Dr. Zorab (Budapeþt-Bremen)

Hesp û sîmbolîzma hesp li Kurdistanê û cîhanê

Tê zanîn, ku heta hezarsaliya 4. berî Zayînê hesp terewilekî (heyvanekî) kûvî bû. Bixudankirina hespan ne wek bixudankirina heyvanên din bû, ji ber ku mirov hespan ne tenê ji bo bar
kiþandinê, lê wusa jî ji bo ceng û sporê (werzêþê) bikar dianî û heta roja îro bikar diîne. Hespên kûvî li Rojhilata Ewropayê pirhejimar bûn û helbet li wê derê jî bixudankirina wan destpê bûbû. Paþwextiyê, hesp wek heyvaneke bixudankirî li Rojavaya Ewropaê jî bela bû. Bi dû sedsaliyên bikaranîna hespan ji bo aborî û eskeriyê, sîmbolîzma wan di çand û hûner de jî ava bû. Hevberkirina vê sîmbolîzmê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û þaristaniya Hindo-Ewropî dîsa carekî kevnariya welatê me diselmîne.
 

Berî Dema Navîn

Zargotina Hindo-Ewropî bi eþkere dike, ku hesp hem di jiyana herroj de cihekî girîng digirt, hem jî veguhastinekê ji xwezaya þer û ceng re anî. Wusa, rêzgirtina hespan di nav gelên Slavî (bapîrên Rûsan, Ukraniyan, Poloniyan, Serban û Bulgariyan) de, yên bîr û bûçûnên Hindo-Ewropî berdewam dikirin, xuya ye.

Ligor dînê Slavên kevn, cîhana me sêqat e: li qata herîbilind hesp cihê xwe girtiye û Xwedavendê Þer bi navê Perûn li ser hespekî siwar e.

Baweriya Slavên Polabiyayê, yên li ser devê Deriya Baltî, di navbera Almaniya û Poloni­ya de dijîtin, hebû, ku Xwedavendê bi navê Svantonît herdem li ser hespê siwar e.

Ji bilî van tiþtan tê zanîn, ku parêzgehên Slavên Vend, yên li ser sînora Bakûrê Italiya, Austuriya, Sloveniya û Kroatiya rûniþtibûn, tijî nîgar û wêneyên hespên spî yan reþ bûn.

Hesp ji bo Silavan hewqas pîroz bû, ku ligor çîvanokekê, di sedsaliya 8. Zayînê de padiþahekî wan bi buhaê hespekî çîl-qerqaþ welatê xwe firote koçerên Macar, yên teze ji Asiyaê hatibûn Ewropayê.

Ji koka Hindo-Ewropî wusa jî þaristaniya Desthilata Romayê ava bûbû. Ne behetî ye, ku li wir jî rola hespan ne biçûk bû. Ji ber girîngiya hespan ya eskerî siwarleþkerên Romayê di lîstok û cejnan de beþdar dibûn û bawerîya wan bi Xwedavenda Hespan – Epona – re hebû.

Çawa baþ tê zanîn, zimanê Latînî karîgariyeke pir mezin li ser hemû zimanên Ewropî hîþt. Helbet, em dikarin li ser pêla hespan bimînin û bala xwe bidine peyveke Ewropî ya belgeya sîmbolîzma hevbeþ e. Bi zimanê Inglîzî ji mirovekî cindî, rêzgir û cîhannas re dibêjin „Cavalier”. Ev ji „Cabballarius“ ya Latînî tê û maneya wê „Siwar” e. Di zimanên din de ev bûbû „Chevalier” (Fransî), „Cavaliere” (Italî) û „Caballero” (Espanî). Hêdî-hêdî hemû zimanên Ewropî peyva „Siwar” kirine nîþanek ji bo mirovên bi kok, serbixwe û ji ber jina ve bi tore. Ev romanên yên basa cindiyan dikirin bûbûn „Romanên Siwaran”, herçend mêrxasên wan romanan carnan dûrî hespan jî diman.

Hesp li Dema Navîn

Li Dema Navîn tenê kesên dewlemend û cindî xudanhesp bûn. Wusa hesp, ji ber ku heyvanekî giranbuha bû, bûbû nîþaneke zengîniyê û binkokeke berz. Ji bo nimûne, çavkaniyeke Bîzantî dibêje, ku gundiyên dewlemend çendik-çend hespên xwe hene. Berûvajî, ligor vê çavkaniyê, mirovên belengaz nîv hespên xwe hene, yanê hespek digihîþte du-sê malbatên hejar.

