|
|
- Alfebêta Erebî û
Zimanê Kurdî
-
-
- Dr. Zerdeþt Haco
- (Dr. Zaradachet Hajo)
-
-
-
- Kengî cara pêþî di dîroka mirovayetiyê de
ziman hatiye nivîsîn, heta roja îro bi awayekî zanistî ne hatiye
diyar kirin.
-
- Herwekî wê jî
heya roja îro ti bingihên zanstî ji wê yekê re, ka gelo kîjan
ziman pêþî di destpêka dîrokê de peyde bû ye, nîn in.
-
- Erê, rast e, zanyarên arkologî di lêkolînên
xwe de gelek berhemên dîrokî yên hêja û bi nirix kom kirine, belê
dîse jî ew di xebatên xwe yên zanistî de rastî gelek pirsgirêk û
çetnahiyan tên.
-
- Di derbarê gelek berhemên kevinare de zanyar hê
jî nizanin, ka gelo ew nîgarokên (rismên) hûnermendî ne, yan ew
nivîs in.
-
- Vêce zaniyar vê rastiyê dizanin, heke berhemek nîgarokeke
hûnermendî be, hingê ew hesta dilê xwediyê wê, yan jî dîtina wî
li ser tiþtekî yan bûyerekê derdibire; û heke nivîs be, ji xwe divê
ew berhemek be, ya ku komek mirov di nav xwe de li ser þêweyê danîn
û bikaranîna wê li hev hati be.
-
- Vêce gava ew berhem nîgarokine hûr û bi awayekî
endazyarî (hendesî) li pey hev û bi rêzik bin, hingê gelekî çetin
e, ku mirov bizane, ka gelo ew berhemên nîgarkêþî ne, yan
nivîs in.
-
- Belê weke encameke zanyarî ew rastî diyar bûye,
ku saziyên (sistêmên) nivîsînê yên têvel (ji hev cida) û her
yek serbixwe li gelek deverên cîhanê hatine afirandin, weke Navbera
Herdû Çeman (Mêsopotamiya), Çînê, Emêrîka Navîn û hin deverên
dî li dinyayê.
-
- Neqþên nivîskî li ser alavên qehfikî yên ku
ji xaka þewitandî hatine çêkirin û li hin deverên Rojhilata Navîn
û bþur-rojhilatê Ewropayê hatine kom kirin, bi dîroka xwe ve
vedigirin nêzîkî sala 3500î berî zayînê (berî Îsa).
-
- Hin ji van neqþan li bajarê kevnar, Sûsa,
yê ku cihê wî îro li baþur-rojhilatê Kurdistanê, li navçeya Êlam
dikeve, hatine dîtin.
-
- Bi pêþveçûna dîroka mirovayetiyê re du sistêmên
nivîsînê peyde bûn. Sistêma 1ê ew sistêm bû, ya ku her nîgarokekê
(resmekî) tiþtek dida xuya kirin, mînak: Nîgarokeke bi çend xêzikên
piþttewandî û di bin hev re bi awayê pêlên avê, çê li çem yan
deryayê dikir.
-
- Û sistêma 2an ew bû, ya ku her nîgarokekê
(resmekî/þeklekî) bêhtir ji tiþtekî û heta têgînên axêverî,
yên ku ne li ber çavan in jî, didan xuya kirin.
-
- Di nivîsîna sûmeriya kevin de nîgargaroka
ezmanekî sayî û bê stêr gelek wateyên xwe hebûn, weke „þev“,
„tarî“, „reþ“;
-
- lingek bi wateya „çûn“, „rawestan“ û hin
wateyên dî yên nêzîk bû.
-
- Di piþt re û bi pêþveçûna demê re di
hezarsala 4an de berî zayînê nivîsîna bizmarî (mîxî) hate
afrandin û ji gelek zimanan re hate bi kar anîn.
-
- Herdû sistêmên berî niha, sitêma 1ê û sistêma
2an di gelek demên dîrokê de hatine bi kar anîn.
-
- Bipêþveçûna van þêweyên nivîsînê xwe kiþande
heta bi sedsala 1ê berî zayînê.
