Alfebêta erebî û zimanê
kurdî
Dr. Zerdeþt Haco
Kengî cara pêþî di dîroka mirovayetiyê de ziman hatiye nivîsîn, heta roja îro bi awayekî zanistî ne hatiye diyar kirin. Herwekî wê jî heya roja îro ti bingihên zanstî ji wê yekê re, ka gelo kîjan ziman pêþî di destpêka dîrokê de peyde bû ye, nîn in. Erê, rast e, zanyarên arkologî di lêkolînên xwe de gelek berhemên dîrokî yên hêja û bi nirix kom kirine, belê ew di xebatên xwe yên zanistî de rastî gelek pirsgirêk û çetnahiyan tên. Di derbarê gelek berhemên kevinare de zanyar hê jî nizanin, ka gelo ew nîgarokên (rismên) hûnermendî ne, yan ew nivîsîn in. Ji xwe yên zanyar dizanin, heke berhemek nîgarokeke hûnermendî be, hingê ew hesta dilê xwediyê wê, yan jî dîtina wî li ser tiþtekî yan bûyerekê derdibire, û heke nivîsîn be, ji xwe divê ew berhemek be, ya ko komek mirov di nav xwe de li ser þêweyê danîn û bikaranîna wê li hev hati be.
Vêce gava ew berhem nîgarokine hûr û bi awayekî endazyarî (hendesî) li pey hev û bi rêzik bin, hingê gelekî çetin e, ko mirov bizane, ka gelo ew berhemên nîgarkêþî ne, yan nivîsîn in.
Belê weke encameke zanyarî ew rastî diyar bûye, ko
saziyên (sistêmên) nivîsînê yên têvel (ji hev cida) û her yek serbixwe
li gelek deverên cîhanê hatine afirandin, weke Navbera Herdû Çeman (Mêsopotamiya),
Çînê, Emêrîka Naverast û hin deverên dî li dinyayê. Lê ew dîtina ko
dibêje, ev sistêm hemû ji yek çavkaniyê ne, ne xwedî bingeheke zanistî
ye.
Neqþên nivîskî li ser alavên qehfikî yên ko ji xaka
þewitandî hatine çêkirin û li hin deverên Rojhilata Navîn û bþur-rojhilatê
Ewropayê hatine kom kirin, bi dîroka xwe vedigirin nêzîkî sala 3500î berî
zayînê (berî Îsa). Hin ji van neqþan li bajarê kevnar, Sûsa, yê
ko cihê wî îro li baþur-rojhilatê Kurdistanê, li navçeya Êlam dikeve,
hatine dîtin.
Bi pêþveçûna dîroka mirovayetiyê re du sistêmên nivîsînê
peyde bûn. Sistêma 1ê ew sistêm bû, ya ko her nîgarokekê (resmekî)
tiþtek dida xuya kirin, mînak: Nîgarokeke bi çend xêzikên piþttewandî û
di bin hev re bi awayê pêlên avê, çe li çem yan deryayê dikir. Û sistêma
2an ew bû, ya ko her nîgarokekê (resmekî/þeklekî) bêhtir ji tiþtekî
û heta têgînên axêverî, yên ko ne li ber çavan in jî, didan xuya kirin.
Di nivîsîna sûmeriya kevin de nîgargaroka ezmanekî sayî û bê stêr gelek
wateyên xwe hebûn, weke „þev“, „tarî“, „reþ“; lingek bi wateya
„çûn“, „rawestan“ û hin wateyên dî yên nêzîk bû.