Bêguman, rewþa aborî sîmbolîzma hespan xurt kir. Li vir dabûnerîtên welatên cudah-cudah nêzîkî hev in. Nimûneke berbiçav ji sedsaliya 12: hem li Bîzantiya, hem li mîrniþîniya Bûxara li Asiya Navend (Uzbekîstan û Tacîkistana îro) mafê Cihûda tunebû, ku li hespan siwar bibin. Armanc ev bû, ku Cihûd ji Xaçparêzên Bîzantiya û Misilmanên Bûxarayê bilindtir diyar nebin. Bi gotineke din, Cihûdan bi rêya hespan cihê xwe yê civakî kivþ dikir: ew ne wek Xaçparêzan û Misilmanan seraza bûn. Balkêþ e, ku li Bîzantiya ji bo jinan û keþîþan jî siwariya hespan qedexe bû, lê rewþa wan ne pir xirab bû: mafên wan hebûn, ku li ser qantira (hêstira) siwar bin. 

Spora (werzêþa) siwariya hespan ji kevntirîn mijûlan e: temenê wê 3000 sal e. Ligor zanîna me, yekemîn car ev spor di sala 648 Berî Zayinê da bûbû beþeke lîstokên Olîmpî li Yunanistana kevn. Dawiyê, ev li Romaê jî hatibû pejirandinê. Hem li Yunanistan û Romayê, hem jî di cih û demên din de tenê mirovên zengîn û cindî xwe bi siwariya hespan ve mijûl dikir. Li vir jî ev zincîra di navbera hesp û rewþa aborî û civakî de ji me ra zelal e. Lewma çaxê padþahek yan mîrek dibû serokdewlet, awêrdek (ahengek) çê dibû û siwarên ji malbatên navdar çavdêriya wî dikirin.

Bi risteyekê em dikarin bibêjin, ku berî her tiþtî hesp roleke mezin di warê aborî û jiyana eskerî de hebû, lê paþê hesp dibe nîþaneke cindîtî û zengîniyê. Ji ber vê yekê, jiyana civakî û hûnerî hespan û siwaran dike babeteke newþekarî, bi rengên olî û maneyên raz ve dixemilîne.

Serboriya Rojhilata Navîn û Kurdistanê

Di zimanên Rojhilatê de jî hesp û siwar bûbûne peyvên serfiraziyê. Ji bo nimûne, bi Erebî „Hisan“ (hesp) û „Hasan“ (jineke bêguneh) piraniyeke hevbeþ heye: „Husun“ (gelek hesp yan gelek jinên paqij û þermoke). Koka van peyvan ya zimanzanî „HaSuNa“ ye, maneya wê: „xurt bin”, „bi hêz bin” û „bila destê tukesî dirêjî we nebe”.

Lê pêþiya Ereban, gelên Iranî kûltûra hespan û siwariyê bi xwe re anîbûn Rojhilata Navîn. Ev di çavkaniyên Babilî da jî maye. Wusa, Babiliyan ji bo alîkê (Luzerne) peyveke Iranî bi kar dianîn: „xwerina hespan”. Peyva kevnar „Aspa” di hemû zimanên Iranî da berdewame, wek bi Kurdî „hesp”. Hem di Avesta de, hem jî li Dema Navîn ev peyv bûbû parçeyeke navên mirovan: Viþtasp, Tahmasp û heta dawiyê.

Sîmbolîzma hespan di Quranê da jî baþ xuya dike, bi taybetî di Sûreta 17 (al-Isra) da. Li wir heyvanekî spî, rengmirov û ciwanbask bi navê el-Buraq di lehzeyekê de Muhemedê Pêxember digihîne Mizgefta Dûr: el-Mescîd el-Eqse. Di sedsaliyên Islamê yên seretayî de di baweriya Misilmanan de el-Buraq qantirek (hêstirek) bû, lê paþwextiyê ev êdî çawa hespek dihate dîtin.

Lê em dîsa vegerine Kurdistanê. Cudahiya di navbera Kurdên koçer û Kurdên rûniþtî di ziman de jî bermayên xwe heye. Ji bo koçeran peyva „Siwar” bûbû bawernameya cindîtiyê. Lê ji bo nekoçeran, ji bo Kurdên di bajar û gundan de diman, antonîm (peyva berûvajî) - „Piyaw” – wek nîþana „mirovekî ne li ser hespê” hêdî-hêdî maneya teze distîne: di Kurmanciya Baþûr da „Piyaw” û „Piyawetî” ji mirovên serbixwe, bi namûs û serbilind re bi kar diînin. Bi rastî jî balkêþ e, ku eger ji bo koçeran „Siwar” cindî ye, ji bo cotkar û bajarvanan „Piyaw” destnîþana mêrxasiyê ye.

Dîroka Kurdistanê herdem diselmîne, ku qehremanên kuþtî ji bo gel pîroz in û çê nabe, ku mal û halên wan, bi taybetî hespên wan, ji dijminan re bimînin. Ne dûr e, ku di serdemên kevn de hesp tev siwarê xwe dihate çalkirinê (veþartinê), çûnke baweriyek hebû, ku herkes pêdviya hespa xwe heye – hem di jîyanê de û hem di axiretê de. Ji ber vê yekê, tîtaleke þînê di nav gelê me de maye: bra û dostên mêrê kuþtî hespa wî dibin berbi goristanê. Helbet lewma çaxê basa cengawerekî, yê di þer de jiyana xwe wunda kiriye, tê kirin, gel bi xemgînî dibêje "hespa bê siwar".