-
- Sistêma 2an li Çînê bi pêþ ve çû û xwe
gihande heya roja me ya îro. Ji vê sistêma nivîsînê re têgîna logographie
tê bi kar anîn, ango her nîgarokek li þûna peyvekê ye.
-
- Kesekî ku bxwaze hînî zimanê çînî yê îro
bibe, divê bi kêmayî xwe fêrî 2000 nîgarokê bike.
-
- Hêjayî gotinê ye, ku Yapaniyan jî di piþt re
sistêma nivîsa çînî wergirt û li gor zimanê xwe hinek guhertin
xistinê.
-
- Di xwendegehê de ji pêngava 1ê seretayî heta bi
pêngava 6ê seretayî divê zarok li Yapanê li gor zagonên perwerdeyî
bi kêmayî hînî 881 nîgarokê bû bin.
-
- Nivîsîna hîroglof di Misira kevin de berî
nêzîkî 3000 sal hate peyde kirin û di dîrokê de bi pêþ ve çû.
-
- Ew jî awayek ji sistêma 2an bû, ya ku berî niha
axaftin hate ser, belê nîgarokên wê bi wî awayî bûn, ku her 2,
yan 3 nîgarokan bi hev re peyvek ava dikir.
-
- Hîroglof peyveke ji zimanê yûnanî hatiye û
wateya wê „pîroz“ e.
-
- Nivîsîna hîroglof bi Yûnanî hieroglophik
grammata, ango „nivîsîna Pîroz“ bi vî navî hatiye nas
kirin, ji ber ew di cihên pîroz, weke mizgeft, gorin û
perêzgehan (me’bedan) de
dihate bi kar anîn.
-
- Ev navê ha, ango hîroglof li nivîsên kevnare yên
hin çandên din jî, weke çanda Hêtîtan, ya Maya, ya Indus û
ya hine din jî tê kirin.
-
- Nivîsîna hîroglofî di kar de ma, heya bi demeke
kurt berî zayînê, gava sistêmeke nû cihê wê girt.
-
- Ev sistêma nû ji aliyê Qubtiyên Misirê
ve hati bû danîn. Qubtiyan jî ev sistêma nivîsê ji nivîsina kîteyî
ya ku li girava Qubrusê hati bû afrandin, wergirti bû.
-
- Sistêma nivîsîna kîteyî hê ji mêj ve
li ser girava Qubrusê dihate bi kar anîn.
-
- Qubrusiyan
jî bê goman ji nivîsên gelên hawîrên xwe ev sistêm bi pêþ ve
xisti bû.
-
- Sistêma wê jî ew bû, ku tîpeke dengdar
(konsonant) bi tîpeke dengdêr (vokal) re bêjeyek ava dikir. Ew ji
destê rastê ve dihate nivîsîn.
-
- Piþtî vê demê Fênîqiyan, yên ku peravên
Deriya Navîn li Sûriya, Filistîn û Lubnanê di bin destê xwe de
dihiþtin, hatin û sistêma nivîsîna Quptiyên Misrê
wergirtin û hin guhertin li gor sistêma zimanê xwe xistine nav.
-
- Ji ber zimanê Fênîqiyan zimanekî samî bû, wan
dît, ku bikaranînîna tîpên dengdêr (vokal) ne xwedî
giringiyeke mezin e ji zimanê
wan re, ji ber vê yekê wan sistêma tîpên dengdar (konsonant)
xiste bingehê nivîsîna xwe.
-
- Li gor zanîna me ya
îro, êdî ew cara pêþî bû, ku di dîroka
mirovatiyê de alfabêteke bi sistêm hatiye danîn. Ango Fênîqî
ne, yên ku cara pêþî di dîroka mirovayetîyê de alfabêt
afirandine.
-
- Di nivîsîna zimanên
samî de, yên ku tîpên dengdar (konsonant) stûna zimanê wan in, nivîsîna
tîpên dengdêr (vokal) ne hergav pêwist bû.
-
- Wan didît, ku bi nivîsîna tîpên dengdar
(konsonant) ew zû digihane jihevtêgihishtinekê. Ji ber vê yekê û
ji ber nebûna dengdêran (vokalan) ji alfebêta Fênîqî re BCD û ne
ABC tê gotin.
