Pêþgotina min

ji Dramaya Avdirehîm Rehmiyê Hekarî re

 

 Dr. Zerdeþt Haco

 

Xwendevanên hêja,

ev Drama, ya ku li ber destê we ye, ji aliyê rewþenbîrê kurd, Avdirehîm Rehmiyê Hekarî ve hatiye nivîsîn. Ji bo ku mirov, weke xwendevan bi awayekî bash di naveroka vê Dramayê têbigihe, divê mirov wê ji gelek aliyan ve þirove bike. Yek ji mercên bingîhîn ji vê yekê re ew e, ku mirov nivîskarê vê Dramayê bi xwe nas bike, ango dema ew tê de jiye, cihên ku ew li wan mezin bûye, û ku mirov bipêþveçûna jînenîgariya wî yî rewþenbîrî bizane. 
 
Avdirehman Rehmiyê Hekarî di salên 1890 – 1958an de jiye. Ew li Kurdistanê û Tirkiyayê mezin bûye. Bi sedemê girtin û dîlketinê demekê li Bakuyê, serbajêrê Azirbeycanê maye.
 
Ew di maleke oldar de rabûye, xwendina xwe yî sereta û navîn li Kurdistanê û ya bilind di beþê têologiyê de li Tirkiyayê bi dawî aniye. Gelek berhemên wi yî nivîsînê hene. Wî di derbarê mijarên jiyanê yî têvel de nivîsiye. Bi piranî mijarên nivîsên wî oldarî û niþtîmanperwerî ne.
 
Ji ber ev pêþgotin ne cihê wê ye, ku mirov berhemên nivîskarê me þirove bike û binirxêne, ez li derveyî vê Dramayê naçime nav berhemên wi yî din, lê dixwazim bi nav bikim, ku mirov bi hasanî digihe wê baweriyê, ku nivîskarê Dramaya li ber destê me, ya ku ez dixwazim wê bi we bidime nasîn, mirovekî rewþenbîrê dem û civaka xwe bû.
 
Li gor zanîna me yî îro Drama weke tovek ji tovên hûneriya wêjeyî di wêjeya me Kurdan de ne weke tovê lawik û helbestê xwe daye pêþ. Di wêjeya kurdî ya kevin û serdema me de cihê Drama gelekî kêm e. Li vê derê ev pirs xwe didine pêþ:
 
  1. Çima Drama li ba Yewnan û Romanan, yên ku bi sedsalên dirêj dirawsê (cînarên) Kurdan bûn xwe daye pêþ û li ba Kurdan nayê xuya kirin.
  1. Gelo bi rastî Drama di wêjeya kurdiye kevin de ne bû?
  1. Heke Drama bi rastî di wêjeya me de cih ne girti bû, sedemên vê yekê çi ne.
 
Heta mirov bikare bersiva van pirsan bide, divê gelek lêkolînên zanistî li dîroka wêjeya kurdî werine kirin, bi taybetî li serdama berî hatina Ereban û Islamiyetê di sedsala 7an de. Ji ber weke em dizanin, Islametiyê, devera ku xwe bi zor lê vedida, ziman û wêjeyên neerebî ji fermiyetê radikirin û gelek caran ew ji kufrîtiyê dihijmartin û berhemên wêjeyî diþewtandin.
 
Di serdema nû de ji wêjeya kurdî êdî mirov rastî çend nivîskarên kurd –heke hijmareke hindik jî be- tê, yên ku ev tovê wêjeyî bi kar anîne. Ez bi xwe heta niha rastî nivîskarekî/e kurd ne hatime, yê/ya ku berî xwediyê vî parçê þanogeriya di nav destê me de, ango berî Avdirehîmê Rehmiyê Hekarî berhemeke þanogerî nivîsî be. Weke em dizanin, ev berhema wêjeyî cara pêþîn di Kovara Jîn (1918-1919) de hatiye weþandin.
 
Berî ku ez werime ser vê berhama wêjeyî, dixwazim bidim zanîn, ku ji bo cidatî di navbera mirovên rast (real) û kesên ku nivîskar ew ji Drama xwe re bi nav kirine de, were kirin, ezê têgîna „fîgûr“ ji leystikvanan re bi kar bênim.
 
Gava mirov vê berhema wêjeyî ya Avdirehman Rehmiyê Hekarî di bin çan re derbas dike, mirov dibîne, ku wî zanyariyên bingihîn ji bo nivîsandina Dramayê bi dest xwe ve anîne. Em dibînin, ku wî li gor pêbendên vî tovê hûneriyê ev Drama xistiye du têkst:
Têksta sereke
Têksta teniþt
 
Di têksta sereke de, Diyalogên di navbera fîgûran (leystikvanan) de û monologên ku fîgûrek (leystikvanek) bi xwe re diaxive, tên.
Dyilaog  „Çavreþ- Kurê min, Xwedê xêr ket! ...“
Monolog  „ ... Ma namûsa her kurdekî namûsa min nîne! ...“
 
Di têksta teniþt de agadariyên ku nivîskar ji bo birêveçûna þanogeriyê nivîsandine, weke raxistin û xemilandina þanomistê (sehnê) tên.
„Odeke Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. ...“
 
Di têksta teniþt de vekirî, di axaftinên têksta sereke de bi awayekî neyekser (indirekt) bi temaþevanan (Publikum) / xwendevanan re jî axaftin dibe.
 
