Vexwendin
bo Pêþengeha
Pirtûkan li Frankfurtê /
Almaniya 15.10.
– 19.10.2008 Navenda
PENa Kurd Gelî
birêzan, endamên Navenda PENa Kurd, Pêþengeha
Pirtûkan ya îsal li Frankfurtê/Almaniya di rojên 15.10. - 19.10.2008an
de dibe. Çawa ku her car dewletek dibe mêvana rûmetê ya pêþangehê,
Dewleta Tirk li pêþengeha îsal bûye mêvan. Nûnerîtiya
Navenda PENa Kurd di dema xwe de çû û civînek bi serokatiya aliyê alman
yê pêþangehê re kir. Daxwazên me ji berpirsiyarên alman
ew bûn, ku divê berhemên nivîskar û weþanxaniyan li gor hebûna netewe
û çandên li Tirkiyayê werine raxistin. Agadariyên ku aliyê almanî dane
me ew bûn, ku þaliyariya Tirkan ya derve, þalyariya rewþenbîrî,
Navenda PENa Tirk û Yekîtiya Weþangerên Tirk biryarê li ser pergala beþdarbûnê
didin. Ji ber em û aliyê alman di vê xalê
de ne gihiþtin yekîtiyekê (aliyê tirk ne beþdar bû), wan, ango
berpirsiyarên alman pêþniyar kirin, ku ew cihekî balkêþ li holeke din,
li Internationales Zentrum: 5.0 bidine me. Me bihîstiye, ku Dewleta Tirk rê
daye çend weþanxanyên bakurê Kurdistanê, yên ku wê di bernameya giþtî
–ya ku Tirkan amade kiriye- de beþadar bibin. Wekî din me bihîstiye, ku wê çend
weþanxaneyên baþurê Kurdistanê û weþanxaneya Mesopotamiya beþdar
bibin. Bi vê nameya vexwendinê em rê
didin hemû endamên Navenda PENa Kurd, ku werin û berhemên xwe li
rawestgeha Navenda PENa Kurd pêþan bikin. Ji rawestgeha Navenda PENa Kurd emê
hewl bidin, durûtiya Dewleta Tirk pêþanî raya giþtî bikin. Agadariyên Teknîkî: -
Navnîþan:
www.buchmesse.de -
Dem:
15.10. – 19.10.2008 -
Dema vekirinê
9:00 -
18:30 -
Avakirina rwestgeha Navenda PENa Kurd:
14.10.2008, 12:00 -
Hijmara rwestgeha Navenda PENa Kurd:
5.0
D950 -
Pereyên
derbasbûnê: Di
rojên 15 – 17.10.2008an de: -
Pereyên derbasbûnê ji nivîskaran, xwediyên
weþanxaneyan û xwediyên rawestgehan,
xwediyên malperan re
Kartê Rojê: 36
€
Di rojên 17 – 19.10.2008an de: -
Ji hemû kesên din re
Kartê Rojê 12
€, (xwendekar 6 €) -
Çalakiyên me:
- Yekþem, 19.10.2008
- Havîbûn û Afrandin
(Exil und Kreativität)
(Int. Zentrum: 5.0)
- Katijimêr: 11:30
-13:00,
birêz Mustefa Reþîd
-
Zimanê Kurdî û weþanxanegerî li Tirkiyayê
(Forum Dialog: Halle 6.1)
- 11:45 -12:45,
birêz Memo Þahîn -
Wêjeya Kurdî li Ewropa
(Forum Dialog: Halle 6.1) -
Katijimêr: 14:15 -15:15,
birêz Dr. Zerdeþt Haco Ji bo amadekirin û beþdarbûnê,
tika ye, di demeke nêzîk de peywendiyê bi birêz Memo Þahîn re bikin:
Tel: 0049 220312676 , 0049220332302 , eMail:
mehmetsahin@t-online.de Bi hêviya ku wê gelek ji We beþdar
bibin, em niha dimênine bi
rêz û silavan re Komîteya
Birêvebira Giþtî (KBG) Navenda
PENa Kurd 21.09.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org