-
- Ev dem êdî bû dema jidayikbûna alfebêtên
zimanên samî weke, Aramî, Ibrî û Erebî. Dîroka bipêþveçûna
alfebêta Fênîqî, wergertin û bipêþvebirina wê ji aliyê êlên
samî ve digihe nêzîkî 1700 salî berî zayînê.
-
- Gava gelên hindo-ewropî, weke Yûnanan û hin gelên
din rastî vê sistêma ha hatin, wan dît, ku bi arîkariya tîpên
dengdêr (vokal), êdî derfeteke gelekî mezin ji bona avakirina
peyvan heye.
-
- Di vê biwarê de mirov ji bo têgihiþtinê kare
îro vê mînaka zimanê kurdî
bide: Di rêza tîpên dr de, heke em her 8 dengdêrên zimanê
kurdî tenê di navbera „d“ û
„r“ de deynin, em digihine vê encamê: dar, der, dêr, dir, dîr,
dor, dur, dûr. Ji van her 8 peyvan 4, ango dar, der, dêr û dor
peyvên zimanê kurdî ne.
-
- Ji xwe ji berê ve, tîpên dengdêr (vokal) li ber
çavên Yûnaniyan keti bûn, ji ber dan û standina wan û Qubrisiyan,
yên sistêma kîteyî bi kar tanîn, bi hev re hebû.
-
- Bi vê yekê Yûnanan li gor sistêma zimanê xwe yê
hindo-ewropî alfebêta fênîqî wergirt, guhert û alfebêteke yûnanî
afirand.
-
- Her weke Yûnanan, Etrûskan jî, yên ku lêkolînên
zanistî li ser bingeha wan bi dawî ne hatine, alfebêta xwe ava kirin.
-
- Piþtî ku Yûnaniyan alfebêta Fênîqî wergert
û li gor sîstêma zimanê xwe guhert, bi demê re Etrûskan jî alfebêta
yûnanî wergirt û di nêzîkî sala 800î berî zayînê de guhertinên
xwe avêtine nav.
-
- Di piþt re Îtaliyan elfebêta etrûskî wergirt
û li gor sistêma zimanê xwe bi pêþ ve bir, ango ev yek bû dema jidayikbûna
elfebêta latînî.
-
- Ji tîpên yûnaniya kevin, tîpên kirîlî jî
hatine girtin û guhertin.
-
- Niha mirov dikare bêje, ku bi kurtî ev dîroka
bipêþveçûna nivîsînê li Rojava bû.
-
- Li Rojhilat me got, ku sistêma nivîsîna zimanê
çînî xwe da pêþ, belê ew li her deverê bela ne bû.
-
- Gelên li rojhilat, yên ku zimanê wan hindo-ewropî
bû, alfebêtên xwe yan ji alfebêta aramî wergirtin, weke sanskrît
li deverên weke Hindistanê, û yan jî ji elfebêta erebî weke
Pakistan, Îran û Afganistanê wergirtin.
-
- Hijmara tîpan di piraniya elfebêtên ku îro hene
de di navbera 20 û 30 tîpî de ye.
-
- Belê li gor sistêma dengkariyê ya her zimanekî,
elfebêtên kintir û yên dirêjtir jî hene. Elfebêta herî dirêj ya
Khmêr e, ya ku 74 tîp tê de hene.
-
- Sistêma nivîsînê li gor tîpan, ango li gor
alfabêtê îro ew e, ya ku baþiya xwe ji hemû aliyan ve di nav dîroka
mirovatiyê de daye pejrandin.
-
- Belê elfebêta herî bi
rêk û pêk ew elfebêt e, ya ku her tîpeke wê nîþana dengekî
taybetî û serbixwe ye, ango gava di nivîsînê de, tîpek were
guhertin, hingê wateya bêjeyê hemûyî tê guhertin.
-
- Ji vê yeka han re di
zanyariya zimên de fonologî dibêjin û ji dengên wisa re, yên
ku bi wan yekser tevayiya wateya bêjeyê tê guhertin, fonem dibêjin.
