Daxuyaniya
Navenda PENa Kurd
di biwara hêrîþên rêjima tirk de
 
 Navenda PENa Kurd
 
 
 
 
 
Generalên tirk, yên ku ji piþt ve dewleta Tirkiyayê bi rê ve dibin, hiþtin ku di 17.10.2007an de  parlamentoya Tirkiyayê bi navê gel û dewleta tirk biryara derbaskirina sînorê Îraqê bide.
 
Piþtî ku leþkerên Tirkiyayê bi hêzên leþkerî yî herî mezin û nûjen di hêrîþên xwe yî salên bihûrtî de bi ser ne ketin, wan roja pêncþema bihûrî, 21.02.2008 dest bi hêrîþeke hê meztir kir.
 
Rêjîma Tirkiyayê vê carê 10 000 leþker bi tank, top û balefirên leþkerî yî nûjen sînorê dewleteke dirawsê dîse qetand -û bi vê yekê careke dî li pêþ çavên hêzên dêmokratî yî cihanê- pê li hemû peymanên navneteweyî kir û bi vê yekê ti wate ji sînorê navbera Tirkiya û Îraqê re ne hitþtiye.
 
Ev çend roj in, lêþkeriya tirkî deverên ku mirovên sivîl lê dijîn bombebaran dike û avayiya herêmê wêran dike. Bi vê hiþkere dibe, ku armanca Deweleta Tirk ne tenê PKK ye, lê belê wê têkbirina deskevtiyên gelê me li baþurê Kurdistanê jî ji xwe re kiriye armanc. 
 
Hêrîþên leþkerî yên rêjîma Tirkiyayê û helwestên wê yî dijminane ne tenê kuþtin û wêranê bi ser gelê me yî azadîxwaz de tênin, bihitir ji wê ew hêrîþeke dijminane ye li dijî hemû nirxên ku mirovayetiyê di dîroka xwe de bi dest xwe ve aniye.
 
Ji ber vê yekê em bangî hemû hêzên azad û dêmokrat li cihanê dikin, ku ew li destpêkevtiyên tevgera þaristanî ya mirovayetiyê xwedî derkevin û hewl bidin rêjîma Tirkiyayê û generalên wê yî destbixwîn rawestênin.
 
Çandên hemû gelên vê cihanê yeksan in. Girtin, hingaftin, hêrîþên leþkerî û kuþtina mirovên ku di ber parastin û bipêþvebirina çanda xwe de xebatê dikin, kiryarên li dijî nirxên mirovayetiyê ne.
 
Mafê gelê kurd weke mafê her neteweyeke dî heye, ku li ser xaka xwe, Kurdistan serbixwe bijî, li çanda xwe xwedî derkeve û wê bipêþve bibe.
 
Navenda PENa Kurd bangewazî li hêzên azadîxwaz î cihanê, li yekîtiya Neteweyan, li hemû PENên neteweyî û Komîteya Nivîskarên ji bo Aþtiyê ya PENa Navneteweyî dike, ku ew helwesta rêjîma tirk û generalên wê þermezar bikin.
 
 
 
 
Navenda PENa Kurd
25.02.2008

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org