- Dem di Kurmanciya Bakur de
- III
-
- Dr. Zerdeþt Haco
-
-
- Avayî û karên pêpelûkên demî:
-
- Di beþê Iê û yê IIan de ji vê lêkolînê ez li
ser hevgirêdanên demî û pêpelûkên demî di Kurmanciya Bakur de
rawestam. Mijara beþê IIan „avayî û karê Dema Niha“ bû. Di
beþê îro, beþê IIIan de ezê werime ser “avayî û karê Dema Borî
I“ bi hêviya, ku bi vî awayî, ez her 7 dempêpelûk û her 4 rewþên
bilanî di Kurmanciya Bakur de û hevgirêdanên wan di bin çavan re derbas
bikim û deriyê gengeþiyeke zanistî li wan vekim.
-
- 1.
Avayî û karê Dema Borî (DB I), (Präteritum)
- 1.1. Avayiya Dema
Borî I (DB I)
-
- Dema Borî
ji qurimê lêkera neçvandî û nîþanên pronavan hatiye ava kirin.
-
- Da ku
mirov kari be pêpelûka Dema Borî I (DB I) ava bike, divê mirov
-
- a.
Lêkera kurdî ya neçvandî (Infinitiv) nas bike
- mînak: ketin,
kirin, xwestin; çûn, kirîn, dan.
-
- b.
Zani be, ku qurimê lêkera neçivandî yan
- bi tîpeke dengdar (Konsonat),
mînak: ket in,
kir in, xwest in
- û yan
- bi tîpeke dengdêr (Vokal), mînak: çû n,
kirî n, da n
- bi dawî tê.
-
- c. Zani be, ku dumahîka
lêkera neçivandî
- „in“ e, gava qurim bi tîpeke dengdar (Konsonant)
bi dawî tê,
- û tenê
- „n“ ye, gava qurim bi tîpeke dengdêr (Vokal) bi
dawî tê.
-
- ç. Herdû komên pronavên kurdî nas bike:
- Koma 1ê ya pronavên kurdî:
Ez, Tu, Ew,
Em, Hûn, Ew
- Koma
2an ya pronavên kurdî: Min, Te, Wî/Wê Me,
We, Wan.
-
- d.
Nîþanên pronavan nas bike,
- gava
qurim bi tîpeke dengdar (Konsonant) bi dawî tê: im, î, e, in,
in, in
- gava
qurim bi tîpeke dengdêr (Vokal) bi dawî tê:
m, yî, -
n, n,
n.
-
- e.
Lêkerên negerguhêz (intransitiv), mînak: ketin, çûn
- û lêkerên
gerguhêz (transitîv), mînak: kirin, kirîn
- nas
bike.
-
- ê.
Zani be, ku qurimê lêkera neçivandî, qurmê dempêpelûka Dema Borî I
bi xwe ye jî.
-
- Naskierin
û zanîna van xalên li jor binavkirî merc in, ji bo avakirina Dema Borî
I. Belê di avakirinê bi xwe de tenê ev alavên rêzimanî têne bi kar anîn:
-
- Mînaka
lêkerên negerguhêz:
-
- Pronavên
kesîn + qurimê Dema Borî I + nîþanên pronavên kesîn
-
- ketin
-
- Ez
ket
im
- Tu
ket
î
- Ew
ket
-
-
- Em
ket
in
- Hûn
ket
in
- Ew
ket
in
-
- çûn
-
- Ez
çû
m
- Tu
çû
yî
- Ew
çû
-
-
- Em
çû
n
- Hûn
çû
n
- Ew
çû
n
-
- Li
gor rêzikên (qeydên) rêzimanî mafê qurimê lêkerekê di komekê
de nîne, ku cihekî serbixwe bistêne, ji ber vê yekê em nikarin qurim
cida binivîsin. Mafê qurim di komekê de tenê hingî heye, ko cihekî
serbixwe di komekê de ji xwe re bistêne, gava ew bi nîþanên pronavan re
rûne û herdû bi hev ve werine nivîsîn. Ji bo têgihþtinê, divê were
gotin, ko nîþana pronavê kesê 3an yekejimar (ew) 0 (sifir/vaje) e, ango
qurim bi xwe bi 2 karan radibe, ji aliyekî ve ew qurimê lêkerê ye, û ji
aliyê dî ve ew -bi dirûvê/þiklê xwe- nîþana pronavê kesîn yê kesê
3an yekejimar e.
