Dr. Zorab

Eyarekî tara el-Kerh

 

Adî kurê Musafir ji xanûmana xwedênasê navdar Ehmed el-Xezalî berjêr dihate nav þehr. Îro mamosta Ehmed peyamek di derbarên Iblîs de pêþkêþî ulmdarên Bexdayê kiribû. „Helbet, hêza ramana Ehmed ji ya birayê wî Muhî ed-Dîn lawaztir e, lê bi curekî hêniktir û naziktir e jî. Wisa jî di dema biharê de giyayê deþta me Biqayê tenik e, lê ji giyayê destpêka havînê bedewtir e. Welleh belgeyên Ehmed bala min kiþandin. Dirûst e, herçend Iblîs bêserûbin ji Xwedayê Mezin hez dikir jî, quretî bû sedema têkçûna wî. Xwedê neke, em kubar-babax bin, pozbilindî malwêranî ye“. Wisa Adî ji xwe re difikirî heta xortekî nozdeh-bîst salî riya wî girt.
- Ya gerokê nîvê þevê! Tu ji gelê Sunnayê yî? Yan Rafidî yî? - Pirsa wî xortî wateya þerên hersal belî dikir. Hersal li tara el-Kerhê, Þiyî (heta sedsala þeþan ya koçî ji wan re Rafidî digotin) û Sunniyên ji kûçeyên din li hev diketin û bi dehan kes dihatin kuþtin.
- Lawo, ez þagirtê xwedênasên mezin im û bi þev û roj dirûzen min ji bo pêvçûna herdu milletan in.
Lê kî li ciwanên netebitî dikare? Bersiva Adî ne li gor kîn û germahiya cengê bû û lewma ew xort razî nekir.
 - Tu li vir çi digerî? Çekên te hene? – Ew lê-lê bû rêvengê bi kincên sûrî ve bikuje. Ji niþka ve tuê bêjî, qey birûskekê li destê wî xist û nehîþt, ku ew meramên xwe biîne sêrî. Gelo gunehê wî li Adî hat? Yan bereketa derdora Adî taqeta xortê xwîngerm birî? Hema roja îro hilde, ji berbangê heta vê xulekê þûrê vî xortê han li pênc mêrên nenas ket.
- Ez Adî me, ji gundekî sûrî hatime, navê gundê min Konemiþk e, Ereban navê Beyt el-Far lê kiriye. Di van xwaremirên we û Sunniyan de ez piþta ti aliyekî nagirim. Û hinde dostên min di nav we - eyaran - de hene. Tu Muxlîsê Destwaz dinasî?
- Muxlîsê Destwaz çî te ye? Destebirayê te ye? Baþ e, ku min sebir kir. Muxlîs serdarê koma me ya cilreþan e. Eyarên koma me bergirên tara el-Kerhê ne, em nahêlin, ku dawênpîs serê xwe bilind bikin.
Adî bi çavekî dilfênik li xortê nermbûyî nihêrî û gotê:
- Muxlîsê Destwaz yek ji me Kurdan e. Dê û bavê wî ew þandibûne xwendinê. Me tevayî li Bexdayê  li Sofiyên nivîskar guhdar dikirin, lê wî tam nekir, gihîþte we, eyaran. Di wextê xwe de, me û çend xortên din bi hev re otaxeke Farisekî zengîn kirê digirt.
Li pey van danasiyan eyarê li himber Adî çîroka xwe got:
- Xwendayê dadperwer, haya min nebû, ku Muxlîs Kurd e. Ez bi xwe Sindî me, ji bajarê Pêþawarê reviyame. Li wir ji ber dijminatiya zemîndarekî çavbirçî, ku destê xwe avêtibû dergîstiya min, serê min li ber hesaban bû. Dergîstiya min e reben di rê de jiyana xwe ji dest da. Ez berî mehekê gihîþtime Bexdayê: Ne min mal bû, ne jin bû, ne yar bû. Eger Muxlîs ez nekirama eyar û cebirxane neda min, welleh ez dibûm xûjanekî ji wan xûjanan, yên ku li Bexdayê ji piþîkan jî bêhtir in. Bextê te lê xist, ku tu hevalbendê Muxlîs î. Lê çêtir e, tu xwe veþêrî: Rojên dijwar nêzîk dibin, Rafidî û Sunnî qira hevdu diînin. Yek bi xêr, yek ne bi xêr, þûr û kevir bi te ketin, xwendina te wê di ber te de bimîne.
Adî dît, ku ev xort henekan jî dizane, qenciyê jî diþêkirîne:
- Dev ji eyartiya xwe berde, em ji Bexdayê dûr kevin, herin aliyê Bakur. Li wêderê pismamên bavê min dimînin, ew jî mîna min û Muxlîs Kurd in, dilpak in, comerd in. Ez hez dikim, zanîna, ku min wergirtiye, bigihînim guh û dilên wan, da ku ew riya rastiyê ji gemarê pakij bikin.
Ew þev ji gelê Bexdayê re bêxêr bû, lê ji Adî kurê Musafir û eyarê ji welatê Sindê re xêr anî. Herdu bi rê ketin, ji bajêr derketin û berê xwe dane çiya û zozanên Hekkariyê. Eyarê berê çavþaþ dima, ku Adî ne westan, ne xew, ne jî nexweþî zanibû. Bi dû re, wî çav da Adî û bi duha û banga Xwedayê Mezin ve dil û mejiyên xwe ji tirs û xemgîniyê rizgar dikirin. Di rê de ew hînî Duhayê Þevê, Duhayê Serê Sibê û daxwaza hewarê ji heftê û du milletan re bû. Bi vî rengî Kurdên Teyrehiya, yên xwe wek gelê Yezdan didîtin û lewma navê xwe danîbûn Êzdî, Bozorgê Sindî di nav xwe de pejirandin. Bozorgê, ku bedena wî berî mehekê ji hêla Muxlîsê Destwazê Kurd ve hatibû xelaskirin, niha giyanê xwe li ba Kurdan û serkêþê wan Adî xelas kir. Gava Adî emrê Xwedê kir û biraziyê wî Ebû l-Berekat ji Konemiþka sûrî hat û serperêþtiya Êzdîxanê kir, Bozorgê Sindî mîna þêrên ku nobetdarên xwedavendan in, piþtê girt û dutîretiya di nav Kurdên Êzdî de heram kir.
Li ser Bozorgê Sindî gelek pend û metelok mane. Dibêjin, ku wî eþîra Sindiyan damezirandiye, lê wê eþîrê piþtre kar û berjewendiya xwe di Îslamê de dît. Bozorgê Sindî bîranînên xwe di derheqa eyarên Bexdayê de, ku rê nedidane talan û diziyê, bi Êzdiyan re parve dikirin. Hevberkirineke wî ji hemûyan zêdetir hate hezkirin: „Çawa eyaran bajarvanên Bexdayê ji reþbextiyê parastibûn, wisa jî Þêxê me Adî dilê Kurdan ji derdesariyê parastibû“.
Hevdîtina Bozorgê Sindî û Adî kurê Musafir dikaribû bibûya kuþtinek ji hezar kuþtinan, lê bi nîþana Yezdanê Afirîner bû kiryametek ji hezar kiryametan.