|
|
- Silavnameya
Navenda PENa Kurd
- Almatî,
14.10.2006
- ji
Konferansa Almatî re
- Dr.
Zerdeþt Haco
-
-
-
- Gelî
birêzan
-
- destpêkê
em dixwazin rêz û silavên xwe bigihênine hemû gelên Kazaxstanê,
hikûmet û serekdewletê wêyî giranbiha, birêz Nûrsultan Nazarbayêv.
-
- Ji
bo vexwendina me bo vê konferansa dîrokî em spasiyên xweyî dilînî
ji Yekîtiya Kurdên Kazaxstanê „Berbang“ û Yekîtiya Gelên
Kazaxstanê re pêþkêþ dikin.
-
- Me
ji Wer e, gelî endamên birêz, yên vê konferansa dîrokî, ya li ser
rewþa netewa kurd dibe, silavên Komîteya Birêvebira Giþtî û hemû
endamên Navenda PENa Kurd bi xwe re anîne.
-
- Rêxistina
me, Navenda PENa Kurd, rêxistineke nivîskarî kurdistanî serbixwe ye,
ya ku li ser qada navneteweyî ji bo parastin û bipêþvebirina ziman
û wêjeya kurdî dixebite. Endamên wê nivîskar, wergêr, rojnamevan
û weþangêrên kurd ji hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welêt
in. Endamên meyî ne kurd jî hene, ew li sernaserê cihanê heval û
dilsozên ziman û wêjeya me ne.
-
- Navenda
PENa Kurd endama Navenda PENa Navneteweyî ye, ya ku 142 PENên neteweyên
din heta niha endamên wê ne. Navenda PENa Navneteweyî li cihanê bi
giþtî ji bo parastina peyva azad, ji bo aþtiyê, ji bo mafên
zimanan, ji bo mafên jinê, û ji bo berdana wan nivîskaran ji zîndanan,
yên ku ji ber derbirîna ramanên xwe di zîndanan de girtî ne,
dixebite.
-
- Gelî
birêzan,
-
- çawa
ku, bê goman emê di gotarên zanstî de, yên ku îro wê ji beþdarên
konferansê re werine pêþkêþ kirin, bibînin, gelê kurd di dîroka
bipêþveçûna çanda mîrovayetiyê de cihekî li ber çav girtiye.
Kurdistan, welatê me, xakeke ji hemû aliyan ve dewlemend e, herdû çemên
mezin, Firat û Dicle ne tenê di dîrokê de deydîka þaristaniya
mirovayetiyê ne, ew îro jî sedemên giring in ji bo bipêþveçûna vê
þaristaniyê.
-
- Ji ber
dewlemendiya Kurdistanê û cihê wêyî startîcî, mixabin ew ji hin hêzên
wêrankar, yên dûr û nêzîk re bû armanc. Li ser xaka Kurdistanê
gelek þerên giran çêbûn, di encamê de gel û welatê me hatine parçe
kirin, beþekî mezin ji gelê me hate sergom kirin û ji welêt bidûrxistin.
-
- Piþtî
parçekirina welatê me hêzên dagîrker bi hemû hêzên dewletî
xwestin çanda me, ya ku beþekî giring ji þaristaniya mirovayetiyê
ye, bidizin û ji xwe re bibin.
-
- Îro jî
em dibînin, ku ev hêz li kar in û dixwazin navên Kurd û Kurdistanê
ji çanda mirovayetiyê rakin.
-
- Ji aliyê
dî ve em dibînin, ku gelê me û hêzên wiyî siyasî bi ser vê rewþa
dijwar de, ya ku bi ser de gelê me hatiye, bi vîneke bêveger li pey
doza rizgarkirin û yekkirina Kurdistana xwe ye. Li ber çavan e, ku ew
ji bo vê armanca pîroz û li dijî zordestiyê amade ye, her goriyekê
pêþkêþ bike.
-
- Em,
weke Navenda PENa Kurd ji bo parastina ziman û wêjeya xwe bi vê rêya
pîroz bawer in û em bipiþtrastî dizanin, ku emê bi arîkariya hêzên
þaristanî, weke xwediyên vê konferansa zanistî, xwe bigihênine
armancên xwe.
-
- Em
spasiyên xwe ji bo serekdewletê Komara Kazaxstanê, birêz Nûrsultan
Nazarbayêv dubare dikin, û pêþniyar dikin, ku ew bihêle ev çalakî
bibe ristekonfransên hersalî.
-
- Em rêz
û silavên xwe ji bo amadekarên vê konfransê pêþkêþ dikin, û bi
taybetî ji kekê birêz Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm re
-
- Û li
dawiyê em ji birêveçûna konferansê re seketinê dixwazin, û silavên
xweyî herî gerim ji gelê meyî kurd li Komara Kazaxstanê re pêþkêþ
dikin.
-
- Spas û
rêz ji bo guhdarkirinê ...
-
-
|
|
|