Dr. Zorab Aloian

 

Mehdî Zana: “Evîna Dilê Min”

Ismail Beþikçi: “Daxuyaniyên li ser Rewþenbîrê Kurd”

Du pirtûkên bi kurdî di weþanxaneya Ragip Zarakolu “Belge” de

 

Îro gava rewþa zimanê kurdî li Bakur ji hemû deman xerabtir e, weþanxaneyên me - çi li welêt, çi li derve - têdikoþin bi weþanên kurdî ve têkçûna Kurmanicya Jorîn rawestînin. Ji bilî xwendayên me, yên ku peywira parastin û tijekirina pirtûkxaneya kurdî hildane ser milan, pêdviya me bi alîkariya dost û yaran jî heye. Yek ji wan Endamê Rûmetê yê Navenda PENa Kurd birêz Ragip Zarakolu ye, yê ku digel kebaniya xwe ye Xwedê jê razî Ayþenûr Zarakolu xebata bêhempa ji bona gelê me kiriye. Di biryara Navenda PENa Kurd de li ser endametiya wî me gotibû: “Em jî digel dîtina birêz Ragip Zarakolu ne, ku cewherdariya ziman û wêjeyên ermenî, grêkî, yahûdî, kurdî, tirkî û yên din ji bo tevaya mirovahiyê wekhev û yeksan in. Di jiyana çandî de dewsa hîrarþiyê, pirrengî heye.”

Heta niha weþanxaneya birêz Zarakolu - Belge Yayinlari - çendîn pirtûkên di derheqa Kurdistanê de çap kirine. Ji bo hinde pirtûkên ji weþanxaneya wî derketî doz li himber wî vebûne. Wek mînak, di 2.03.2005an de dozek destpê dibe ji ber weþandina pirtûka rojnamevan Zulkuf Kiþanak "Gundên Windakirî". Ev pirtûk basa 14 gundên Kurdan dike, ku ji hêla eskeran ve hatibûne valakirin (ji tevaya 3500 gundên rûxandî di navbera 1990an û 1995an de). Birêz Ragip Zarakolu daxwaz dike, ku gundî bi xwe bêne dadgehê û bibin þahde. Di ware qanûnî de ev doz xwe disipêre Xala 159an ya Qanûna Parastina Bîranîna Ataturk.

Her weha dozek li dijî birêz Zarakolu hebû ji ber ku wî piþtî seredana Baþûr di sala 2003an de gotarek amade kiribû, di kîjanê de ji bo raya giþtî ya Tirkiyê rastiya Iraq û Baþûr zelal kiribû. Ev gotar “Sana Ne” (Ji te re çi) Navenda PENa Kurd wergerandiye almanî û di malperê de bi cih kiriye.

Sala par, weþanxaneya Belge Yayinlari du pirtûkên bi kurdî jî pêþkêþî xwendevanan kirin: Pirtûka helbestan ya Mehdî Zana «Evîna Dilê Min» û wergerandina pirtûka Endamê me yê din yê Rûmetê Ismail Beþikçi “Daxuyaniyên li ser Rewþenbîrê Kurd”.

Birêz Mehdî Zana ev helbest di salên 1990-1991an de wek berxwedaneke rast û rewan li dijî derketina Zagona Antî-Terrorê afirandin. Bi çapkirina van helbestan, siyasetmedarê me yê hezkirî li çavrêniya rexneyên dostane ye. Bê guman, hesta serberziya neteweyî di hemû helbestan de serdar e:

Ez Munzur’im lo
Bi þîrên dayikan
Dengê gur û çeqelan
Di laþan da man (“Ez Munzur’im lo”, rûpela 7an).

Bi evîna te dikele kulê min
Çarek tenê xuya li ber çavê min
Ewqas sal e bi evîna te dijîm
Diqîrim ez, erd û asîman diheje ... (“Evîna min“, rûpela 10an).

Hezkirina welat
Bi ser evînê de hat
Herdu bûne yek ... (“Nîþana Min Mackirin“, rûpela 41ê).

Dilo çima bi dil î
Li vî milî li wî milî
Xwe nede ber tu derê

Tu xêrek nay ji xerîbiyê … (“Dilo Çima bi Dil î”, rûpela 51ê).

Hêjayî gotinê ye, ku nîgareke rengîn ji xweþawazên jiyana Kurdan serrûpela pirtûkê 
dixemilîne. Di nav pirtûkê de jî hinde wêneyên reþ û spî cih girtine. 
Pirtûka diduan ya Ismail Beþikçi, M. Zeynettîn Unay wergerandiye. Bi zanebûn birêz Ismail Beþikçi û wergerê pirtûkê lawaziyên civaka me bi giþtî û rewþenbîrên me bi taybetî destnîþan dikin. Ez jî digel herdu ciwamêran hêvîdar im, ku me têra xwe girî û gazin li himber zordariya metîngeran kirine. Ya rast ev e, ku Kurd bala xwe bidin kêmasiyên xwe û wan bidin rûyên xwe. Zincîrên bendayetiya Bakur ji bêhurmetkirina zimanê dayîkê, pîrozkirina paþverûtiya civakî û xwexapandina Kurdan ya îslamperweriyê pêk tên.

“…em dikarin bibêjin civaka Kurd riziyaye, hatiye rizandin. Divê civaka kurd ji nû ve bê damezirandin” (rûpela 54an).

“… ji bo dayin û sitandina bi gel re, dê bi kîjan zimanî bê axaftin û li ser axaftina bi kurdî nehatiye sekinandin. Ev yek pir vekirî ye, neaxaftina bi kurdî kêmasiyeke mezin e… ji bo zimanê kurdî tu pêþniyar nedihatin xeberdan… Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e lê serdest bi zanebûnî vê nerastiyê pêþ ve dertînin” (rûpelên 68-71an).

“Di nava dewletên îslamî de kesên ji xwe re dibêjin em îslamiyên enternasyonalîst in hene. Lê belê ev kes li Tirkiye, Îran û Iraqê ji bo tevgera kurdan ya neteweyî asteng bikin tên bikaranîn” (rûpela 27).

“Beriya vê bûyerê [Enfalê], di Sibata 1988’an de li hinek bajarên Bakur ji aliyê Îslamiyên kurd ve çalakî hatin lidarxistin… meþ û xwepêþendan çêkirin. Armanca wan … guhertina navên tirkên li Bulxaristanê dijiyan. Di van meþ û xwepêþendanan de hukumeta Bulxar hate sûçdarkirin û hate protestokirin. Lê belê van Îslamiyên kurd li hemberî zor, zulm û kuþtina bi hezaran zar, jin û kalan bêdeng man… Ev polîtîka dewletê yê û bi destên Îslamiyên kurd bi cih tîne” (rûpelên 30-31an).

Herdu pirtûkên binavkirî ji þaþiyên rêzimanê azad nînin. Ev derdê zorbeya weþanxaneyan çavên me diêþîne, lê tenê bi hereweza digel zimanzanan wê derbas bibe. Dîsan jî ji bo xwendevanên Kurd, bi taybetî ji bo kesên ku tirkî nizanin, ev herdu pirtûkên birûskedar wê mejiyan bileqînin û dilan pakij bikin.

Navnîþana Weþanxaneyê: 
Belge Uluslararasi Yayincilik
Divanyolu Cad. 15/ 1 
Sultanahmet – Istanbul
Tel/Fax: (90 212) 638 34 58
E-mail: "seyda kulup" <belgekitapkulubu@yahoo.com>

       

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org