-
- Ji ber vê yekê ji
elfebêta latînî ya zimanê kurdî re tê gotin, ku ew elfebêteke
phonologî ye, ango tîpên wê fonêm in, mînak: bar, car,
çar, dar, har, jar, kar, mar,
par, sar, tar, war, yar, zar.
b, c, ç, d, h, j, k, m, p, s, t, w, y û z fonêm in.
-
- Weke elfebêta kurdî ya
latînî ji hin elfebêtên din re jî tê gotin, ku ew elfebêtên
fonologî ne, wek elfebêta spanî û ya fînlendî.
-
- Belê di sistêma dengkarî ya zimanê kurdî de,
ne tenê dengdar (konsonant) fonêm in, lê dengdêr (vokal) bi xwe jî
fonêm in, mînak: bar, ber, bêr, bir, bîr,
bor; kar, ker, kêr, kir, kur,
kûr, kor.
-
- Vêce li gor vê rastiyê em dibînin, ku sistêma
dengkarî di zimanê kurdî de, weke zimanekî hindo-ewropî li ser fonêmên
dengdar (konsonant) û fonêmên dengdêr (vokal) hatiye avakirin.
-
- Bi gotineke din, em dikarin bêjin, ku binyata sistêma
dengkarî ya zimanê kurdî dengdar û dengdêr in, ango mirov nikare
wisa bi hesanî elfebêteke weke elfebêta erebî, ya ku –weke me berî
niha dît- ji alfebêta fênîqî hatiye wergirtin û li gor sistêma
dengkarî ya zimanên samî hatiye danîn, bêne û li sistêma dengkarî
ya zimanê kurdî siwar bike.
-
- Bi vê êdî em nêzîkî mijara xwe ya sereke
dibin.
-
- Pirs ne ew e, weke hin bawer dikin, ku em Kurd
dixwazin xwe ji alfebêta erebî rizgar bikin, ji ber 2 parçeyên mezin
ji xaka Kurdistanê bi sedema hin bûyerên rêzanî di dîrokê de
ketine bin destên 2 dewletên erebî de.
-
- Belê, em tenê dixwazin, rastiya wê yekê
bizanin, ka gelo ji elfebêtên ku îro hene, kîjan ji wan bihtir li
sistêma dengkarî ya zimanê kurdî tê.
-
- Li gor þirovekirina berî niha em bi rastî
dikarin zimanê kurdî bi her alfebêteke binivîsin, ango em dikarin bi
elfebêta herî pêþ, ya fênîqî, bi ya aramî, ibrî, arebî, yûnanî,
etrûskî, kîrîlî, latînî, bi sistêma kîteyî ya sistêma kevnare
qubrusî û bi sistêma logografî ya çînî û yapanî jî binivîsin.
-
- Weke belge li ser rastiya vê dîtinê, mirov
dikare bi xweþkayî rewþa nivîsîna zimanê kurdî bide, yê ku îro
di rastiyê de bi 2 elfebêtên cida tê nivîsîn, latînî û erebî,
û heta berî demekê bi kîrîlî jî.
-
- Gava Yûnanan di sedsala 9an berî zayînê de
elfebêta fênîqî wergirt, ew zû gihan wê encamê, ku elfebêta fênîqî
ji sistêma dengkariya zimanekî samî re hatiye saz kirin.
-
- Wan dît, ku elfebêta fênîqî li ser bingeha
dengdaran (konsonantan) hatiye ava kirin.
-
- Ji ber wê yekê wan kelk (fêde) ji sistêma kîteyî,
ya ku xwe li Qubrusê veda bû, stand û elfebêta fênîqî li gor sistêma
denkarî ya zimanê xweyî hindo-ewropî guhert û bi pêþ ve bir, û
bi dirêjbûna dîrokê re elfebêta latînî hate danîn, ya ku îro beþê
meztir ji gelê me jî pê dinivîse.
-
- Di wergirtina elfebêtekê de ji bo nivîsîna
zimanekî, divê mirov sistêma dengkarî ya zimanê ku mirov jê elfebêt
aniye, û sistêma dengkarî ya wî zimanê ku mirov dixwaze elfebêtê
jê re bi kar bêne, bide ber hev.