Axafinên ku di nav fîgûran (leystikvanan) de dibin, doza 3 armancan dikin:
 
  1. Pesindana tiþtan, yan ya bûyeran
Pesindana tiþtan
Di vê berhemê de pesindana tiþtan kêm hatiye, lê dîse jî heye, bo nimûne: „ Çavreþ- Namûsa kurê min ma mimkun e weha di destê neyaran pamal bibit! Ev çi xaînî ye?“
 
Pesindana bûyeran
„... Neyaran serhed girtine ...“
„Lewend- Îroke mirovek ji Baþgalan hatiye. Go –Mîr heta Çolemêrgê çûye-. „
 
  1. Rewþa yê axêver
„Memo- madem ez jî Kurd im û ez ji Alan im, bab û bapirêt min di vê rê de çûne, divêt ez jî di vê rê de biçim. ...“
 
  1. Bangewazî ji mirovê ku bi wî re tê axiftin
„Memo- Dayê þîrê xwe li min helal bike!“
 
Þêweyên ziman, yên ku ji temaþevanan (publikum) / xwendevanan re di parçeyên Drama de têne bi kar anîn bi giþtî sê (3) ne:
 
-     Zimanê wêjeyî yê herî bilind
têgînên taybetî, hin malikên helbestên kevin, wêneyên wêjeyî û wekî din ... .
(bi giþtî di vê berhemê de ev þêweyê ziman ne hatiye bi kar anîn. Dîse jî divê were dîtin, ku hijmarek peyvên erebî hatiye bi kar anîn, yên ku heye, her kes di wan negihe)
 
-     Zimanê jiyana rojane
Temaþevan/xwendevan leystikvanan weke hineke ji xwe dihejmêrin
(Nivîskarê vê berhemê ev þêweyê ziman bi kar aniye, bo nimûne:
„Xezal- Ez þev roj xidamî ji dayika te ra bikim, ez jê aciz nabim, ez jê têr nabim.“)
 
-       Zimanê ji asteya nizim
Asta zimên ya tijî sixêf (ciwên, xeber danên li dijî rabûn û rûniþtina camêrtiyê
(Di vê berhemê de ev þêweyê ziman ne hatiye bi kar anîn)
 
Mirov dikare van xalên ku min li jor bi nav kirin, weke kevirên bingihîn yên Dramayê bihijmêre.
 
Belê, Evdirehîmê Rehmiyê Hekarî Drama xwe li ser van xalên bingihîn ava kiriye û hatiye ser xala þanogeriya Dramayê.
 
Gava mirov xala þanogeriya Dramayekê di bin çavan re derbas bike, divê mirov cidatiyê bixe navbera du diyardeyan:
 
-     Bûyerên derveyîn, yên ku yekser ji pêsh çavên temaþevanan/xwendevanan ve têne kirin (bêbextî, bihevçûn, kuþtin, neyartî, þerên di ber bidestxweveanîna desthilatdariyê de û her wekî din ... .
„Xezal- ... miqabilê vê suala te lazim tat ez bi çekan cewab bidim. ... „
 
-     Bûyerên hindurîn, yên ku guhertina hiþ, derûn (nefisiyet) û helwesta nizim, yan ya bilind ya leystikvanan nîþan dike.
„Çavreþ- Kurê min, di riya dînê xwe û di riya welatê xwe da eger ez te helal nekim, Xwedê jî min helel naket.“
 
Fîgûrên (leystikvanên) Dramayê
 
Di daramayê de tê xwestin, ku fîgurên (leystikvanên) wê bi hest, helwest, dilxwazî û hêviyên xwe ewçend ji jiyana rast nêzîk bin û di nava çend seetên kurt de nûnerîtiya jiyaneke ku ji aliyê yê nivîskar ve hatiye çêkirin, wêneyekî ji jiyana rast bileyizin.
 
Ji ber vê yekê yê nivîskar her leystikvanekî/ê bi hin nîþanên taybetî nîþan dike. Mirov dikare van nîþanan di 3 xalan de bi nav bike:
 
- Nîþanên civakî
Asta civakî: Bilindahiya mirovekî di civakê de
Hawîr: mirovên dewr û piþta wî
Pîþ: karê ku ew pê jiyana xwe bi rê ve dibe ...
(Ji derveyî Lewend ev nîþan bi awyekî xuya di vê Dramayê de ne hatine.)
 
