Axaftin di derbarê vekirina pêþengeha 1ê ya pirtûka kurdî de

Dr. Zerdeþt Haco, 06.06.2003


Gelî birêzan, heval û hogirên wêje û pirtûka kurdî,

ez gelekî dilþa me, ku ez weke nûnerê Navenda PENa Kurd di vekirina pêþengeha 1ê ya pirtûka kurdî de li vê derê, li Kölnê amade  bûme.

Ez dixwazim bi bawerî bêjim, ku ev bûyereke mezin e di dîroka pirtûka kurdî de.

Tiþtekî tenê dilê me diêþêne, ew jî ew e, ku em hê jî nikarin pêþengehên weha li ser xaka azad ya niþtimanê xwe li dar bixin û ev jî dihêle, ku hinek nivîskar, wergervan û weþanvan, yên ku berhemên wan îro li vê derê têne pêþkêþ kirin, bi sedemê, ku yan rê nadine wan, ew ji welêt derkevin û yan jî di zîndanan de ne, nikari bin beþdarî vê bûyera dîrokî bibin.

Pêþengeheke weha, weke ku ji aliyê berpirsiyarê wê ve, rêxistina KOMKAR, bi awayekî herî hêja haiye bi rê xistin, diêne ber çavên me, bê di vê navê de pirtûkxaneya bi zimanê kurdî çendî mezin û dewlemend bû ye.

Di heman demê de ew ji me re ronahî dike, bê wêjeya kurdî xwedî çi hêza bipêþveçûnê ye, gava mirov rê li ber vedike, da ew bi azadî geþ bibe.  

Rast e, pirtûka kurdî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, belê bi taybetî sedsala bihûrtî, sedsala zordestiya dijwar li dijî ziman û wêjeya kurdî bû û vê yekê jî afrandinên wêjeyî û weþana bi zimanê kurdî gihande feqîriyeke dijwar.

Bi taybetî li Bakur, Rojhilat û Baþur-Rojavayê Kurdistanê rê ne bû, ku bi zimanê kurdî were weþandin.

Heke îro rewþ li Bakurê Kurdistanê hinekî hati be guhertin jî û rê li pêþiya weþana bi zimanê kurdî hinekî hati be vekirin jî, dîse jî ew di bin çavdêrî, zordestî, zîndan kirin û gelek caran di bin lêdan û kuþtinê de jiyana xwe berdewam dike.

Mînak li ser vê gelek in, wêjevanê kurd nemir Mûsa Anter ji piþt ve hate kuþtin; hineke dî, ji ber wan bi zimanê kurdî nivîsiye, yan bîr û baweriya xwe bi kurdî derbiriye, bi salên dirêj di zîndanên teng û tarî de winda bûne.

Yan jî gelek nivîskar û helbestvanên kurd li Rojhilat û Baþur-Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe bi veþartî dinivîsin û nizanin, ka gelo afrandinên wan wê rojekê þewqa rojê bibînin, yan na, ji ber berhemên wan ji aliyê dagîrkeran ve hatine qedexe kirin.

Mirov dikare bêje, ku li gor demê li Baþurê Kurdistanê û li Sovyêta berê heta bi hêrifîna wê car bi car hin berhemên bi zimanê kurdî bi azadî dihatin weþandin.

Îro li koçberiyê nivîskarên kurd dikarin bi azadî binivîsin, lê dîse jî ti alî nînin, yên ku ji dil piþta afrandinên wan ên wêjeyî bigrin.

Bi ser vê de jî li koçberiya ewropayê tenê hijmareke biçûk ji xwendevanên ku bi zimanê kurdî dizanin heye, ev jî bi sedema ku piraniya Kurdên ku ji Bakur, yan ji Baþur-Rojavayê Kurdistanê tên, nizanin bi zimanê dayika xwe binivîsin û bixwênin.

Belê dîse jî em dibînin, ku di vê qonaxa me de piraniya afrandinên wêjeyî ji koçberiya kurdî li Ewropayê û di van salên paþî de ji Baþurê Kurdistanê tên.

Sedemê vê yekê jî li ber çavan e: Di dema ku dagîrkerên welatê me azadiya bîr û baweriyê û azadiya rojnamegeriyê avêtine bin lingên xwe, ew li Ewropayê serbest û azad in, pirtûk û rojnameyên kurdî dikarin bê qeyd û bend bêne nivîsîn û weþandin, bi ser ku ti dewletên ewropî, Swêd ne di nav de, piþtgîriya nivîskar û berhemên kurdî bi ti awayî nakin.

Belê divê ew jî bê gotin, ku wêjeya kurdî di nav civaka kurdî de xwedî asteke bilind e, em dibînin, ku bi taybetî helbest bihtir bi jiyana mirovên kurd ve girêdayî ye.

Di dema ku helbest li Ewropayê bûye xwedî bayekî bala û bilind yê çandê û herkes xwe pê mijûl nake, em dibînin, ku ew dinav Kurdan de bûye parçeyek ji jiyana wan û her rewþenbîrekî kurd dest pê kiriye û helbestan dinivîse.

Bi helbestan bûyerên kesayetî, yên civakî, siyasî, yên li ser kesayetiyên siyasî, yên pesnê, yên qehremanan, yên evînê û her wekî din tên nivîsandin, ango mirov dikare bêje, ku helbest bi giþtî hesta civaka kurdî ji hemû aliyên ve derdibire.

Ev hemû dîse giringiya pêþengiha pirtûka kurdî ji bo çanda bi pirtûk dixe bîra me.

Weke em hemû dizanin, di vê navê de netenê rojnameyên kurdî yên têvlel têne weþandin, belkû çîrok û çîvanok, stran, destan û wêjeya kurdî ya devkî bi giþtî ji aliyê welatperwerên kurd ve tê kom kirin, tomar kirin û bi vê yekê ji têkçûn û wendabûnê tê rizgar kirin.

Ji derveyî vê yekê jî îro li ewropayê hijmarek li ber çav ji institût û pirtûkxaneyên kurdî heye, hewldanên ji dil hene ji bo avakirina weþanxaneyên kurdî; û vekirina malperan di intenetê de keyseke herî mezin ji bo geþbûna wêjeya kurdî li seranserê Kurdistan û cihanê û di ser sînorên dagîrkeran re bi xwe re anîye.

Berhemên gelek wêjevanên kurd yên navdar yên sedsalên berê û dema niha hatine çap û bela kirin, hin berhemên navdar ji wêjeya cihanî bi zimanê kurdî hatine wergerandin û weþandin.

Ji aliyekî dî ve berhemên nivîskarên kurd li ser qada navneteweyî cih digirin û ya herî baþ ew e, ku êdî ew nema weke nivîskarên, tirk, ereb yan faris têne bi nav kirin.

Ev hemû gavên mezin in li ser riya geþbûna pirtûka kurdî, belê îro barê me hemûyan ew e, ku em vê geþbûnê hilgirin û biguhêzin wan herêmên Kurdistanê, yên ku îro jî di tariya zordestiyê de ne.

Ji ber vê yekê ez hêvîdar im, ku ev pêþengeha 1ê ya pirtûka kurdî dengê xwe ne tenê li Ewrpoayê vede, belkû ew bibe zingil û dengê xwe li guhên mîriyên dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî bide û ji wan re bêje, bibînin, pirtûka kurdî êdî bûye dezgeheke rasteqîn, ya ku Kurdan bi bawerî ava kiriye û ew êdî bi darê zorê, bi qedexekirinan, girtin û kuþtina nivîskar û weþanvanên kurd bi ti awayî nema dikare ji dinyayê were derxistin.