-
- Heke herdû sistêm li hev hatin, hingê êdî nema
merc e, ka elfebêt ji zimanekî hindo-ewropî hatiye, ji zimanekî samî
hatiye, yan ji zimanekî dî hatiye.
-
- Ango wê ji berjewendiya wî zimanî be, gava herdû
sistêm li hev werin.
-
- Zanyarên ewropî ev rastiya ha zû nas kiri bûn,
gava wan pêþniyara elfebêta latînî ji Atatürk re kir, û Atatürk
bi biryarekê dest ji hezaran berhemên ku heta hingî bi alfebêta erebî
hati bûn nivîsîn, berda û hemû berhemên nivîskî li Tirkiyayê êdî
bûne bi elfebêta latînî.
-
- Her wekî wê zimanzanê kurd yê mezin Mîr
Celadet Bedirxan jî ev rastiya ha zû nas kiri bû.
-
- Ango wergirtina elfebêta latînî, ya ku ji sistêmeke
denkarî bi dengdar (konsonant) û dengdêr (vokal) hatiye, ji zimanê
tirkî re, yê ku sistêma dengkariya wî bi dengdêr (bêhtir) û
dengdar re, û ji zimanê kurdî re, yê ku ew jî -bi ser ku nejada wî
û ya zimanê tirkî ne yek e jî- bi sistêmeke dengdar û dengdêr e,
encama rastiyeke zanistî ye, û ne weke ku hinek dixwazin ber bi Ereban
bênin, ku Mîr Celadet bi çavkorî rêya Atatürk dijî erebîtiyê
girti bû.
-
- Di qonaxên dirêj yên dîrokê de, gelek caran
yan bi sedemên bazirganî, yan bi sedemên olî û yan jî bi tirs û
zorî elfebêtên hin zimanan li ser nivîsîna hin zimanên din hatiye
zorkirin, bi ser ku herdû sistêm yekcar ne li hev in.
-
- Ez di vê mijara xwe de dixwazin mînaka sistêma
zimanê erebî yê ku bi zor li sistêma zimanê kurdî (û gelek zimanên
din, Farisî, Derî, Urdû ...) hatiye zor kirin, bidim.
-
- Gava Ereban, yên ku me sistêma dengkarî ya zimanê
wan berî niha da xuya kirin, ku ew bi giþtî li ser binyata 3
dengdaran (konsonant) hatiye ava kirin, di sedsala 7an de bi þûr û xwîn
Kurdistan dagîr kir, wan zimanê xwe, zimanê Quran û Xwedayê xwe,
xiste zimanê fermî. Ereban hemû berhemên nivîskî, yên ku heta bi
wê demê di Kurdistanê de hebûn, weke nivîsên hêzên tarî binav
kirin û wêrankirina wan rewa kirin.
-
- Kî ji Kurdan li dij derketi ba, û xwesti ba, bi
zimanê dayika xwe binivîse, weke mirovekî nebawermend, yê ku ji rêya
Quran û Xwedê derketiye, dihat tawanbar kirin.
-
- Bi dirêjiya sedsalan re li vir yan li wir Kurdin
derketin û bi zimanê xwe, kurdî di bin mercên dagîrkeran de hin
berhemên di dîroka mirovayetiyê de pir bi nirx
û hêja nivîsîn.
-
- Wan ew berhemên xwe êdî bi Kurdî, lê bi elfebêta
erebî nivîsîn.
-
- Li gor zanîna me ya îro, nivîsên kurdî bi tîpên
erebî yên pêþî vedigerin salên 1009 – 1078 piþtî zayînê
(Jiyana Elî Herîrî).
-
- Bi vê tê xuya kirin, ku bi hatina Ereban re,
berhemên kurdî yên ku berî hatina wan hebûn, bi yek carî hatin wêran
û nema kirin, û di piþtî hatina wan re jî tenê zimanê wan yê
"pîroz" û serdest bû.
-
- Mebest ji vê yekê ew e, ku mirov divê
bawer bike, ku sistêma dengkarî ya zimanê erebî bi zorê li
sistêma dengkarî ya zimanê kurdî hatiye siwar kirin, û ew ti caran
ne encama xebateke zanistî ye.