Di piþt re û bi pêþveçûna demê re di hezarsala 4an de berî zayînê nivîsîna bizmarî (mîxî) hate afrandin û ji gelek zimanan re hate bi kar anîn. Herdû sistêmên li jor, sitêma 1ê û sistêma 2an di gelek demên dîrokê de hatine bi kar anîn. Bipêþveçûna van þêweyên nivîsînê xwe kiþande heta bi sedsala 1ê berî zayînê. Sistêma 2an li Çînê bi pêþ ve çû û xwe gihande heya roja me ya îro. Ji vê sitêma nivîsînê re têgîna logographie tê bi kar anîn, ango her nîgarokek li þûna peyvekê ye. Di ferhenga zimanê çînî de ya salên 1662 – 1722, 50 hezar
nîgarok hene. Belê gelek ji wan nîgarokan di jiyana mirovên çînî de îro nema têne bi kar anîn. Kesekî ko bxwaze hînî zimanê çînî yê îro bibe, divê bi kêmayî xwe fêrî 2000 nîgarokê bike. Hiþkere ye, ko Yapaniyan jî di piþt re sistêma nivîsa çînî wergirt û li gor zimanê xwe hinek guhertin xistinê. Di xwendegehê de ji pêngava 1ê seretayî heta bi pêngava 6ê seretayî divê zarok li Yapanê li gor zagonên perwerdeyî bi kêmayî hînî 881 nîgarokê bû bin.
Nivîsîna hîroglof di Misira kevin de berî nêzîkî
3000 sal hate peyde kirin û di dîrokê de bi pêþ ve çû. Ew jî awayek ji
sistêma 2an bû, ya ko berî niha li jor axaftin hate ser, belê nîgarokên wê
bi wî awayî bûn, ko her 2, yan 3 nîgarok bi hev re peyvek ava dikir. Hîroglof
peyveke ji zimanê yûnanî hatiye û wateya wê „pîroz“ e. Nivîsîna hîroglof
bi Yûnanî hieroglophik grammata, ango „nivîsîna Pîroz“ bi vî
navî hatiye nas kirin, ji ber ew di cihên pîroz , weke mizgeft, gorin û
perêzgehan (me’bedan) de
dihate bi kar anîn. Ev navê ha,
ango hîroglof li nivîsên kevnare yên hin çandên din jî, weke çanda Hêtîtan
(Kurdistana îro), ya Maya, ya
Indus û ya hine din jî tê kirin. Nivîsîna hîroglofî di kar de ma,
heya bi demeke kurt berî zayînê, gava sistêmeke nû cihê wê girt. Ev sistêma
nû ji aliyê Qubtiyên Misirê ve hati bû danîn. Qubtiyan jî ev sistêma
nivîsê ji nivîsina kîteyî ya ko li girava Qubrusê hati bû
afrandin, wergirti bû.
Sistêma nivîsîna kîteyî hê ji mêj ve li ser
girava Qubrusê dihate bi kar anîn. Qubrusiyan jî bê goman ji nivîsên gelên
hawîrên xwe ev sistêm bi pêþ ve xisti bû. Sistêma wê jî ew bû, ko tîpeke
dengdar (konsonant) bi tîpeke dengdêr (vokal) re bêjeyek ava dikir. Ew ji
destê rastê ve dihate nivîsîn.
Piþtî vê demê Fênîqiyan, yên ko peravên Deriya Navîn
li Sûriya, Filistîn û Lubnanê di bin destê xwe de dihiþtin, hatin û sistêma
nivîsîna Quptiyên Misrê wergirtin û hin guhertin li gor sistêma zimanê
xwe xistine nav. Ji ber zimanê Fênîqiyan zimanekî samî bû, wan dît, ko
bikaranînîna tîpên dengdêr (vokal) ne xwedî giringiyeke mezin e ji
zimanê wan re, ji ber vê yekê wan sistêma tîpên dengdar
(konsonant) xiste bingehê nivîsîna xwe.
Li gor zanîna me ya îro,
êdî ew cara pêþî bû, ko di dîroka mirovatiyê
de alfabêteke bi sistêm hatiye danîn. Ango Fênîqî ne, yên ko cara pêþî
di dîroka mirovayetîyê de alfabêt afirandine.
Di nivîsîna zimanên samî de, yên ko tîpên dengdar
(konsonant) -bi giþtî 3 tîpên dengdar qurmê peyvê diyar dikin-, nivîsîna
tîpên dengdêr (vokal) ne pêwist bû. Wan didît, ko bi nivîsîna tîpên
dengdar (konsonant) ew zû digihane jihevtêgihishtinekê. Ji ber vê yekê û
ji ber nebûna dengdêran (vokalan) ji alfebêta Fênîqî re BCD û ne ABC tê
gotin.
