Dem di Kurmanciya Bakur de - I

Dr. Zeredeþt Haco
(Dr.Z.Hajo@t-online.de)


Ez di vê mijara xwe ya îro de dixwazim li ser demê di zimanê me de biaxivim: Dem di rêzimaniya kurdî de. Ez naxwazim li ser bêjeya demê û wateya wê ya fîlosofî rawestim, ji ber ew babetekî dî ye. Herwekî ez naxwazim werime ser giringiya demê bi taybetî ji me Kurdan re, ji ber hingî emê ji mijara xwe derkevin. Belê dîse jî rê bidine min, ku ez wê gotina ku dibêje: "Dem weke þûr e, ku tu wê nebirî, ewê te bibire!" bênime bîra we.
Vêce di rêzimaniyê de em dizanin, ko gava mirov diaxivin, ew di axaftina xwe de hersê pêpelûkên demê nîþan dikin, ango

1. dema bihûrî
2. dema niha û
3. dema pêþerojê.

Dabeþkirina van her sê beþên demê, yên ku bi giþtî di mêjiyê hemû mirovan de xwe dide nîþan kirin, hemû hevgirêdanên demî di rêzimaniyê de neynik nake. Ji ber vê yekê mirov basa sîstêmên demî di zimanan de dike. Ji bo mînak ez dixwazim, sîstêma demî ya zimanê elmanî bidim. Di zimanê elmanî de 6 pêpelûkên demî hene, yên weha têne bi nav kirin: Präsens, Präteritum, Perfekt, Plusquamperfekt , Futur I û Futur II. Bi arîkariya van her 6 pêpelûkan 15 wate karin werine derbirîn. Mînakeke din zimanê rûsî ye; di zimanê rûsî de 5 pêpelûkên demî hene. Bi her pêpelûkekê ve demeke imperfektiv û demeke perfektiv giradiyî ye. Bi van herdû mînakan min xwest, ez bidime xuyakirin, ku gelek caran her pêpelûkeke demî kare bêhtir ji wateyekê di bin xwe de binuxumîne.

Ji bona ku em kari bin xweþik ji vê yekê tê bigihin, divê em du tiþtan ji hev cida bikin:

A.
Dema ku bûyer bi rastî tê de dibe, emê navê bixine "naveroka demê" û

B.
Pergal, ango forma pêpelûka rêzimanî

Ev cidatî divê were kirin, ji bona ku em kari bin bibînin, ku:
1. Naveroka demê ne di riya pergal, ango forma pêpelûka rêzimanî tenê re, belkû ew di riya bêjeyan re jî kare were derbirîn, mînak:

Ew niha bi tirimbêlê diþine Amedê.
Ew sibe bi tirimbêlê diþine Amedê.
Pêr, gava ew bi tirimbêlê diþine Amedê, ...

Di van komekan de pergal, ango forma pêpelûka rêzimanî yekpergal e. Her sê komek di pergala dempêpelûka niha de ne, bi ser ko naveroka demê di sê demên ne weke hev de ye. Di komeka 1ê de dema niha, di ya 2an de dema pêþerojê û di ya 3an de dema bihûrtî tê nîþan kirin.
Cidabûna ku li vê derê di demê de dibe, ne bi pergal, ango bi forma lêkera tewandî dibe, bêhtir ew bi arîkariya alavên bêjeyî dibe.
Ev ji rexekî ve.

2. Ji rexekî dî ve em dibînin, ku pergal, ango formên pêpelûkên rêzimanî ne tenê demê ji me re didine nîþan kirin, belkû ew karin rengekî jî bidine bûyerê, mînak: Heta em xwarina xwe çêbikin, wê mîvanên me hati bin.
Di vê komekê de em dibînin, ko li teniþt diyarkirina dema bûyerê rengê derbirîna gomanê jî tê diyarkirin. Ango em bi vê komekê gomanê derdibirin, bêyî ko em peyveke gomankirinê bi kar bênin.
Vêce heta ko mirov kari be peywendiyên di nav bera dema ko bûyer bi rastî tê de dibe, ango "naveroka demê" û Pergal, ango forma pêpelûka rêzimanî nîþan bike û xwe ji wateyên ko ew dikarin derbirin, nêzîk bike, divê mirov sê tiþtan bide ber çavên xwe:

1. Dema ko bûyer xwe tê de bi kar têne. Mebest bi vê dema rast ya jiyana wê bûyerê ye, ya ko xwe di lêkerê de dide nîþan kirin.
2. Dema ko tê de yê axêver dipeyive, ango ew kêlîka ko yê axêver gotina xwe dibêje.
3. Dema temaþekirinê, ango dema ko yê axêver/peyvker ji bona xwebikaranîna bûyerê daye ber çavên xwe.

Mînak:
Heya sala bê minê xwendina xwe biri be serî (xilas kiri be).

Dema ko tê de yê axêver dipeyive, îro ye. "Sala bê" dema ko yê axêver daye ber çavên xwe ye, ango ew li wê demê temaþe dike û dema ko bûyer xwe tê de bi kar têne, ew dem e, ya ko dikeve navbera "îro" û "sala bê" de.
Ji vê mînakê diyar dibe, ko mirov kare wateya pêpelûkên demî ji peywendiyên di nav bera van her sê nîþanên demê de derxe. Ev peywendî karin peywendiyên yek demê bin, karin peywendiyên pêþ- yan yên paþdemî bin.

Dempêpelûkên Kurmanciya bakur

Herwekî li pêþ hatiye nivîsîn, her pêpelûkeke rêzimanî ne tenê wateyekê dinixumêne, belkû ew kare ji wateyekê bêtir binixumêne; ji ber vê yekê wê ne rast be, gava em di Kurmancî de weke zimanê elmanî, yê inglîzî yan her zimanekî dî navekî yek bêjeyî bi tenê li her pêpelûkeke demî bikin. Ango wê ne rast be, gava em peyvina çêkirî bênin û li pêpelûkên demî siwar bikin û bêjin, ev in termên me ji dêla termên latînî: Präsens , Präteritum, Perfekt, Plusquamperfekt û her wekî din. Li gorî dîtina min wê baþ be, gava em hijmaran, ango 1,2,3,4 bixine nav rêzimaniya zimanê xwe, çawa ko îro lingûstîka hemdemî hijmaran bikar têne. Heta di zimanê elmanî de jî Futur I û Futur II tê gotin.
Ji ber vê yekê ez piþtgîriya pêþniyara birêz Hisên Kartal dikim, yê ko weke ko ez dizanim, Kurdê pêþî bû, yê hijmar ji pêpelûkên demî re bi kar anîn.

Vêce ez pêþniyar dikim, ko em her 7 pêpelûkên demî yên ko Mîr Celadet Bedirxan ew ji Kurmanciyê re fermî kirine, wisa bi nav bikin:

Pêpelûkên Demî

Kurtiya navên wan

Terma latînî

 

 

 

Dema Niha

DN

Präsens

Dema Borî I

DB I

Präteritum

Dema Borî II

DB II

Imperfekt

Dema Borî III

DB III

Perfekt

Dema Borî IV

DB IV

Plusquamperfekt

Pêþeroj I

PR I

Futur I

Pêþeroj II

PR II

Futur II