-
- Di piþtî cenga cîhanî ya yekê re, gava dewleta
osmanî ji hev de ket û Inglîz û Fransiyan li gor berjewendiyên xwe
sînorên nû kiþandin, Kurdistan parçe kirin û gelek dewletên biçûk
ava kirin, Îngilîzan bi sedemên têkoþîna gelê kurd li baþur
(Iraq) zor li mîriya ereb ya Bexdayê kir, ku ew rê li ber xwendegehên
kurdî vekin, û bi rasti li Silêmaniyê pêngavên seretayî vebûn.
-
- Belê hingê jî mîriya Bexdayê kire merc, ku divê
xwendin û nivîsîna kurdî bi tîpên erebî be.
-
- Ev belgeyeke dî ye ji wê rastiyê re, ku Kurdan
ne di encama xebateke zanistî û serbixwe de elfebêta sistêma zimanê
erebî hilbijrtiye.
-
- Behtir ji wê mîriyên ereb, xebata zanyarên kurd
weke Tewfîq Wehbî, Cemal Nebez û Giyo Mukriyanî, yên ku di encama
xebatên xwe yên zanistî de gihabûne wê baweriyê, ku sistêma elfebêta
latînî baþtir li zimanê kurdî tê, beravêtî kirin.
-
- Ji wê demê ve rê li ber beþekî ji Kurdên baþur
vebû, ku –gih bi nehênî û gih hiþkere- bi zaravê Kurmanciya Navîn
(Soranî) û tîpên erebî binivîsin.
-
- Li rojhiltê Kurdistanê û di bin zoriya rêzaniya
(siyaseta) mîriya Îranê de jî gih li vir û gih li wir çend berhemên
kurdî bi tîpên erebî derketin.
-
- Di vê navê de û heya roja îro li baþurê welêt
di navbera 2000 - 2500
berhemî derketiye û roj bi roj bêhtir dibe.
-
- Îro beþek ji baþurê Kurdistanê rizgarkirî ye,
lê pêþeroja wî ji ber berjewendiyên mîriya Iraqê û dewletên
derve ne diyar e.
-
- Rast
e, Kurd ne xwedî biryara paþî ne.
-
- Lê
belê demê ji wan re îro keyseke hêja bi xwe re aniye.
-
- Ew di
biwara bikaranîna elfebêta kurdî de dikarin, ‘faktan’ çêbikin
û bi biryareke dîrokî, pilanekî zanistî ji bo wergirtina elfebêta
latînî ji zimanê kurdî re hiþkere bikin.
-
- Di warê
rêzanî /siyasî de, em dibînin, ku bi rastî, pirs ne pirsa elfebêta
erebî û elfebêta latînî ye, bêhtir ji wê wergirtina elfebêta
erebî dibe sedemê parçekirin û jihevdûrkirina neteweya me. Gava ku
neteweya kurd ne bi yek elfebêtê binivîse û rewþenbîrên wê
nikari bin bîr û baweriyên xwe bi hev biguherin bipêshvechûnên dîrokî
yên zaravên ziman rêyên cida ji xwe re digirin.
-
- Belê
dîse jî heke em baþî û nebaþiyên herdû elfebêtan, ya erebî û
ya latînî bidine ber hev, em dibînîn, herweke min berî niha jî
diyar kir, ku baþiyên elfebêta latînî ji baþiyên elfebêta erebî
bêhtir in.
-
- Rast e, ku ji bo bikaranîna wan divî bû ji bo
bicihanîna xwestekên sistêma zimanê kurdî guhertin di herdû elfebêtan
de jî were kirin.
-
- Di elfebêta erebî de giranî dikeve ser dengdaran
(konsonantan), dengdêr tenê ji bo guhertina wateyê ne, mînak: katib
(nivîskar), kitab (pirtûk).
-
- Ku mirov li elfebêta erebî temaþe dike, mirov
dibîne, ku tîpên wê hemû dengdar (konsonant) in.
- Alif, ba, ta, tha, gim, ha, kha, dal, dhal, ra,
zay, sin, shin, sad, dad, ta, tda, ain, ghain, fa, qaf, kaf, lam, mim,
nun, waw, ha, ya.
