- mînak: ketin, kirin,
xwestin; çûn, kirîn, dan
- -Em dizanin, ku qurimê lêkera
neçivandî yan bi tîpeke dengdar (Konsonat) û yan bi tîpeke dengdêr
(Vokal) bi dawî tê-.
-
- b. rewþa fermanî: Imperativ) ya lêkerê zani be,
-
mînak: bikeve, bike,
bixwaze; biçe, bikire,
bide
-
- c.
qurimê Dema Niha ji qurimê rewþa fermanî tê standin
- qurimê
Dema Niha, mînak: kev, k, xwaz; ç, kir, d
- ç.
Dema Niha bi arîkariya pêrkîta di, ya ku dikeve pêþiya
qurim de
-
û nîþanên pronavan tê ava kirin, ango
-
- di
+ qurimê DN + nîþanên pronavan (im, î, e, in, in in)
-
- Mînak:
- Ez
Tu
Ew
Em
Hûn
Ew
-
dikevim
dikevî
dikeve
dikevin „
„
-
dikim
dikî
dike
dikin
„
„
-
dixwazim
dixwazî
dixwaze
dixwazin „
„
-
- diçim
diçî
diçe
diçin
„
„
-
dikirim
dikirî
dikire
dikirin
„
„
-
didim didî
dide
didin „
„
-
-
- Ev
qeyda avakirina Dema Niha li hemû lêkêrên neçivandî
(Infinitiv), yên dawiya qurimên wan
bi tîpeke dengdar û yên dawiya qurimên wan
bi tîpeke dengdêr bi dawî dibe, tê.
- Belê
qurmê Dema Niha ji lêkerên neçivandî (Infinitiv), yên ku dawiya
qurimên wan bi tîpeke dengdêr (Vokal) bi dawî dibe, dikare bi giþtî li
gor qeydeke dî jî were standin. Ev qeyd, ya ku ji min re nû bû, min di
simînarekî de, yê ku min û birêz Hüseyin Kartal li Hamburgê ji
mamosteyên zimanê kurmancî re bi rê ve dibir, bihîst. Mamoste Xiyas
Zaroj-Stêrk ev qeyd derxistiye:
-
- Gava
qurimê lêkereke neçivandî (Infinitiv) bi tîpeke dengdêr (Vokal)
bi dawî bibe, pêwist nake, ko êdî em qurimê Dema Niha ji qurimê
rewþa fermanî
- werbigirin.
Qurmê Dema Niha yên van lêkeran bi vî awayî jî dikare were
standin:
- a.
dawiya lêkera neçivandî (Infinitiv), ya ko tenê
“n” ye, dikeve, çû “n”; kirî “n”;
da “n”
- b.
ew tîpa dengdêr jî, ya ku qurim pê bi dawî dibe, dikve, ç “ûn”;
kir “în”;d“an”
- c.
qurimên Dema Niha yên van her sê lêkeran ev in: ç,
kir, d (li
1.1. c. binêre!)
-
-
-
- 1.2.
karê Dema Niha
-
- Bi
giþtî pêpelûka demî ya Dema Niha 3 rewþan dinixumêne:
-
- a.
Ew dide xuya kirin, ku kirinek, bûyerek, rewþek di kêlîka axaftina
axavdêr de dibe, mînak:
ez dixwênim
- Bi
arîkariya hokeran mirov dikare vê rewþê zelaltir bike: Ez niha (vê kêlîkê)
dixwênm.
-
- b.
Ew dikare dirêjî yan kurtiya demê bide xuya kirin:
- Mînak:
ez li Amedê dixwênim
- Bi
arîkariya hokeran mirov dikare vê rewþê zelaltir bike:
- Ev 2
sal/3 sal/ 5 sal (2 roj/ 3 roj/ 5 roj) in, ez li Amedê dixwênim.
-
- c.
Ew dide xuya kirin, ku kirinek hertim xwe vedigerêne (bûye adet:
usuell)
- Mînak:
Ew rojnamê dixwêne
- Bi
arîkariya hokeran mirov dikare vê rewþê zelaltir bike:
- Ew
her roj rojnamê dixwêne
- Bûyerên
xwezayî jî, yên ko ne di destên miroan de ne, dikevine bin vê xalê:
- Mînak:
roj dihile
-
Mirov
radizin
-
stêr
diçirisin
-
-
- Wekî dî Dema niha dikare di bin hin mercan de
karên pêpelûkên hin demên din jî bigire ser xwe û li þûna wan were
bi kar anîn.
-
- Li þûna
Deme Bê I:
- Mînak:
Em vedigerine welêt
- Bi arîkariya hokeran mirov dikare vê rewþê zelaltir
bike:
-
Piþtî demekê em vedigerine welêt
-
-
- Li þûna Dema Borî II
(Boriya Çîrokî/Dîrokî):
-
- Sala 1946an, eskerên dakîrkeran tên bi ser Mehabadê
de digirin û endamên mîriya kurdî bi dar ve dikin, ...
-
- ........... wê bidome