Ev dem êdî bû dema jidayikbûna alfebêtên zimanên samî
weke, Aramî, Ibrî û Erebî. Dîroka bipêþveçûna alfebêta Fênîqî,
wergertin û bipêþvebirina wê ji aliyê êlên samî ve digihe nêzîkî 1700
salî berî zayînê.
Gava gelên hindo-ewropî, weke Yûnanan û hin gelên din
-em niha li ser Kurdan tiþtekî nabêjin, ji ber zanyarên derveyî heta niha
di vî warî de li ser wan tiþtek ne nivîsîne- rastî vê sistêma ha hatin,
wan dît, ko bi arîkariya tîpên dengdêr, êdî derfeteke gelekî mezin ji
bona avakirina peyvan heye. Di vê
biwarê de mirov ji bo têgihiþtinê kare îro vê mînaka zimanê
kurmancî bide: Di rêza tîpên dr de, heke em her 8 dengdêrên
zimanê kurmancî tenê di navbera „d“
û „r“ de deynin, em digihine vê encamê: dar, der, dêr, dir, dîr,
dor, dur, dûr. Ji van her 8 peyvan 4, ango dar, der, dêr û dor peyvên zimanê kurmancî ne.
Ji xwe ji berê ve, tîpên dengdêr (vokal) li ber çavên
Yûnaniyan keti bûn, ji ber dan û standina wan û Qubrisiyan, yên sistêma kîteyî
bi kar tanîn, bi hev re hebû. Bi vê yekê Yûnanan li gor sistêma zimanê
xwe yê hindo-ewropî alfebêta Fênîqî wergirt, guhert û alfebêteke yûnanî
afirand. Her weke Yûnanan, Etrûskan jî, yên ko lêkolînên zanistî li ser
bingeha wan bi dawî ne hatine, alfebêta xwe ava kirin.
Bi kurtî û ji derveyî vê mijarê ez dixwazim li vê derê,
çavên zanyarên ewropî, yên ko hemû di yek baweriyê de ne, ko Etrûsk ji
rojhilatê Tirkiya îro hatine Îtaliyayê,
rabikêþim ser navê vî gelê ha, yê ko berî 1000 salî hati bû Îtaliyayê,
ji Îtaliyan cida bû, xwedî zimanekî taybetî bû û li Îtaliyayê risteke
mezin leyistiye. Mebesta min Etrûsk û Etrûþ e. Gava em di herdû navan de
dev ji tîpên dengdêr (vokal) berdin, di destê me de û bi rêza 1, 2, 3, 4,
trsk û trþ dimênin. Di dengzaniya zimên de em dizanin, ko dengdara s û
dengdara þ di gelek peyvan de cihê hev digirin, û dengdara k di Kurmancî de
di gelek peyvan de maye û di gelekên din de ketiye, mînak li ser vê gelek
in, weke bav/baw = bawk, dê/da = dak/dayik. Belê ev yek cihê lêkolîneke
taybetî ye.
Piþtî ko Yûnaniyan alfebêta Fênîqî wergert û li gor sîstêma zimanê xwe guhert, bi demê re Etrûskan jî alfebêta yûnanî wergirt û di nêzîkî sala 800î berî zayînê de guhertinên xwe avêtine nav. Di piþt re Îtaliyan elfebêta etrûskî wergirt û li gor sistêma zimanê xwe bi pêþ ve bir, ango ev yek bû dema jidayikbûna elfebêta latînî. Ji tîpên yûnaniya kevin, tîpên kirîlî jî hatine girtin û guhertin.
Niha mirov dikare bêje, ko bi kurtî ev dîroka bipêþveçûna
nivîsînê li Rojava bû.
Li Rojhilat me got, ko sistêma nivîsîna zimanê Çînî
xwe da pêþ, belê ew li her deverê bela ne bû. Gelên ko zimanê wan
hindo-ewropî bû, alfebêtên xwe yan ji alfebêta aramî wergirtin, weke
sanskrît li deverên weke Hindistanê
, û yan jî ji elfebêta erebî weke Pakistan îran û Afganistanê wergirtin.
