Kengî Em û Hûn Dibine Bira?
 
                                                                    Dr. Zaradachet Hajo
 

Heta yek top û leþkerekî we

hebin li ser xaka me û çiya

 

Heta sor bin destên we

ji xwîna kurên me û keça

 

Heta li welatê me hûn xwedî bin

û me bihejimêrin ji rêncbera

 

Heta hûn mêrkujan xwedî bikin û

nemirovan berdine pêsîra jina

 

Heta kirinên we yên hovane

li bîra xuþkên me bin û diya

 

Kengî em û hûn dibine bira?

 

Heta hûn bi wekheviyê bawer nekin

û negihine þaristaniya mirova

 

Heta hûn bi ber gunehên xwe neyên

ji bo xatirê gorî û cangoriya

 

Û hûn nebêjin:

 

Ala we jî li ser sera

 

Kengî em û hûn dibine bira?