Kuro,
bêje NIÞTIMAN. Dengê
xwe bilind ke, serê xwe berz ke. Dîsan carekê bêje. Gava te got NIÞTIMAN, birûyên xwe bêguneh bilipitîne,
hêstireke zelal ji çavên xwe bibarîne. Çi? Tu nizanî, çawa bê sedem
bigiriyî? Xem nake, emê te fêr
bikin.
Niha
bêje YEKÎTIYA WELÊT. Li dora xwe mêze ke, eniyê xwe bi tore biqurçimîne,
lêvên xwe ji hêrsan gez ke: Bila neyar bitirsin. YEKÎTIYA WELÊT hebûna me
ye, hebûna te, dê û bavê te yên nenas e, hebûna min, artêþa me, stranên
me ji Anatoliya Baþûr-Rojava ye. Ev YEKÎTÎ biþikê, emê mîna xwaliya
Sehreyê biwarin. Lewma di mejiyên xwe de li separatîstan çêran bike, li
kafiran nifiran bike û biare: YEKÎTIYA WELÊT. Tu dibêjî, separatîst ne
Kurd in? Lawo, Kurd bi xwe Tirk in: Eger nizanibin – Tirk in, qebûl nekin –
Tirk in, serê maka wan jî jêbe – Tirk in. Ev çi pirs in, tu didî min? Kî
gazinan dike, ku mafên Kurdan tunene? Tu bi hîç awayî nehêle, ku Ewropî
van tiþtan bi ser te ve kin. Eger wana pirsî jî, bersiva te bila herdem amade
be: Tirk û Kurd bira ne, ziman û dewleta Tirkan her Kurdekî di paþla xwe de
hembêz kirine. Ataturk
bavikê me ye: Wî Tirk, Kurd û hemû gelên Anatoliyayê di nav hesina Komara
Tirkiyê de helandiye. Êê, lawo, Ewropî ji vê þirovekirinê razî nebin –
kêfa wan e. Helbet kompleksên wan li dijî Mislimanan hene, belkî ew ji
Tirkan hez nakin - ez zahf dizanim?
Bes
e, em ketine nav peyamên bêwate. Nija
bêje DEMOKRASÎ. Nikarî,
ma giran e? DE-MO-KRA-SÎ. Na, na ne Demîrkasi, kero. Ev jî peyveke yûnanî
ye. De binêre, ev Yûnan bi çendî bêxêr in. Wana ji qest re ev têgîn
afirandiye, da ku rexne li me bihêne girtin. Tu gotina DEMOKRASÎ bi rengekî
nerm bilêv ke, xwe devken ke, awireke xweþik biavêje jor û jêr. Bila herkes
bawer ke: Demokrasî ketiye nav xwîn û goþtê me.
De
bes e, lo, te du car got DEMOKRASÎ, têra me dike. Niha serê xwe bi loman
bihejîne û bêje: MAFÊN MIROVAN. Þerm neke, canim.
Rast e, hinde kêmasiyên dewleta me di warê MAFÊN MIROVAN de hên jî hene, lê
em li ser van kêmasiyan dixebitin. Em
layendarên parastina MAFÊN MIROVAN in. Lewma em aliyê Tirkên reben li
Ewropayê dikin, lewma em aþtiyê tînin Qibrisê, lewma rewþa Turkmenên Îraqê
me eleqeder dike. Ji bo geþbûna MAFÊN MIROVAN em þerê terrorîstan dikin,
em gundên terrorxwaz vala dikin.
Ax
û wex! Niha jî bêje TERRORÎZM. Tu çima dikî hîre-hîr, tûleyê heram? Êþa
diranan têke bîra xwe û bi þewat binale. Piþtre tukes newêre gotinên
beredayî - mîna Kurdistan – biîne zimên.
Ez
dibêjim, ji bo îro bes e. Sibê emê van peyvan dubare bikin û tu çêtir li
ser gotina DEMOKRASÎ bixebite. Deh car bêje DEMOKRASÎ û xwe li neynikê binêre.
Pirsên te hene? Em dibînin, ku tu
gelek zîrek î, lê perwerdeya te hên teze destpê bûye. Hebekî tam bike,
mezin be, tuê bibî wezîr. Gava serboriya te di hukumetê de çê bû, emê te
yan bikin serokparlament, yan jî serokwezîr. Ha-ha-ha,
hilbijartin. Welleh tu dilsax û herîf î. Ma kî ji raya gel dipirse? Tu
bejnbilind î, mîna Ewropiyan rengvekirî yî, dengê te bi hêz e. Niha ji te
tê xwestin, ku tu ji fikirên zarokan rizgar bibî. Rojek wê bê, emê mejiyên
milletê Tirk bikelînin, biqelînin, sar kin û bikin dildarê siyaseta te. Tu
tenê rast bêje DEMOKRASÎ.