Hijmara tîpan di piraniya elfebêtên ko îro hene de di
navbera 20 û 30 tîpî de ye. Belê li gor sistêma dengkariyê ya her zimanekî,
elfebêtên kintir û yên dirêjtir jî hene. Alfebêta herî kin, ya Rotoka
ye. 11 tîpên wê hene. Elfebêta herî dirêj ya Khmêr e, ya ko 74 tîp tê
de hene.
Sistêma nivîsînê li gor tîpan, ango li gor alfabêtê
îro ew e, ya ko baþiya xwe ji hemû aliyan ve di nav dîroka mirovatiyê de
daye pejrandin, weke sistêma herî baþ.
Belê elfebêta herî bi rêk û
pêk ew elfebêt e, ya ko her tîpeke wê nîþana dengekî taybetî û serbixwe
ye, ango gava di nivîsînê de, tîpek were guhertin, hingê wateya bêjeyê
hemûyî tê guhertin. Ji vê yeka han re di zanyariya zimên de fonologî
dibêjin û ji dengên wisa re, yên ko bi wan yekser tevayiya wateya bêjeyê tê
guhertin, fonem dibêjin. Ji ber vê yekê ji elfebêta latînî ya
zimanê kurdî re tê gotin, ko elfebêteke phonologî ye, ango tîpên wê
fonêm in, mînak: bar, car, çar, dar, har, jar,
kar, mar, par, sar, tar, war, yar,
zar. b, c, ç, d, h, j, k, m, p, s, t, w, y û z fonêm in. Weke elfebêta
kurdî ya latînî ji hin elfebêtên din re jî tê gotin, ko ew elfebêtên
fonologî ne, wek elfebêta spanî û ya fînlendî.
Belê di sistêma dengkarî ya zimanê kurdî de, ne tenê
dengdar (konsonant) fonêm in, lê dengdêr (vokal) bi xwe jî fonêm in, mînak:
bar, ber, bêr, bir, bîr, bor; car
kar, ker, kêr, kir, kur, kûr, kor.
Vêce li gor vê rastiyê em dibînin, ko sistêma dengkarî
di zimanê kurdî, weke zimanekî hindo-ewropî de li ser fonêmên dengdar
(konsonant) û fonêmên dengdêr (vokal) hatiye avakirin. Bi gotineke din, em
karin bêjin, ko binyata sistêma dengkarî ya zimanê kurdî dengdar û dengdêr
in, ango mirov nikare wisa bi hesanî elfebêteke weke elfebêta erebî, ya ko
–weke me li jor dît- ji alfebêta Fênîqî hatiye wergirtin û li gor sistêma
dengkarî ya zimanên samî hatiye danîn, bêne û li sistêma dengkarî ya
zimanê kurdî siwar bike. Bi vê êdî em nêzîkî mijara xwe dibin.
Pirs ne ew e, weke hin bawer dikin, ko em Kurd dixwazin xwe
ji alfebêta erebî rizgar bikin, ji ber 2 parçeyên mezin ji xaka Kurdistanê
bi sedema hin bûyerên rêzanî di dîrokê de ketine bin destên 2 dewletên
erebî de.
Mijara me ne ew kes in jî, yên ko ji aliyekî dî ve –
û bi taybetî di vê dema ko ji hemû aliyan ve hêriþeke mezin li ser zimanê
kurdî heye, ji ber bejewendiyên xwe yên kesayetî (ew berjewendî çi dibin,
bila bibin)- xwe tevêjine dawa Ereban, xwe bi wan þêrîn dikin, li aliyê wan
radiwestin û bi helwesteke nepaqij dixwazin Erebên dostên gelê me jî ji me
dûr bikin û bibine aliyê dijminên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, gava ew
di rojnameyên erebî de dinivîsin, bi wateya, ko em, ew Kurdên bi elfebêta
latînî dinivîsin hewqasî ne dilxwazên Ereban in, û em li aliyê Ewropiyan
in.
