|
|
- Awreke
Kurt li Þanogeriya Kurdî
-
-
-
- Dr. Zerdeþt Haco
-
-
-
-
-
- Hûneriya 'Þanogeriyê' (Drama = Çêbûn)
tovek ji tovên hûneriyê ye.
-
- Gava em sê tovên hûneriyê, lawik,
helbest, û þanogeriyê didine ber hev, em dibînin, ku di wêjeya
Kurmancan de warê 'lawikan' û warê 'helbestan' xwe gelekî vedane û
warê (Drama = Çêbûnê) heme
bêje nîn e.
-
- Ev yek li gor zanîna meye îro dikare
were gotin. Ji ber
bi dîtina min, hê tu karên zanistî di vî warê wêjeya
Kurmancan de ne hatiye kirin. Ji ber vê yekê rê li ber lêkolînên
zanistî vekiriye.
-
- Pirsa
ku xwe li vir tavêje ber me ev e: Gelo ev tovê hûnerî di wêjeya me
de bê cih e? Çima vî tovê hûnerî xwe di wêjeya Yewnan de ewçend
fereh kiriye û di wêjeya me de xwe ne daye pêþ, bi ser ku ev herdû
gel, Kurd û Yewnan bi demên dirêj dirawsê hev bûn û bi hev re di
dan û standinê de bûn.
-
- (Drama
= Çêbûn) çêbûnekê li ser 'þanomistê[1]'
dixe dupeyvînê (peyivîn û dijpeyvînê/Dialog).
- Peyva
'þanomistê' ji du peyvên bihevrerûniþtî ye, 'þano', ya ku ji þanîkirin
û þanîdanê hatiye, û 'mist' ya ku ji kefa destê vekirî hatiye.
-
- Bêjeya
'þano' dikare bi giþtî
ji 'Theater' re were gotin. 'Þano' ji avayiya
- ku
mihvan tê de rûdinin re jî dikare were bi kar anîn.
-
- Ji
leystikê bi xwe re 'þanogerî' dikare
bê gotin.
-
- Weke
tê zanîn þanogerî li ba piraniya gelan ji rabûn û rûniþtina
oldariyê û cejinên wê hatiye. Weke nimûne, tê zanîn, ku þanogeriyên
kevnare yên Yewnaniyan ji wan cejinan, yên ku wan ji 'Xudayê Tirîavê'
re, ji Dionysos re dikirin, hatine.
-
- Þanogerî
bi xwe berî hertiþtî çêdibe, ku li ser þanomistê were leyistin;
belê þanogeriyên ku ji xwendinêrê re hatine nivîsandin jî hene.
-
- Di
þanogeriyên klasîkî (yên kevnare) yên Ewropiyan de þanogerî tê
dabeþ kirin. Ji vê dabeþkirinê re 'Akt = derketin/perde' dibêjin.
-
- Di þanogeriyên kevnare yên Ewropiyan de
xweþî bihtir didan dabeþkirinên li ser pênc yan sê 'derketinan'.
Belê þanogeriyên çar, yan yek 'derketin' jî hene.
-
- Þanogeriya nûjen (modern) gelek caran
dev ji 'derketinan' berdaye. Ew bihtir giraniyê dide lipeyhevhatina wêneyan.
-
- Di hûneriya þanogeriyê de yê hûnermend
çêbûnekê di dem û cihekî berçav de dideyne ser 'þanomistê',
dajibona yên mihvan bikarin beþdariyeke hundirîn û derveyîn tê de
bikin.
-
- Ev yek tenê di warê þanogeriyê de
dikare were kirin, ji ber ku di warên 'lawik' û 'helbestan' de tenê
gotin dinavbera çêbûnê û guhdaran de tên bi kar anîn.
-
- Þanogeriya rasteqîn tê çêkirin,
dajibona li ser 'þanomistê' were leyistin. Ji ber vê yekê ji 'Gerdûn'
Dinyayê bi xwe re jî
þanomist dikare were gotin.
-
- Di ber 'çêbûnê' re hûneriya þanogeriyê
peyivîn û dijpeyivîna kesan dide xuya kirin.
-
- Hêmanê sereke yê þanogeriyê ew e, ku
berberîtiyek (dijberiyek) tê holê, ya ku ji helwestan û dîtinên
newekhev derdikeve. Ev helwest û dîtinên newekhev wê berberîtiyê
ewçendî gur dikin, ku vêce çareyek bi çi awayî dibe, divê were
kirin:
-
- Vêce heye, ku ew çare malwêrankirin be,
yan jî çareyek haþtinî ji dil be û yan jî çareyeke xweþ û bi
ken be.
-
-
-
-
-
-
Min bêjeya „mist“ ji mista (kefa) destê
mirov girtiye û di vê bihevrerûniþtina peyvê de nû bi
kar aniye.
|
|
|