derve yê
Swêdê li ser rewþa baþûrê biçûk yê Kurdistanê wisa ye:
-
-
- Mafên
mirovên ku bi netewe, eqaliyat, ziman û bawerî û gelên kevnare ve
girêdayî ne
-
- Ji % 10 ê welêt ji kurdan pêk tê.
Ew, bi þêweyekî yekser ne di bin zordestiyê de ne. Lê ji bo
parastina mafê wan rêz û hurmet nayê nîþandan. Zimanê kurdî wek
zimanê perwerdekirinê nayê pejirandin û mecalên danasîna çanda
kurdî tê sînorkirin. Kampanya erebkirinê ya ku di salên 60 î de pêk
hat, 120 hezar kurd ji mafê hemwelatiya Suriyê bêpar hiþt. Bi qasî
200.000 – 250 000 kurd bê welat in. Komîteya UN ê
ya Mafê Mirovan ji bo rewþa kurdan ya bêwelatî, neqeydkirina wan di
nifusê de û ji ber berdewama krîmînelîzekirina wan, xemgîniya xwe
anîbû zimên.
-
- Raporên piþtrastbûyî li ser
girtin û îþkencekirina kurdan belav dibin. Hejmarek kurd ku çend kes
in ne diyar e, ji aliyê dadgehên leþkerî û ewlekariyê ve hatine
dadgehkirin. Beþek jê, ji ber sucên ”dabeþkirina welêt”, ”girêdana
herêmek welêt bo biyaniyan” û ”endametiya hêza terorîst”
hatin cezekirin û zîndanîkirin. Hate diyarkirin ku beþek ji wan girêdana
xwe bi PKK ê re an jî bi partiya ”Democratic Union Party” re heye.
-
- Dadgeha leþkerî dixwaze 49 kesên
kurdnijad ji ber xwepêþandanekî ceze bike. Çalakî, bi munasebeta
wefata Þêx Maþhukê Xeznewî li Qamiþlokê, di sala 2005 an de bûbû.
Di dema dadgehkirina wan de, çavdêrên EU ji konsolosxaneyên cewaz yên
li Þamê hatibûn wir. Dadgehkirina wan 2006 an de dest pê kiribû û
hêja bi dawî nehatiye.
-
- Kurdên bêwelat, ji gelek mafên
hemwelatiyên Suriyê bêpar in. Li gorî qanûna Suriyê, bêwelatbûn
ji bav derbasî zarokan dibe. Kurdên bêwelat li Suriyê weke
”ajanip” (biyanî) an jî ”maktoumeen” (di nifusê bêqeyd) têne
hesêp. Bi taybetî kesên bê qeyd ji gelek mafan bêpar in.
-
- Kesên ”Ajanip” xwedî
nasnameyekî taybetî ye û dikarin ji bo derxistina pasaporta
”laissez-passer” bi
makamên Suriyê re têkiliyê deynin da ku pê li derveyî welêt bixwînin,
an jî pirsgirêkên xwe yên bijijkî çareser bikin. Ji bo kesên
”maktoumeen” ev yek derbas nabe û ew nikarin bi eþkere derkevin
derveyî welêt. ”Ajanib” berevajiyê ”maktoumeen” dikarin îcazeya
karkirinê bidest bixînin. Çi mafê herdu aliyan tune ye ku, milk
bikirin, timobîla li ser navê xwe qeyid bikin û bazirganiyê bikin.
Kesek ”Ajanip” dikare bi erzanî ji mecalên tedawiya li nexweþxanê
sudan bigire. ”Maktoumeen” berevajiyê ”Ajanib”, nikare zewaca
xwe fermî bike. Lewmaye zarokên wan jî navên xwe di nifusê de nayên
nivîsîn /qeyidkirin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji xwendina dibistana
bingehîn mahrum bimînin. Lê di pratîkê de, dezgehên fermî, çavên
xwe ji bo xwendina bingehîn ya zarokan digirin û rê li ber xwendina
wan ya bingehîn nagirin.
-
- Zarathustra
News – serwext.com
-
-
-
-
|
|
|