Belê, em tenê dixwazin, rastiya wê yekê bizanin, ka
gelo ji elfebêtên ko îro hene, kîjan ji wan li sistêma dengkarî ya zimanê
kurdî tê. Li gor þirovekirina jor em bi rastî dikarin zimanê kurdî bi her
alfebêteke binivîsin, ango em dikarin bi elfebêta herî pêþ, ya Fênîqî,
bi aramî, ibrî, erebî, yûnanî, etrûskî, kîrîlî, latînî, bi sistêma
kîteyî ya sistêma kevnar e qubrusî û bi sistêma logografî ya çînî û
yapanî. Weke belge li ser rastiya vê dîtinê, mirov kare bi xweþkayî rewþa
nivîsîna zimanê kurdî bide, yê ko îro di rastiyê de bi 2 elfebêtan tê
nivîsîn, latînî û erebî, û heta berî demekê bi kîrîlî.
Gava Yûnanan di sedsala 9an berî zayînê de elfebêta Fênîqî wergirt, ew zû gihan wê encamê, ko elfebêta Fênîqî ji sistêma dengkariya zimanekî samî re hatiye saz kirin. Wan dît, ko elfebêta Fênîqî li ser bingehê dengdaran (konsonant) hatiye ava kirin. Ji ber wê yekê wan kelk (fêde) ji sistêma kîteyî ya ko xwe li Qubrusê veda bû, stand û elfebêta fênîqî li gor sistêma denkarî ya zimanê xwe yê hindo-ewropî guhert û bi pêþ ve bir, û bi dirêjbûna dîrokê re elfebêta latînî hate danîn, ya ko îro beþê meztir ji gelê me jî pê dinivîse.
Di wergirtina elfebêtekê de ji bo nivîsîna zimanekî, divê mirov sistêma dengkarî ya zimanê ko mirov jê elfebêt aniye, û sistêma dengkarî ya wî zamanê ko mirov dixwaze elfebêtê jê re bi kar bêne, bide ber hev. Heke herdû sistêm li hev hatin, hingê êdî nema merc e, ka elfebêt ji zimanekî hindo-ewropî hatiye, ji zimanekî samî hatiye, yan ji zimanekî dî hatiye. Ango wê ji berjewendiya wî zimanî be, gava herdû sistêm li hev werin. Zanyarên ewropî ev rastiya ha nas kiri bûn, gava wan pêþniyara elfebêta latînî ji Atatürk re kirin. Û zimanzanê kurd yê mezin Mîr Celadet Bedirxan jî ev rastiya ha nas kiri bû.
Ango wergirtina elfebêta latînî, ya ko ji sistêmeke
denkarî bi dengdar (konsonant) û dengdêr (vokal) hatiye, ji zimanê tirkî
re, yê ko sistêma dengkariya wî bi dengdêr (bêhtir) û dengdar re, û ji
zimanê kurdî re, yê ko ew jî -bi ser ko nejada wî û ya zimanê tirkî ne
yeke- bi sistêmeke dengdar û dengdêr e, encama rastiyeke zanistî ye, û ne
weke ko hinek bi bextreþî dixwazin ber bi Ereban bênin, ko Mîr Celadet bi çavkorî
riya Atatürk dijî erebîtiyê girti bû.
Di qonaxên dirêj yên dîrokê de, gelek caran yan bi
sedemên bazirganî, yan bi sedemên olî û yan jî bi tirs û zorî elfebêtên
hin zimanan li ser nivîsîna hin zimanên din hatiye zorkirin, bi ser ko herdû
sistêm yekcar li hev nakin. Em di vê mijara xwe de dixwazin mînaka sistêma
zimanê erebî yê ko bi zor li sistêma zimanê kurdî (û gelek zimanên din)
hati bû zor kirin, bidin.
Gava Ereban, yên ko me sistêma dengkarî ya zimanê wan
li jor da xuya kirin, ko ew bi giþtî li ser binyata 3 dengdaran (konsonant),
hatiye ava kirin, di sedsala 7an de bi þûr û xwîn Kurdistan dagîr kir, wan
zimanê xwe, zimanê Quran û Xwedê, xiste zimanê fermî. Kî ji Kurdan li dij
derketi ba, û xwesti ba, bi zimanê dayika xwe binivîse, weke mirovekî
nebawermend, yê ko ji riya Quran û Xwedê derketiye, dihat tawanbar kirin. Bi
dirêjiya sedsalan re li vir yan li wir Kurdin derketin û bi zimanê xwe, kurdî
di bin mercên dagîrkeran de hin berhemên di dîroka mirovayetiyê de pir bi
nirx û hêja nivîsîn. Wan ew berhemên xwe êdî bi Kurdî, lê
bi elfebêta erebî nivîsîn.
