Dr. Zorab Aloian

28.04.2008

 

Êvariya Wêjeya Kurdî

di Peymangeha Gel ya Bremenê de (Volkshochschule Bremen)

 

Ji Payîza sala 2004an de, li bajarê Bremenê, li Bakurê Almaniyayê, di Peymangeha Gel de, kûrsên zimanên kurdî bi serperêþtiya Dr. Zorab Aloian têne dayîn. Îsal 3 kursên nû hatibûn pejirandin:

1. Seretayî, ji bo kesên ku kurdî nizanin - Grundstufe 1;

2. Ji bo kesên ku rêya hînbûnê dane ber xwe - Grundstufe 2;

3. Ji bo kesên Kurdaxiv ku fêrî wêje û rêzmanê dibin – Literatur- und Praxiskurs.

 

Herçend zorbeya beþdarên van kûrsan Kurd bin jî (bi koka xwe ji Bakur, Baþûr-Rojhilat û Rojavayê), herweha þagirtên Tirk, Uruguayî û Alman jî xwêdana xwe ji bo hînbûna Kurmanciya Jorîn dirêjin.

Di çarçoveya projekteke Peymangeha Gel de bi navê SalonBildungBremen (Perwerdeya Bremenê li Salonan), ya ku xwe disipêre salonên sedsala 19an, di 28.04.2005an de beþdarên kûrsên zimanê kurdî êvariyeke wêjeya kurdî derbas kirin. Di avahiya Xwendekarên Evangelîst de (ya Zanîngeha Bremenê), weke 35 beþdar û temaþevanên Kurd, Alman, Tirk û Ereb, li têkstên wêjeyî guhdarî kirin, yên ku bi sazbendiya gel (CD yên Kurdên Ermenîstanê, Aynur, Çar Newa û Kardeþ Türküler) û saza xwîþk û bira, Berfîn û Dêrsîm Arslan, ve hatibûne xemilandin.  

Birêvebirê civînê, Dr. Zorab Aloian bi alîkariya malbata Gürlük (sê neferên kîjanê bi xwe di warê perwerdeya kurdî de çeleng in), basa wêneya þaþ li ser Kurdan û dîroka wan e giyanî kir. Di destpêkê de, wek mînaka satîrê, kurteþanoyeke Ronî Stêrk „Kurdistana Federal û Goþtê Nexweþ“ hate pêþkêþkirin. Piþtre, li ser bingeha rawêjên, ku birêz Munzur Çem dabû Dr. Zorab Aloian, þagirtekî ji Xarpûtê helbestên du afirînerên bi zaraveya kirmancikî-dimilî-zazakî pêþkêþ kirin. Helbestên Seyîdê Qajî ji Dêrsîmê (1871-1936) hesta zimên û xwezayê derbirîbûn. Helbestvanê hemdem Mela Mehemdî ji Licê bi nazikî rengên ala kurdî û rengên jîndaran hevber kiribûn.  

Bi dû re, helbestên klasîkî û nûjen hem bi kurdî, hem jî bi zimanên almanî, tirkî, ispanî û rûsî hatin pêþkêþkirin. Hevokên kevinare û yên Dema Navîn, bi taybetî yên Melayê Cezîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî û têkstên helbestvanên nûjen (Ahmed Arif, Nilgun Demîrkaya, Nazîf Telek û yên din), gihane temaþevanan. Rista wergêran jî bi berz hatibû nirxandin: Ricardo Gustavo Espeja (helbesta Hêvî Berwarî „Strîna çirayeke sarbûyî“ ser ispanî), Kemal Burkay („Govenda Kurda“ ya Eskerê Boyîk, ser tirkî) û Kerîm Eyûbî („Dil ji min bir“ ya Melayê Cezîrî, ser rûsî).

Di dawiyê de beþdar û temaþevanan bi goftigoyeke giþtî ve li ser rewþa zanîn û perwerdeya zimanê kurdî li Bremenê rawestiyan. Hizirên balkêþ hatin bi lêv kirin:

- Perwerdeya zimanê kurdî hesta wekheviyê di nav zarok û dê û bavan de xurt dike (wekheviya digel Alman û biyaniyên din);

- Perwerdeya zimên divêt li derveyî siyaseta navxweyî û dewletan bimîne;

- Zanebûna zimanê kurdî pirçandiya kesayetiyê û diyaloga bi malbatên Tirk, Ereb, Alman, Ermenî û Faris re hêsantir dike.

 

Bi daxekî giran hate xuyakirin, ku televîziyon û rojnameyên Kurdan – çi sedem dibin bila bibin - li himber nimûneyên mîna vê êvara wêjeyî, giramgîr nînin.

Têbîniyeke giþtî li ser vê êvara hunerî: Gava Kurd bala xwe didin ziman, wêje û çanda xwe, dostên wan yên ne-Kurd dibine alîkar.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org