-
- Ez
ketim
- Tu
ketî
- Ew
ket
-
- Em
ketin
- Hûn
ketin
- Ew
ketin
-
- Ez
çûm
- Tu
çûyî
- Ew
çû
-
- Em
çûn
- Hûn
çûn
- Ew
çûn
-
- Mînaka
lêkerên gerguhêz:
-
- Berî ku
ez mînaka avakirina Dema Borî I (DB I) bidim, ez dixwazim bi kurtî li ser
sedemê wê yekê rawestim, çima pêpelûka DB I bi arîkariya Koma 2an ya
pronavên kêsîn, ango : Min, Te, Wî/Wê, Me, We, Wan
tê ava kirin. Ez dibêjim bi kurtî, ji ber ev mijar cihê gotareke
taybet e. Vêce bi dîtina min sedem di wê yekê de ye, ku lêkerên gerguhêz
(transitiv) wateya xwe ya seranser tenê bi arîkariya bireseran (Objekt)
tijî dike, ango heke me lêkereke gerguhêz (transitiv)
di komekê de bê bireser (Objekt) bi kar anî, wateya wê kêm dimêne
û yê/ya ku em pê re diaxivin li hêviya wateya seranser dimêne, ji bo mînak,
gava mirovek bêje : « Ez dixwim », ev agadriya ku ew dide
me, kêm e, ji ber em nizanin, ew çi dixwe. Belê gava ew bêje :
« Ez sêvekê dixwim », hingî wateya lêkerê tijî dibe û em
têdigihin, ew çi dixwe. Bi bervajî vê yekê, lêkerên negerguhêz
(intransitiv) wateya xwe bi bê arîkariya bireseran tijî dikin, ango ew
bireseran naxwazin, û bþtir e, were gotin, ku nikarin bireseran
bi kar bênin, ji bo mînak, gava mirovek bêje ez dirazim
(radizim/radikevim), hingî wateya komekê (hevokê) tijî dibe û mirov
nema li hêviya agadriyeke din e. Ji bona têgihiþtina wê yekê, çima em
di Dema Borî I û di hemû dempepelûkên Borî yên din de koma 2an ya
pronavên kesîn bi kar tênin, wê baþ be, ko em gaveke dî bi pêþ ve
herin û bibînen, ku lêkerên gerguhêz, xwediyên bireseran dikarin rewþa
nependî (passiv) ava bikin, lê lêkerên negerguhêz (interansitîv) ne
xwediyê vê derfetê (imkaniyetê) ne, ji bo mînak û sivikkirina têgihiþtinê,
mirov dikare komeka Dema Niha « ez sêvê dixwim » bixe rewþa
nependî (passiv) û bêje : « Sêv tê xwarin », ango bireserê
(Objekt) komeka pendî (aktiv) bûye kirarê (Subjekt) komeka nependî
(passiv). Gava em bixwazin vê komekê zeleltir bikin, û bêjin kî bi
kirina xwarinê radibe, em dikarin bêjin : « Sêv (ji min/aliyê
min ve) tê xwarin. Lê divê
neyê ji bîr kirin, ku « ji min/aliyê min ve » ne kirar
(subjekt) e, ew tenê peywendiyê di hevokê de dide xuya kirin. Kirarê vê
hevokê, weke diyar e, « sêv » e.
- Mebesta
min ew bû, ez bidime xuya kirin, ku pronavê kesîn yê koma 1ê « Ez »
di hevoka « Ez sêvê dixwim » de di hevoka « Sêv ji min
ve tê xwarin » de bûye « Min ». Ka vêce em hemû pronavên
kesîn di van herdû komekan (hevokan) de bi kar bênin :
-
- Ez
sêvê dixwim
Sêv (ji min/aliyê min ve) tê xwarin
- Tu sêvê
dixwî
Sêv (ji te/aliyê te ve) tê xwarin
- Ew
sêvê dixwe
Sêv (ji wî,wê/aliyê wî, wê ve) tê xwarin
-
- Em
sêvê dixwin
Sêv (ji me/aliyê me ve) tê xwarin
- Hûn
sêvê dixwin
Sêv (ji we/aliyê we ve) tê xwarin
- Ew
sêvê dixwin
Sêv (ji wan/aliyê wan ve) tê xwarin
-
- Li gor vê
yekê em dibînin, ku pronavên koma 1ê : Ez, Tu, Ew, Em, Hûn, Ew
- di hevoka
2an de ji ber daçeka „ji“ ketiya pêþiya wan de, ew hatine tewandin û
bûne Min, Te, Wî/Wê, Me, We, Wan. Ango em nikarin bêjin, ji ez, ji tu,
ji ew, ji em, ji hûn, ji ew, divê em bêjin, ji min, ji te, ji wî/wê, ji
me, ji we, ji wan.
