Dr.
Zorab Aloian
Hesenê Silo ji baranê pirsî:
-
Tu çima konê min þil dikî?
Baranê
got:
-
Tu çawa diwêrî bêyî vir? Dakeve jêr û tev gundiyên xwe mîna berê
bijî, miqatî mala xwe be.
Hesenê
Silo bi hêrs ket:
-
Ev êdî karê min e, ez li kuderê xaniyekî ji xwe re þên dikim. Ji te
re çi?
Baranê
aveke gur reþande konê Hesen, ew jakand
û ji erdê rakir. Paþê baranê vekir, Hesenê
Silo dîsan carekê dakete gundê xwe û konek din ji xwe re kirî. Wî didît,
ku pîrejin awirân diavêjinê û zilam pê dikenin: “Lê Quran li te
ketiyê, teba te li gund nayê? Te jin-zarokên xwe radestî merivên xwe
kirin û bi xwe hildikiþî ser van giran. Xanebêzarê bêþerm, te li wir
çi winda kiriye?”
Baranê
jî herdem ev pirs didayê:
-
Gelo te li vir çi winda kiriye? Teba te li gund nayê?
Îro jî baranê konê Hesenê Silo tev ava qirêj berda çemê Erezê. Lê Hesenê me li ser ya xwe sekinî û konekî nû danî.
Barana westiyayî gazinên xwe kirin:
-
Ez li duniya-alemê digerim, lê rastiyê bêjime te, min serhiþkên mîna
te hên nedîtine. Tu jî rind dizanî: Kes tuneye, ku bi dilxwaziya te re
qayîl be. Her dirawiseyek berhingarê te ye. De bêje, ezê avê çawa bireþînim
ser deþt û zozanan, ser berm û rûbaran, û xelk jî di ser de tuf li rûyê
min bike? Gunehê te li min nayê?
Hesenê Silo gunehê xwe pê anî,
lê ji armanca xwe daneket. Wî konê xwe danî û rahiþte mer û keviran.
Berêvarê sekoya xaniyê nû hatibû danîn. Niha mabû, ew xwaliya zêde
biavêje jêr û þîvê bixwe. Hesenê Silo serê xwe bilind kir, li
ezmanan nihêrî û ji þabûnan bazda. Xuya ye, ku îro ne ewrayî ye û
baran nabare. „Ezê þevê jî bixebitim, mala xwe ava bikim, cihê xwe li
vir dayînim.“
Roja din rûyê Hesenê Silo ji xwêdan û tozê reþ dikir, lê mala wî ji kevirên ku wî li dor goristanan kom kiribûn, tîk û bedew bala xwe dida Dara Herherî. Gava baran barî û konê Hesen dîsan tevlihev û pirtî-pirtî dikir, ciwamêr xwe di mala xwe de veþartibû û simbêlên xwe badidan.
Ji îro þûnde baranê çi
bikira, çi nekira – êdî ne xema Hesen bû. Li bin piyên wî gundê wî
bû. Welatê, yê ku ji bona bavê wî yî rehmetî dûrdest xuya dikir,
niha jêre dibiþkurî. Wî aliyê çemê Erezê xaka Kurdan bû. Eger meriv
li berjêr seyr bike - milê Îranê ye, eger li destê rastê biferice –
milê Roma Reþ e.
-
Te bi ya xwe kir, aferim! – baranê gotê û keniya.
-
Çarê, bavê min Siloyê Ceferê rehmetî gelek li ber xwe diket, ku wî
welatê xwe hîþtibû. Min jin anî, zarok mezin kirin û niha dixwazim,
ruhê bavê xwe þa bikim. Ez ji vir zozanên bereka wî baþ mêze dikim.
Xwedê bike, rojek bê û ne ala Tirkan zemîna me heram bike, ne jî sînorvanên
Farisan.
Hema baranê ev gotin bihîstin, peya bû, li kêleka Hesen rûniþt û ew hembêz kir:
- Tu ji min nexeyide, min rê nedida te, lê tu bi xwe dizanî, neyarên te bi çendî fêlbaz û pîs in. Ez salê diwanzdeh meh gef dixwim, ku warê Kurdan geþ nekim. Ev avrabûn û lehiyên ku têne serê te, wana ev daxwaz kirine. Ez çi bikim, delalê min? Xwedê fermanan dide min, dibêje: „Cîhanê avde!“ Xelk jî bi duhayan zorê li min dike, ku ez mala te xerab bikim. Sawa wan ev e, ku eger te welatê bavê xwe bi ronî û zelal dît, hebe-tunebe, tuê rojekê wî ji xwe re paþde bistînî.
Hesenê Silo dev ji gundiyên xwe yên bêtap berdabû û bi xwe bû sedema tirsa xêrnexwaz û dizekan. Mala wî mîna þaxên serberz û serberf di navbera ewr-ezmanan de quloz dikir. Carinan Hesen çavên xwe ji Xwedê re diqurçandin. Xwedayê hebûn û nebûnê serê xwe bi loman dihejand û bihna baranê teng dikir:
- Tu li Hesenê Silo nikarî, ez li wî nikarim, desthilatên cihanê li wî nikarin, gelo halê me wê çawa be? De bila ev duniya han hilweþe û bibe geremol! Wê çaxê belkî Hesenê çavsor bibe xwediyê welatê bavê xwe! Tenê ez bi çi rengî qirkirina dijminên wî asteng bikim? Ne ez Xwedayê wana me jî?