|
Bangewazî
ji Raya Giþtî ya Alman û Navneteweyî re, ku li himber binçavkirina nivîskarê
Kurd Haydar Iþik tevbigerin
Dr.
Zerdeþt Haco Serokê Navenda PENa Kurd
Di
5ê Tîrmehê, sala 2007an de di hinde parêzgehên Almaniyayê de li himber
Kurdan lêgerîn û binçavkirin pêk hatin. Guman li van Kurdan dihate
kirin, ku ew endam yan piþtgiriên Kongra Gel in, ya ku li Almaniyayê wek
sazî hatiye qedexekirin. Yek
ji kesên binçavkirî damezrînerek û Serokê berê yê Navenda PENa Kurd
nivîskarê navdar Haydar Iþik bû. Di heman rojê de lêpirsîna Haydar Iþikê
69 salî, malxwê malbateke bi jin û 3 zarokan, pêk hat û polîsê lêgervan
ew xiste gritîgeha demborî. Mirov
divêt têbigihije, çima kesekî wek Haydar Iþik di pirtûkên xwe de
rexne li civak û siyaseta Tirkiyê digire. Ew xelkê Dêrsîmê ye, herêma,
li kuderê Kurdên Elewî dijîn. Li himber niþtecihên Dêrsîmê artêþa
Tirk bi dehan salan operasiyonên êrîþê pêk tîne, da ku berxwedana
Kurdan ji holê rake. Li
himber hemû fiþarên li dijî wî û welatê wî, Haydar Iþik tucar, hîna
di ciwantiya xwe de jî, rêya tund û zorê bi kar netanî. Piþtî ku ew
li Munixê di sala 1974an de cihwar bû, wî li wir dest bi mamostetiya
dibistana pêþeyî kir û dersên zimanê tirkî dida zarokan. Her weha
Haydar Iþik wek nivîskarekî serbest dihate nasîn û rojnamevanekî çendîn
rojnameyên bi zimanê tirkî bû. 3
heftêyan piþtî weþanê, li Stenbolê romana Haydar Iþik bi zimanê tirkî
„Axayê Dêrsîmê“ hatibû qedexekirin. Pirtûka wî ya din
„Tunekirina Dêrsîmê“ li Stenbolê ji aliyê sitiya Ayþe Nûr
Zarakolu ya Xwedê jê razî weþandî, di sala 1998an de xelata ji bo weþangeran
li Frankfurtê di Pêþangeha Pirtûkan de wergirt. Haydar Iþik xwediyê
pirtûkên din e jî, lê çendîn pirtûkên wî li Almaniyayê – her çend
li vir azadiya ramanê heye – dihatin sansorkirin. Di
mala xwe de, nêzîkî Munixê, Haydar Iþik ji ber nivîskariya xwe ji aliyê
kesên nenas ve dihate pelamarkirin. Her weha nûnerên fermî yên Tirk li
Almaniyayê jî li himber rexneyên Haydar Iþik nerazîbûna xwe diyar
dikirin. Em
Haydar Iþik wek kesekî xwedî helwêst nas dikin, yê ku herdem zordarî
red kiriye. Ne
li Tirkiyê, ne jî li Almaniyayê wî zordarî bi kar aniye. Wî
tek çekek ji bo parastina nivîsîna xwe pejirandiye – qelem. Ji ber vê
yekê em çavþaþ mane, ku ew di 69 saliya xwe de hatiye destgîrkirin û
w`i bi xebata zordarî di saziyeke qedexekirî ya kurdî de suc dikin. Guman
li mirov digire, ku navgînên qanûnparastina Alman dixwazin berjewendiyên
Tirkiyê li ser xaka Komara Almaniya Yekgirtî biparêzin û ku Haydar Iþik
bûye kelemek di çavên nijadperestên Tirk. Haydar Iþik êdî bûye
cangoriyê helwêsta siyasî, ji ber ku niha li wî wek li rêbirekî temaþe
dikin. Balkêþ
e, ku Almaniya ji hemû dewletên Yekîtiya Ewropayê bêhtir fiþarê li
dijî saziyên Kurdan dixebitîne, herçend bi awayekî giþtî mirov texmîn
dike, ku jiyaneke aþtiyane di navbera Kurd, Tirk û Almanan de li vir pêk
hatiye. Ev demeke dirêj e, ku Kurd li ser xaka Almaniyayê bi karên tund
ranabin. Di heman demê de weke 800 000 Kurdên niþtecihên Almaniyayê
heta niha wek cemawerekî etnîkî û nijadî nayên pejirandin, li himber
biryara Parlamenta Almaniyayê (Bundestag) ya sala 1991ê, li gor kîjanê
divêt nasnameya Kurdan wek ya neteweyekî bê dîtin. Bangewaziya
me ji Kongreya PENa Navneteweyî li Dakarê (Senegalê) û raya giþtî ya
Alman û navneteweyî ev e, ku ji bo serbestberdana nivîskarê Kurd Haydar
Iþik tevbigerin. Em banga hukumeta Almaniyayê dikin, ku berjewendiyên
dewleta Tirk ji mafê ramana azad bilindtir nenirxînin û Haydar Iþik ji
girtîgeha demborî derxînin. Dr.
Zerdeþt Haco Serokê
Navenda PENa Kurd 9ê
Tîrmehê, sala 2007an |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org