Li gor zanîna me ya îro, nivîsên kurdî bi tîpên erebî
yên pêþî vedigerin salên 1009 – 1078 piþtî zayînê (Jiyana Elî Herîrî).
Bi vê tê xuya kirin, ko bi hatina Ereban re, berhemên kurdî yên ko berî hatina wan hebûn, bi yek carî hatin wêran û nema kirin, û di piþtî hatina wan re jî tenê zimanê wan yê serdest bû. Mebest ji vê yekê ew e, ko mirov divê bawer bike, ko sistêma dengkarî ya zimanê erebî bi zorê li sistêma dengkarî ya zimanê kurdî hate siwar kirin, û ew ti caran ne encama xebateke zanistî ye.
Di piþtî cenga cîhanî ya yekê re, gava dewleta osmanî
ji hev de ket û Inglîz û Fransiyan li gor berjewendiyên xwe sînorên nû kiþandin,
Kurdistan parçe kirin û gelek dewletên biçûk ava kirin, Îngîlîzan bi
sedemên têkoþîna gelê kurd li baþur (Iraq) zor li mîriya ereb ya Bexdayê
kir, ko ew rê li ber xwendegehên kurdî vekin, û bi rasti li Silêmaniyê pêngavên
seretayî vebûn. Belê hingê jî mîriya Bexdayê kire merc, ko divê xwendin
û nivîsîna kurdî bi tîpên erebî be. Ev belgeyeke dî ye ji wê rastiyê
re, ko Kurdan ne di encama xebateke zanistî û serbixwe de elfebêta sistêma
zimanê erebî hilbijrtiye. Behtir ji wê mîriyên ereb, xebata zanyarên kurd
weke Tewfîq Wehbî, Cemal Nebez û Giyo Mukriyanî, yên ko di encama xebatên
xwe yên zanistî de gihabûne wê baweriyê, ko sistêma elfebêta latînî baþtir
li zimanê kurdî tê, beravêtî kirin.
Ji wê demê ve rê li ber nêzîkî milyon kurdî li baþur vebû, ko –gih bi nehênî û gih hiþkere- bi zaravê Kurmanciya Naverast (Soranî) û tîpên erebî binivîsin. Li rojhiltê Kurdistanê û di bin zoriya rêzaniya (siyaseta) mîriya Îranê de jî gih li vir û gih li wir çend berhemên kurdî bi tîpên erebî derketin.
Di vê navê de û heya roja îro li baþurê welêt di
navbera 1500 – 2000 berhemî
derketiye û roj bi roj bêhtir dibe.
Îro beþek ji baþurê Kurdistanê rizgarkirî ye, lê pêþeroja
wî ji ber berjewendiyên mîriya Iraqê û dewletên derve ne diyar e. Kurd ne
xwedî biryara paþî ne. Lê belê demê ji wan re îro keyseke hêja bi xwe re
aniye. Ew di biwara bikaranîna elfebêta kurdî de dikarin, ‘faktan’ çêkin
û bi biryareke dîrokî, pilanekî zanistî ji bo wergirtina elfebêta latînî
ji zimanê kurdî re hiþkere bikin.
Di warê rêzanî de jî, em dibînin, ko bi rastî, pirs
ne pirsa elfebêta erebî û elfebêta latînî ye, bêhtir ji wê ev yek dibe
sedemê parçekirin û jihevdûrkirina neteweya me, gava ko neteweya kurd ne bi
yek elfebêtê binivîse û rewþenbîrên wê nikari bin bîr û baweriyên xwe
bi hev biguherin.
Belê dîse jî heke em baþî û nebaþiyên herdû elfebêtan
bidine ber hev, em dibînîn, herweke min li jor jî diyar kir, ko baþiyên
elfebêta latînî ji baþiyên elfebêta erebî bêhtir in.
