|
|
- Daxuyaniya
Navenda PENa Kurd
- li
ser Rewþa Ziman, Alfabet û Zaraveyên Kurdî
-
-
-
-
- Bi
sedan salan neteweya Kurd ji avakirina dewleteke yekgirtî bê behr
maye. Ji ber vê sedemê, îro di zimanê kurdî de çendîn zarave bi dîrok,
wêje û alfabetên
- xwe
ve peyda bûne. Di sedsala 20an de ev pirrengî wek dewlemendî dihate dîtin.
Lê belê di salên dawî de piþtî rizgarbûn û pejirandina statûsa
herema federal
- ji
bo li baþûrê welêt, pirsa yekbûna ziman û hilbijartina zaraveyekî
hevbeþ xurt bûye û ketiye rojevê.
- Navenda
PENa Kurd, ya ku endama PENa Navneteweyî ye û di nav rêzên xwe de bi
dehan nivîskarên ji hemû beþên welêt hembêz dike, nikare di vê
pirsê de
- bêdeng
bimîne û ji raya giþtî re radigihîne, ku:
- 1)
Hemû zaraveyên kurdî, yên ku dihêne naskirin û xwedî keresteyên
dîrokî ne, divêt bi azadî bêne bikaranîn: Bi taybetî zaraveyên
kevnare wek Kirmanckî-Dimilî-Zazakî,
- Hewramî-Goranî
û Lorî. Bikaranîna van zaraveyan dibe egera pêþvecûn, vejîn û
zelalbûna zimanê kurdî;
- 2)
Di rêya wêje û çapemeniyê re, îro du zarave di hemû beþên
Kurdistanê de dihêne têgihiþtin: Kurmanciya Jorîn (Kurmancî) û
Kurmanciya Jêrîn (Soranî);
- 3)
Piþtî ku Kurdên Sovyeta berê dev ji alfabeta kîrîlî berdan û
bi vê yekê qurbanî dan ji bo yekbûna neteweya Kurd, niha du
alfabet têne xebitandin: Yek li ser
- bingeha
alfabeta erebî (li Baþûr û Rojhilat) û yek li ser bingeha latînî
(li Bakur, Baþûr-Rojava, Ewropa, Rûsiya û Komarên Sovyeta berê);
- 4)
Ji ber ku cudahiya rêzimanî di navbera zaraveyan de cihê xwe
girtiye, ji bo nêzîkbûna Kurmanicya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn bi
kêmanî alfabeteke yekgirtî
- divêt
bê dariþtin. Ev pengave dibe delîveyek, da ku wêje, awayê
perwerdekirinê û bîr û baweriyên Kurdan di çarçoveyeke hevbeþ de
pêk werin.
- Piþtî
gengeþeyên dûr û dirêj, Navenda PENa Kurd pêþniyar dike, ku yekîtiya
alfabet û rastnivîsa kurdî bi tenê dikare li ser bingeha alfabeta
kurdî-latînî ava bibe.
- Fêrbûna
zimanê înglîzî wek zimanê serekî di cîhana îro de, bikaranîna
latînî ji bo komputer û Internetê û derbirîna fonetîka zimanê
kurdî di rêya tîpên latînî re
- baþtir
xuya dikin. Biryareke wisa dibe misogeriya nehêlana buhujandina Kurdan
li Bakur (li kuderê alfabeta erebî nikare gelê Kurd li himber
siyaseta
- dewletê
biparêze). Ji bilî vê, hinde komên Kurdên Baþûr jî amadekariyên
xwe yên ji dil ji bo standartkirina zaraveyê Soranî li ser bingeha tîpên
latînî aþkera
- dikin.
Ev hoker ji bo Navenda PENa Kurd bûne giringrtirîn sedemên
hilbijartina alfabeta latînî ji bo paþerojê.
- Bê
guman, armanca me ne binbirkirin û têkdana wejeya dewlemend e, ya ku
bi tîpên erebî hatiye nivîsîn. Belku armanca vê yekê pêþvebirin
û nûjenkirina
- wêje
û zanista Kurdistanê ye, da ku di rojgara cîhangeriyê (globalîzmê)
de gelê me hevçerx û pêþkevtî be. Ev nêrîna me encama analîza
zanistî ye û vajaviya
- wê
dikare bi zanistî bê redkirin jî.
- Em
banga hemû komele û destgehên Kurdistanî dikin, ku daxuyaniya
Navenda PENa Kurd di ber çavan re derbas bikin û gengeþeyên bê
hevrikiyên kesane
- dest
pê bikin.
- Em
di vê baweriyê de ne, ku ziman û wêjeya Kurdî dikarin bibin serûkaniya
pêvajoya yekbûna gelê me û serkevtina wî ya çandî û siyasî.
-
-
- Navenda
PENa Kurd
|
|
|