- Nîþanên derveyîn
Dirêjî û kinîtiya bejina mirovekî, cil, rabûn û rûniþtinên ku ji mirovekî re bûne adet ...
(Di vê Dramayê de ev nîþanên derveyîn kêm in)
 
- Nîþanên hindurîn:
Xesletên mirovekî, bîr û ramênên wî, helwesta wi yî hindurîn ...
„Memo- Ez ji kî kêmtir im! Ma ez Kurmanc nînim! ...“
 
Lihevanîna fîgûran (leystikvanan)
 
Fîgûrên Dramayekê di rêya gelek peywendiyan re bi hev ve girêdayî ne.
 
Ew di ber heman berjewendiyan de bizavê dikin:
„Memo- Îroke Mîr emir kiriye, xeza ye. Neyaran Serhed girtine. Zariyê Kurdan, meazellah dê di ber dest û piyên dijminan biçit... .“
„Çavreþ- Eger tu îro neçî, sibê dijmin dê bêtin. Min tu ji bo rojekê weha xwedan kirî. ...“
„Lewend- Destûra min bide, ez jî biçim xwe berhev kim.“
 
Newekheviyên helwest, bîr û ramanan di nav fîgûran de peyde dibin:
„Memo- Te xêr e? Tu bo çi digrî?“
„Xezal- Ma hun naçin?“
„Memo- Belê. Ji ber çûyîna min lazim e tu bigirî?“
„Xezal- Wekî tu çûyî, paþ te ez dê çi bikim! Ma mimkun e jîna min! Wekî tu çûyî, ruhê min jî diçit. Min digel xwe bibe.“
 
 
 
Lîsteya navan
 
Di lîsteya navan de mirov destpêkê fîgûrên ku di Dramayê de hene, dibîne. Xwendvan nav û hijmara fîgûran hîn dibe. Lîsteya navan di ser têksta Dramayê re tê nivîsîn. Gelek caran yê nivîskar li teniþt navê her fîgûrekî hin nîþanên wî jî dinivîse, weke pîþ, xizmayetî, hevaltî û her wekî din .... . Bi piranî rêza lipeyhevhatina navan jî di lîsteyê de cihê balkêþiyê ye.
 
Nivîskarê me lîsteya navên fîgûrên Dramaya xwe bi vî awayî nivîsiye:
 
„Memê Alan
Lewend: Hevalê Memo, Xulamê Mîr
Çavreþ: Dayika Memo
Xezal: Jina Memo“
 
Cih
 
Cihê ku bûyer li ser wan dibin, dikarin bi du awayan werine pêþan dan:
 
Cihê ku temaþevan bi çavên xwe dibîne:
Þanomist (sehin) divê bi awayekî wisa hatibe raxistin û xemiladin, ku di dîtina temaþvanan de weke jiyana rastî be. Ji ber vê yekê yê nivîskar bi ferehî û dirêjî agadariyan dide, ku divê þanomist çawa û bi çi hati be xemilandin.
„Odeke Kurmancî xemilandî, bi berr û maforan raxistî. Dîwarê wê, çekêt Memo pê ve hilawistî ne. Çar terefê dîwar doþek, balgî ne.“
 
Cihê ku bi axaftinê di hiþê temaþevanan de dirust dibe:
Þanomist tenê bi hin alavên kêm, yên ku heta bi dawiya þanogeriyê tim ew bi xwe dimênin, tê raxistin. Cihê ku dibe meydana Dramayê bi xwe ji nû di rêya axaftina fîgûran bi hev re de di hiþê temaþevanan de tê dirûst kirin.
„... Sultan Selaheddîn þîrê xwe kêþaye, li pêþiya temamê dinyayê westaye, Qudsa Þerîf muhafeze diket. Umûmê fileyan berhev bûne ku ewê ji Îslamê bistînin. ... em dê bicin harîkariya wî ...“
 
Dem
 
Bi piranî nivîskarên Drama di biwara demê de van xalan li ber çavan digirin:
 
Birêveçûna bûyeran di kîjan dema dîrokî de ye? Rewþa siyasî, civakî û bîr û ramanên mirovên wê deme çi ne.
„... Sultan Selaheddîn þîrê xwe kêþaye, ...“
 
Çi têkilî di navbera wê demê û dema nivîsandina Dramayê de hene, bîr û ramanên mirovên dema nivîsandina Dramayê çi ne?
„Neyaran Serhed girtine. Zariyê Kurdan, meazellah dê di ber dest û piyên dijminan biçit... .“
 
Fîgûrên ku pê radibin, di kîjan qonaxa temenê xwe de ne, di qonaxa paþîn ji temenê xwe, ya navîn ya pêþîn de ne?, di dema hijkirina pêþîn de ne?
„Ez wê diçim ba Xezalê ... Bûka heftiyekê ye. ...“
 
Gelo dema salê yan danên rojê xwedî risteke taybetî ne?
( Di vê Dramayê de ne xwedî risteke taybetî ne.)
 
