Paþbangewazî ji Mehmed Uzun re
 
 Dr. Zerdeþt Haco
 
 
Mehmed, kekê delal,
 
Te dizanî, ku zimanê me yî kurdî, yek ji dewlemendtirîn zimanên vê cihanê, kilîta serxwebûna me ye.
 
Belê, Te dizanî ku hêrîþeke hovane li dijî vî zimanê xwedî þaristaniyeke mezin bi hêzên dewletî tê ajotin.
 
Te dizanî, ku xwediyên van hêrîþan pê li her nirxekî mirovayetî dikin û ji xwe re her alavekî rewa dibînin, ku vî zimanî ji ser rûyê vê cihanê rakin.
 
Belê, Te dizanî, ku ew di van herîþên xwe de li bakurê welatê me bi ser ketine û jiyana zimanê me gihandine ser kevîka mirinê.
 
Belê, Te dizanî, ku rêxistinên kurdî, yên ku bi hêzên dewletî li zimanê xwe xwedî derkevin nînin, zanîngehên ku li zimanê kurdî bikolin û bi pêþ ve bibin, nînin.
 
Te dizanî, ku li bakurê welatê me, bi zimanê me re têrora dewletî çanda me jî gihandiye ber tirsa jinavbirinê.
 
Te dizanî, ku welatparêzên Kurdistanê, yên ku li ziman û wêjeya kurdî xwedî derdikevin, bê dilovanî têne girtin, hingaftin û kuþtin.
 
Te dizanî, ku gelek rewþenbîr, hûnermend û nivîskar, yên ku bi nijada xwe Kurd in, piþta xwe didine zimanê dayika xwe û di rewþeke weha tirsdar de bêçare berhemên xwe bi zimanên dagîrkeran, weke Tirkî, Erebî û Farisî dinivîsin, û bi vî awayî gelek ji wan bûne navdarên wêjeya tirkî, erebî û farisî.
 
Belê, Te dizanî, ku di rewþeke weha dijwar de nivîsîna romaneke nûjen bi zimanê kurdî ji aliyekî ve gelekî dijwariyan bi xwe re têne, lê ji aliyê din ve ew netenê liberxwedaneke neteweyî ye, belkû ji wêjeya cihanê bi giþtî re jî dewlemendiyeke balkêþ e.
 
Belê, kekê delal, di rewþeke weha de Te dest hilanî û bi vîneke xurt Te romanek li pey ya din nivîsî û ew bi alîkariya Te li gelek zimanên sereke yî vê cihanê hatin wergerandin. Te bi vê yekê li bakurê welatê me bingiha hûneriya romana nûjen ya bi zimanê kurdî danî û Te deriyê vê hûneriyê ji nifþên di pey xwe re vekir.
 
Belê, tîna Te bi nivîsa romanan ne diþkest, Te dest bi nivîsa essay û lêkolînê li wêjeya kurdî jî kir. Te Berhemek li ser dîroka wêjeya kurdî weþand û Te antologiya wêjeya kurdî jî di du beran de weþand.
 
Te bi vê xebata xwe yî bê westan hawareke bê mînak li gelê me û gelên vê cihanê ji bo giyanê biratiyê, wekheviyê, lihevbihûrtinê û serxwebûnê kir ... oxira Te ya xêrê be, kekê delal, cihê xewa Te dilê tim zindî yê neteweya  me ye.
 
Dr. Zerdeþt Haco
Navenda PENa Kurd
12.10.2007
 
 
 
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org