- Ji vê rewþa
ha re di zanyariya zimên de êrgativ tê gotin. Wateya êrgatîv jî ew e,
ko lêkera çivandî (tewandî) nîþana wî bireserê hevoka pendî (aktiv)
digire, yê ku di hevoka nependî (pasiv) de bûye kirar. Ji bo zelelkirinê
ezê dîse hevoka « Ez sêvê dixwim » bidim. Di vê hevoka pendî
de lêkera tewandî nîþana kirar « ez » standiye. Gava em vê
hevokê bixine rewþa nependî (passiv) de, ango « Sêv ji min ve tê
xwarin », em dibînin, ku “sêv” ya ku bireserê (Objekt) hevoka
pendî (aktiv) bû, bûye kirarê hevoka nependî (passiv) û lêkera tewandî,
ya ku « tê » ye, nîþana kirar« sêv » standiye.
-
- Bi vî
awayî min xwest, ez xwe ji wê armancê nêzîk bikim, û bidim xuya kirin,
ku heye, dempêpelûkên borî yên lêkerên gerguhêz di zimanê me de ji
rewþa nependî (passiv) hati bine girtin, ango bingehê hevokeke weke
« Min sêv kirî » wê di yekejimariyê de ev be : « Ji
min ve sêv hat kirîn) û bingihê hevokeke weke « Min sêv kirîn »
wê di gelejimariyê de, ev be : «Ji min ve sêv hatin kirîn ».
-
- Diyar e,
zimanê kurdî di dirêjbûna dîroka xwe de weke her zimanekî din li ser rûyê
vê erdê ber bi sivikbûnê ve diçe. Vêce
dûr e, ku
-
- a.Di
kevnariya dîrokê de û bi salan re ji bo sivikbûnê daçeka « ji »
keti be.
- b. Lêkera
arîkar « hatin », ya tewandî û xwediya nîþanên pronavan
keti be.
- c.Lêkera
sereke –di vê komekê de « kirîn »- hati be tewandin û bû
be xwediya nîþanên pronavan.
-
- Niha vêce
ez dikarim, mînaka lêkerên gerguhêz (transitîv) bidim, belê berî wê
ez dixwazim careke dî ber bi çavan bixim, kû nîþana pronavê kesê 3an
0 (sifir/vaje) e. Ji ber vê yekê mirov di mînakên jêr de dibîne, ku lêkera
gerguhêz jî ji bo kesê 3an tenê qurim e, gava ku bireser yekejimar be,
û nîþanên pronavê kesîn yê 3an gelejimar « in » û
« n » ne, gava ku bireser gelejimar be :
- kirin
-
- Pronavên
Bireserê yekjimar
Bireserê gelejimar
- tewandî
-
- Min
kir
kirin
- Te
kir
kirin
- Wî/Wê
kir
kirin
-
- Me
kir
kirin
- We
kir
kirin
- Wan
kir
kirin
-
-
- kirîn
-
- Pronavên
Bireserê yekjimar
Bireserê gelejimar
- tewandî
-
- Min
kirî
kirîn
- Te
kirî
kirîn
- Wî/Wê
kirî
kirîn
-
- Me
kirî
kirîn
- We
kirî
kirîn
- Wan
kirî
kirîn
-
-
- 1.2. karê
Dema Borî I (DB I)
-
- Bi giþtî
dempêpelûka Dema Borî I (DB I) di axaftinê de wan bûyeran
derdibire, yên ku di dema bihûrtî de bûne û yê axêvdar dixwaze bide têgihandin,
ku ew yek car e tik û tenê bûne û serpêhatiya wan bi dawî hatiye û derbasbûye.
-
- Mînak:
-
- 1. Azad sêv
xwar.
-
- Ev hevok
derdibire, ku Azad bi kirinekê rabûye. Ew kirin di dema bihûrtî de bûye.
Kirin jî xwarina sêvê ye. Ew kirin dikarî careke tik û tenê bibe, ji
ber sêv êdî hatiye xwarin û ne maye, heta ku careke dî kirinek pê bê
kirin. Ango serpêhatiya ku bi sêvê hatiye kirin, bi dawî hatiye û
derbasbûye.
-
- Ev mînakên
li jêr jî di wê wateyê de ne:
- 1.
Gava ez giham nezîkê dehlê, ji niþkan ve sûskek ji ber min firî.
- 2.
Tu bi çi çûyî
Kurdistanê ?
- 3.
Bi guleya pêþî
re qumandarê wan ket û nema rabû.
- 4.
Em bi qêrîna wê
ve hatin.
- 5.
Hûn gelekî li hêviya
wan man, lê ew ne hatin.
- 6.
Gelek welatperwerên
me di zîndanên neyaran de çûn.
- 7.
Firokeke
wan ket û þewitî. Hemû
leþkerên tê de mirin.
- 8.
Bi teqîna bombê
re ew ji herdû çavan kor bû.
-
-
-
- … wê
bidome
-
-