Dem di Kurmanciya Bakur de IV
 
Dr. Zerdeþt Haco
Avayî û karên pêpelûkên demî:
 
Di beþên I-III de ji vê lêkolînê ez heya niha li ser avayî û karên van dempêpelûkan rawestiya bûm:
Dema Niha (DN) û
Dema Borî I (DBI)
Di vî beþî de ezê avayî û karên dempêpelûka Dema Borî II di bin çavan re derbas bikim.
 
1. Avayî û karê Dema Borî (DB II), (Imperfekt)
 
1.1  Avayiya Dema Borî II (DB II)
 
Gava mirov li avayiya Dema Borî II temaþe dike, mirov dibîne, ku avayiya lêkerê di vê dempêpelûkê de avayiya lêkera dempêpelûka Dema Borî I bi xwe ye, tenê pêrkîta di ketiye pêþiya qurimê lêkerê, mînak:
 
 
kirîn
 
Pronavên            Dema Borî I (DBI)                 Dema Borî II (DBII)
tewandî                       
 
Min                  kirî                                           dikirî   
Te                    kirî                                           dikirî   
Wî/Wê             kirî                                           dikirî               
 
Me                   kirî                                           dikirî               
We                  kirî                                           dikirî               
Wan                 kirî                                           dikirî   
 
                                                hatin
Ez                    hatim                                        dihatim
Tu                    hatî                                           dihatî
Ew                   hat                                           dihat                
 
Em                   hatin                                         dihatin
Hûn                  hatin                                         dihatin 
Ew                   hatin                                         dihatin 
 
Ji ber vê yekê ez naxwazim avayiya Dema Borî II ji hev vekim û bidime xuya kirin, ew ji çi û çi hatiye ava kirin. Mirovekî bixwaze mercên avakirina vê dempêpelûkê yekoyeko binase, dikare vegere mercên avakirina Dempêpelûka Dema Borî I, yên ku ez berî niha bi ferehî li ser wan rawestiya bûm. Herwekî
 
 
 
 
vê jî, pirsa kengî koma pronavên kesîn yên tewandî (min, te, wî/wê, me, we, wan), û kengî yên netewandî (ez, tu, ew, em, ew, hûn, ew) têne bi kar anîn, berî niha hatiye þirovekirin. Vêce ji ber avayiya lêkerê di van herdû dempêpelûkan de heme bêje weke hev e, ez ji wan re dibêjim, ku ev herdû dempêpelûk di avayiya lêkerê de „dest û birayên “ hev in.
 
 1.2. karê Dema Borî II (DB II)
 
Herçend DBI û DBII di avayiya xwe de ji hev nêzîk bin jî, belê heryek ji wan di karên xwe de serxwebûneke xwe ya taybetî heye. Ji xwe ev serxwebûna her pêpelûkeke demî axaftinê sivik û zelal dike. Vêce herwekî berî niha karê Dema Borî I bi wê hati bû nîþan kirin, ku bûyerek di dema bihûrtî de bûye, û ew bûyer yek car e tik û tenê bûye (hêk þkest), karê dema Niha II dikare bi vî awayî were þirovekirin:
 
a.Bûyerek di dema bihûrtî de di wê kêlîkê de dibû,  gava bûyereke dî rastî wê dihat, mînak:
Em nû rûniþti bûn, me xwarina xwe dixwar, ji niþkan ve me dengê teqînekê kir.
Gava em gihiþtine xwendegehê, zarok di hewþê de bi gokê dileyistin.
b. bûyerek di dema bihûrtî de dibû. Ew bûyer tim dibû, bû bû adet (usuell), mînak:
Wî her sibeh xwe diþuþt, pora xwe diþkinî, cilên xwe li xwe dikirin, taþtê dixwar û rojname dixwendin.
Hersal, biharan em pezê xwe dibine çêriyê
c. Dema Borî II weke nîþana demê. Bi arîkariya DBII yê/ya axêvdar dikare li ser dema bûyerekê bêje, mînak:
Em li mala hevalê xwe diman.
Bi arîkariya hokeran mirov dikare dema lêkerê kurt û dirêj bike:
Em seetekê li mala hevalê xwe diman. Em salekê li mala hevalê xwe diman.
Min li zanîngeha Amedê dixwend
Min (mehekê/salekê/ 5 salan) li zanîngeha Amedê dixwend.
 
Em dibînîn, ku di karên xwe de dempêpelûka Dema Borî II ji Dema Niha nêzîk e û di avayiya xwe de pêrkîta di dikeve pêþiya qurimê lêkra herdû pêpelûkan, belê heryek ji wan di demeke cida ye. Ev nêzîkbûna ha dihêle pirsek xwe bavêje ber me, ew jî ev e: Ma gelo pêrkîta di ye, ya ko dihêle herdû dempêpelûk di karên xwe de ji hev nêzîk bin? Pêwistiya vê yeka ha bi lêkolîneke taybetî heye. Tiþtê ku em niha dizanin, ew e, ku pêrkîta di di Farisî de bûye mi. Di hin zaravên kurdî de, weke di Kirmancî (Zaza) de nayê bi kar anîn. Di Kurmanciya Naverast (Soranî) de lawaz bûye, gelek axêverên Kurmanciya Naverast dengê d nabêjin (eçim, ebim, ekim …). Pêrkîta di di dvokên Kurmanciya Bakur bi xwe de jî, weke devoka Kurdên êzdî yên êla Hevêrkan (ez çim, ez bim, ez kim)  nayê bi kar anîn. Bi her awayî pêwistiya vê diyardeya ha bi taybetî jo bo zaravzaniya (dialektologiya) kurdî bi lêkolînên zanistî heye. Ez hêvîdar im, ko di hejmarên kovara Hîwa yên bê de,
ez bikarim li ser herdû dempêpelûkên mayî, Dema Borî III û Dema Borî IV binivîsim ….