Ma fîgûr di bin bandora demê de ne, yan dema fîgûran gelek heye?
„Îroke Mîr emir kiriye, ...“
„Elbet ezê biçim, Qiyamet rabit dîsa ez diçim, Xwîn seran bibit dîsa ez xwe nagirim. ...“
                                     
Drama bi giþtî tê nivîsandin, da ew li pêþ çavên pûblikûm (temaþevanan) were pêþkêþ kirin. Ji ber vê yekê divê haya yê nivîskar ji çend pêbendan hebe:
 
Ya yekem ew e, ku divê Drama wisa hatibe nivîsîn, ku temaþevan bi hesanî di naveroka wê bigihe, ji ber gava Drama li ser þanomistê tê leyizandin, derfeta yê temaþevan nîn e, ku ew li beþên wê vegere û wan bixwêne.
 
Ya duwem jî ew e, ku divê Drama sînorekî naskirî derbas ne ke, ango yê nivîskar nikare hertiþtê ku bi naveroka Dramayê ve girêdayî ye, bêne ser þanomistê. Divê ew berî hingî bi xwe re li hev hati be, ka ew dixwaze çi aliyan li ser þanomstê bide xuya kirin.
 
Bi piranî avayiya naveroka Drama bi vî awayî ye:
 
Destpêk
Ew bi wê yekê dibe, ku bûyereke balkêþ li ser þanomistê tê pêþkêþ kirin. Ew destpêkê dibe cihê balkêþiya temaþevanan, yên ku di wê hêviyê de ne, ka wê çi bibe.
Di piþt re hinekî li ser dîroka wê bûyerê tê axiftin, heta ku ew kêlîk (point of attack)  tê, ya ku di wê de ji niþkan ve birayrek tê standin û ew biryar bi xwe bûyerên dî li peyî xwe têne. Êdî li vê derê birêveçûna þanogeriyê dest pê dibe.
 
Navîn
Pêþkêþkirina lipeyhev ya beþên din î Dramayê
Di van beþên Dramayê de dijberî (konflikt), lihêvîbûn û serpêhatiyên ku hê heye werine kirin, têne afrandin.
 
Dawî
Ji bo bidawîanîna Dramayê du rê li pêþiya yê nivîskar hene, yên ku bi van têgînan têne bi nav kirin:
 
Dawiya vekirî
Di dawiyke vekirî de, dijberiyên (konfliktên) ku hene, nayêne çareser kirin. Pirsên ku dikevine dilên temaþevanan bê bersiv dimênin. Ew lihêvîbûna ku peyde bûye, nayê rakirin.
 
Dawiya girtî
Di dawiyeke girtî de li dawiya Dramayê hemû dijberiyên ku peyde dibin, bi dawî tên, yên temaþevan nema ji xwe dipirsin, ka hê wê çi bi serê fîgûran were, û ew lihêvîbûna ku di dil de peyde dibe, namêne.
 
Dawiya girtî bi piranî dikare bi du awayan were kirin:
 
Tragîkus (tragicus / Þînî)
Di tragîdîdiyê de dijberiyên ku peyde dibin, yan bi kuþtina fîgûrên sereke û yan jî bi nemana
hiþmendiya wan têne çareser kirin.
„Çavreþ- Belê, belê... Kuþtin... Ji xêrê wê çu dîtir nîne ...“
„Heman dibezite. Rim anî. Tînit datîne li ser sînga kurê xwe.“
„Çavreþ: Han bo te derba namûsê, ey canawerê namûsê!“
 
Komoedia (dilþahî)
Di komoediyayê de dijberiyên ku peyde dibin, di rêya lihevhatinê re ji holê têne rakirin.
Ew gelek caran di rêya hevkirinê (zewacê) re çareser dibin. Dijberiyên pir asê di rêya fîgûrekî nû re jî, yê ku ji niþkan ve derdikeve û xwedî desthilatiyeke taybetî ye, dikarin werine çareser kirin.
 
Xwendevanên hêja,
 
gava em vê berhema wêjeyî ya rewþenbîrê kurd, Avdirehîm Rehmiyê Hekarî li gor van mercên nîvîsîna Dramayê di bin çavan re derbas dikin, em dibînîn, ku nivîskarê me di vî warê hûnerî de xwedî hostayetiyeke wisa mezin bû, ku em dikarin bi dilxwþî pê serbilind bin.
 
Dr. Zerdeþt Haco
Serokê Navenda PENa Kurd
Bremen, Almaniya, 30.04.2007

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org