Rast e, ko ji bo bikaranîna wan divî bû ji bo bicihanîna
xwestekên sistêma zimanê kurdî guhertin di herdû elfebêtan de jî were
kirin. Di elfebêta erebî de giranî
dikeve ser dengdaran, dengdêr tenê ji bo guhertina wateyê ne, katib
(nivîskar), kitab (pirtûk).
Ko mirov li elfebêta erebî temaþe dike, mirov dibîne, ko tîpên wê hemû dengdar (konsonant) in. Tîpên elfebêta erebî, ji rastê ber bi çepê ve têne nivîsîn û 4 nigarokan distînin,
1.di serê bêjeyê de, 2. di nîvê bêjeyê de, 3. li
dawiya bêjeyê, 4. bi serê xwe û ne girêdayî. Ev sistêma ha dijwariyekê
li pêþiya hînbûn û hînkirina wan dide xuya kirin. Ji dêla awayekî tîpekê
divê zarok di xwendegehan de hînî 4 awayên yek tîpê bibin.
Tîpa latînî di her 4 cihan de weke hev tê nivîsîn. Di
sistêma zimanê kurdî de ne dengdar (konsonant) tenê hilgirê wateya bêjeyê
ne, giraniya dengdêran (vokal) jî bi qasî ya wan e.
Ko mirov temaþyî van peyvan bike: ra, rê,
rî, rû, ro mirov dibîne, ko dengdêr hilgirên wateya bêjeyê
ne. Nivîsîna ‘a’ di serê bêjeyê de bi elfebêta erebî çetnahiyan
derdixe. Ji bona ko mirov ‘a’ binivîse, divê mirov pêþî Nebira
binivîse, di piþt re divê alif bi Nebira ve bibe û li paþî
hemza li ser Nebira were nivîsîn. Ji bo nivîsîna ‘ i ’
di serê bêjeyê de, divê mirov Nebira binivîse û hemza bavêje
ser, lê heke ‘ i ’ di nava bêjeyê de be, yan li dawiya bêjeyê
be, hingê ew yekcar nayê nivîsîn. Dengdêra ‘ i ’ di Kurdî de
fonêmeke bingihîn e, lê ji ber elfebêta erebî elfebêteke ji zimanên samî
re hatiye danîn, ‘ i ’ ji wê re ne giring e, û bi vê ev
dengdêra kurdî di nivîsîna kurdî bi tîpên erebî de yekcar tê winda
kirin, ango gava mirov min binivîse, divê mirov mn binivîse, û gava
mirov çi binivîse, divê mirov ç binivîse.
Ji bo nivîsîna ‘ û ’ divê mirov 2 ‘waw’
ên erebî binivîse, gelek caran ev dibe çetnahiyeke mezin, ko mirov nema
dizane kengî divê ‘waw’ek
û kengî 2 ‘waw’ bêne
nivîsin. Elfebêta erebî dibe sedemê çetnahiyan di
þirovekirina rêzimaniyê de, di hevokzanyê (Syntax) de gelek caran
pardaçek bi bêjeya berî xwe ve têne nivîsîn, mînak: le gel kêda
(Zirkomposition), li gorî zagonên Syntax gereke ew di komekê de xwedî
cihekî serbixwe be. Ev û hê gelek çetnahiyên din, yên ko elfebêta erebî
ji nivîsîna zimanê kurdî re çêdike, hene, ez niha naxwazim herime ser hemûyan.
Bila ew bibine babet ji mijareke din re.
Bangewaziya min li herdû mîriyên baþurê Kurdistanê ew
e, ko ew di xizmeta neteweya me de bibine xwedî biryareke dîrokî û dest bi
pilanên zanistî bikin, ji bo wergirtina elfebêta latînî. Daxwaza nivîsîna
bi elfebêta latînî ne daxwazeke li dijî neteweya ereb e, û em bi wê yekê
dijminatiya gelê ereb nakin, weke ko hinek bawer dikin û dixwazin dijminatiyê
di nav gelan de gur bikin.
Ez di wê baweriyê de me, ko bikaranîna elfebêta latînî ne tenê ji aliyê zanistî ve li gor sistêma dengkarî ya zimanê kurdî ye, bêhtir ji wê ew di xizmeta bipêþveçûna civaka kurdî de ye û deriyên zimanên sereke yên cihanê ji neteweya me re vedike.