-
- Tîpên
elfebêta erebî, ji rastê ber bi çepê ve têne nivîsîn û 4
nigarokan distînin,
- 1. Di
serê bêjeyê de
- 2. Di
nîvê bêjeyê de
- 3. Li
dawiya bêjeyê
- 4. Bi
serê xwe û ne girêdayî.
-
- Ev sistêma ha dijwariyekê li pêþiya hînbûn û
hînkirina wan dide xuya kirin.
-
- Ji dêla awayekî tîpekê, divê zarok di
xwendegehan de hînî 4 awayên yek tîpê bibin.
-
- Tîpa latînî di her 4 cihan de weke hev tê nivîsîn.
-
- Di sistêma zimanê kurdî de ne dengdar
(konsonant) tenê hilgirê wateya bêjeyê ne, giraniya dengdêran
(vokalan) jî bi qasî ya wan e.
-
- Ku mirov temaþyî van peyvan bike: ra, rê,
rî, rû, ro mirov dibîne, ku dengdêr hilgirên
wateya bêjeyê ne.
-
- Nivîsîna ‘a’ di serê bêjeyê de bi
elfebêta erebî çetnahiyan derdixe.
-
- Ji bona ku mirov ‘a’ binivîse, divê
mirov pêþî Nebira binivîse, di piþt re divê alif bi
Nebira ve bibe û li paþî hemza li ser Nebira were
nivîsîn.
-
- Ji bo nivîsîna ‘ i ’ di serê bêjeyê
de, divê mirov Nebira binivîse û hemza bavêje ser, lê
heke ‘ i ’ di nava bêjeyê de be, yan li dawiya bêjeyê
be, hingê ew yekcar nayê nivîsîn.
-
- Dengdêra ‘ i ’ di Kurdî de fonêmeke
bingihîn e, lê ji ber elfebêta erebî elfebêteke ji zimanên samî
re hatiye danîn, ‘ i ’ ji wê re ne giring e, û bi vê
ev dengdêra kurdî di nivîsîna kurdî bi tîpên erebî de yekcar tê
winda kirin.
-
- Ango gava mirov min binivîse, divê mirov
mn binivîse, û gava mirov çi binivîse, divê mirov ç binivîse.
-
- Ji bo nivîsîna ‘ û ’ divê mirov 2
‘waw’ ên erebî binivîse, gelek caran ev dibe çetnahiyeke
mezin, ku mirov nema dizane kengî divê
‘waw’ek û kengî
2 ‘waw’ bêne nivîsin.
-
- Elfebêta erebî dibe sedemê çetnahiyan di þirovekirina
rêzimaniyê de, di hevokzaniyê (Syntax) de gelek caran pardaçek bi bêjeya
berî xwe ve têne nivîsîn, mînak: le gel
kêda (Zirkomposition), li gorî zagonên
Syntax gereke ew di komekê de xwedî cihekî serbixwe be, ango le
gel kê da .
-
- Ev û hê gelek çetnahiyên din, yên ku elfebêta
erebî ji nivîsîna zimanê kurdî re çêdike, hene, ez niha naxwazim
herime ser hemûyan. Bila ew bibine babet ji mijareke din re.
-
- Bangewaziya min li mîriya baþurê Kurdistanê ew
e, ku ew di xizmeta neteweya me de bibine xwedî biryareke dîrokî û
dest bi pilanên zanistî bikin, ji bo wergirtina elfebêta latînî.
-
- Daxwaza nivîsîna bi elfebêta latînî ne
daxwazeke li dijî neteweya ereb e, û em bi wê yekê dijminatiya gelê
ereb nakin.
-
- Ez di wê baweriyê de me, ku bikaranîna elfebêta
latînî ne tenê ji aliyê zanistî ve li gor sistêma dengkarî ya
zimanê kurdî ye, bêhtir ji wê ew di xizmeta bipêþveçûna civaka
kurdî de ye û deriyên zimanên sereke yên cihanê, weke Inglîzî û
Frensizî ji neteweya me re vedike.
-
-
-
-
-
|
|
|