Di pirtûka dîroknasê sedsaliya 19. Mela Mehmûdê Bayezîdî de çendik-çend riste hene, yên rewþa Bîzantiya û Bûxaraê diînin bîra me. Ew bi rêya hespan newekehevbûna civakên Kurdistanê bi eþkere dikin. Bayezîdî dibêje, ku çaxê Kurdên koçer cihên xwe diguhastin, kevaniyên axa û dewlemendan li ser hespan siwar dibûn, lê jin û zarokên endamên eþîran bi piyade diçûn.

Gerok û fermadarên Ewropî, yên çûbûne Kurdistanê, dinivîsîn, ku siwarên Kurdan pir hez ji lîstokên eskerî dikin. Helbet, em dikarin van lîstoka bikin terîpên (paralelên) werzêþiya siwaran, ji ber ku hem cirîda Kurdan, hem jî spora siwaran berjewendiya leþkerî û civakî hebû. Lewma ne behetî ye, çira þervanên Kurd yên siwar li hemû Rojhilatê bi navûdeng bûn. Wusa jî hêjayê gotinê ye, ku ji kevntirîn serdeman de Kurd û hesp bi hev re pergala dewletan xemilandine.

Ji ber van sedemên gotî, çaxê Ebdulhemîdê Sultan xwest ku beþeke eskerî wek Kosakên Rûsan damezirîne, ewî siwarên Kurd kire tîmeke nenîzamî (irregular), ya bi navê Hemîdiyê gelek rûpelên reþ di dîroka me de nivîsand. Babet ne tenê ev bû, ku bawerîya Ebdûlhemîd bi Ereb û Turkan re kêm bû: siwarên Kurd ji yên din çaktir bûn.

Lê were em li ser nimûnên erênî (pozîtîv) rawestin. Wek tê zanîn, birêvebirên mîrniþîniya Baban, ya di herêma Soran de ava bûbû, çav didane Desthilata Osmaniyan. Li wir jî mirovekî fermî bi navê Berpirsiyarê Goma Hespan („imrahor” ji peyva „emîrî axurî”) xebata wezîrê karên der dikir. Bi gotineke din, birêvebirina siyasetê wusa girîng e, çawa bikaranîna hespan wek desteka leþkerî: herdu hewlekariyê didine dewletê û doza wê firehtir dikin.

Wek din, di navbera 1932 û 1958 de dirûþmê dewleta Iraqa Haþimî de du beþ hebûn: deve wek sîmbola Ereban û hesp wek taybetmendiya Kurdan. Ev destnîþana Destûra Bingehîn bû, ji ber ku Iraq bi fermî dewleta hevbeþ ya Ereban û Kurdan dihate îlankirin.

Heyf û mixabin, ku dîroka bikaranîna hespan li Kurdistanê bi curekî rêk û pêk hê nehatiye vekolînê. Lêbelê, tê zanîn, ku li Kurdistanê, Qavqasê, Baþûrê Rûsiayê û Rojhilata Ewropaê gelek wêne û qerwodên kevn mane, yên siwarên Skîta (cemawereke Iranî) nîþanî me dikin: ewana bala xwe didine piþ û tîrên wan ji berdanê re amade ne.

Dîsa xaleke girîng heye: Kurd hespan bi kar diînin, dema koçberiyê (miþextiyê) dikin yan li dervayî welatê xwe þerê dijminan dikin. Berûvajî, di welatê xwe da Kurd zorbeha karên aborî û eskerî li ser piyan dimeþînin yan qantira (hêstira) bi kar diînin. Sedema wê erdnîgariya Kurdistanê ye: çiya, þax, lat û kejûkêw. Lewma jî Mem û mêrxasên din yên zargotina Kurdan li hespên xwe siwar dibin, çaxê diçine welatên dûr.

Paþgotin

Hesp di dîroka cîhanê û Kurdistanê de berjewendiya aborî, civakî, eskerî û çandî heye. Hesp û siwar li Kurdistanê bûne parçeyke xwezanîn û serbilindiya neteweyî. Ji ber girîngiya hespan, sîmbolîzma wan ya pirreng û dewlemend di zargotin, ziman, jiyana civakî û baweriyên olî de xuya dike. Mirovên siwar serbilind û cindî bûn û siwarên Kurd li hemû herêma Rojhilat navdar û qehreman dihatine nasîn. Wek em dibînin, koka bikaranîn û sîmbolîzma hespan destnîþana þaristaniya kevnar e, ya di welatê me de didome.