Dr.
Zorab
Ferhenga
Nûjen
Almaniya: Welatek e,
li ku Tirk mafên Kurdan dipejirînin. Ew herdem hevaltiya serdaran û
dijminahiya bindestan dike. Kî ji vî welatî hez nake, bila jê biçe.
Anatoliya: Rojavayê
Kurdistana Bakur e.
Atatürk: Bavê gelê
Tirk e. Tê zanîn, ku sê bavên wan yên din jî hene: Oguz, Selçûk û
Osman.
Aþtî: Rewþeke balkêþ
e, dema þer
hatiye sekinandin, lê bêþerefiya
dijminan berdewam e. Wateya wê ev e: Dema
tu nikaribî destê kesekî gez bikî, maç bike.
Azadî: Ew rewþ e, ku dema mirov serbest e, dikare bi kêfa
xwe axayên xwe hilbijêre.
Batman: Du wateyên
vê têgîna han hene: 1) Ew navê bajarekî Bakur e; 2) Mêrxasê fîlmên Amerîkî
ye.
Bexda: Paytexta Îraqê
û bûka balafirên Amerîkî ye.
Celadet
Bedirxan: Ew berî çend salan çû ba Xwedê û jêre got:
Xwedayê Mezin! Xebata, ku min di nav Kurdan de kiriye, di vê dema dawî de
gelek encam daye. Ez bi neheqî ji jiyanê hatim bi dûrxistin. Ji kerema xwe,
hema destûra min tenê sê rojan bide, ez biçim ba Kurdan û hinde tiþtên,
ku rê nekete min, ez nîþanî wan bidim û rêya rast û dirûst bikim. Xwedayê
Mezin lava Mîr Celadet pejirand û ew di roja Newrozê de dakete nav Kurdan. Lê
piþtî
du rojan ew dîsa vegeriya jor. Xwedayê Mezin jêre got: Mîrê Botan! Min sê
roj destûr dabûn te. Tu çima tenê du rojan mayî? Mîr Celadet got: Xwedayê
Mezin! Min dît, ku rewþ ne ligor texmîna min e. Min dît, ku Kurdên
helbestvan bûne ramyarzan, yên zimanzan jî bûne helbestvan û yên nezan jî
bûne zimanzan.
Ereb: Milletek li
Rojhilata Navîn, yê di warê zimên de pismamên Cihûyan e. Ereban sond
xwariye, heya felek þên e, ew nabin yek.
Erebî: Zimanê
Ereban, yê ji Kurdan re ji ber du sedeman girîng e: 1) Qurana Kerîm bi Erebî
hatiye pêþkêþkirin; 2) Li Cezîrê û Kerkûkê cihê zimanê
Kurdan digire. Ji ber ku Qurana Kerîm pê hatiye nivîsandin, divêt Kurdên Baþûr
bi ti awayî dest jê ber nedin.
Ewropa: Parzemînek,
li ku xwepêþendan û mîhrecanên
Kurdan qedexe nînin.
Êzdatî: Dînê
Kurdan, yê dev ji Kurdistanê berdide û koka xwe li Almaniya, Hollanda, Rûsiya
û Kafkasê diatîne. Ew koka gelê Kurd in, kengê ew bûn yek, yekîtiya Kurdan jî
dê zû pêk were.
HADEP: Partiya gel
e, Kurdan digihîne hev, Tirkan jî fêrî demokrasiyê dike.
Îbrahîm: Navê du kesan e. Herdu jî li Kurdistanê ji dayîk bûne û xêra welatê me di nav xelkê de
bela kirine: Hz. Îbrahîm û Îbo Tatlises.
Îsraîl: Biçûktirîn
dewleta Rojhilata Navîn e, lê belê kesek jî pê newêre.
Kakeyî: Dînê
Kurdan, di nav kîjanî de ji jinan re dibêjin “kekê”.
Karsaz: Saziya
maldarên Kurd, ya li zozanên Ewropayê penîr der dixe.
Kemal Bûrkay:
Serokê PSK, yê hemû serokan ji bo demdirêjiya serokatiya wan rexne dike, lê
bi xwe ji wan zêdetir partiya xwe birêve dibe.
Kerkûk: Þehrê Kurdan, li ku Ereb Tirkmanan bêmal
dihêlin.
Kurdistan: Welatekî dîrokî,
yê di navbera çar dewlet, çardeh ol û çel partiyan de hatiye parvekirin.
Mirovahî:
Beþek jê Kemalîst in û beþê din jî ji mirovên cîhanê yên mayîn pêk
tê.
Newroz: Cejna me ya
neteweyî: 21ê Adarê Împeratoriya Med zordarên Aþûr þikênandin, gel di ser agir re bazda, dota Kurd jî kevir avête
metîngeran. Dibêjin, ku hersal di vê rojê de Ecevît serdana Monxoliyayê
dike, da ku înfrastrûktûra vegerandina Tirkan amade bike. Ew cejn e, ku li
her derê
bîhna kulîlkên Buharê destpê dike, lê li Bakurê Kurdistanê bîhna tekerên
erebeyan.
Özgür Politika:
Rojnameya Kurdan, ya bi zimanê Kurdan î hevbeþ,
ango bi zimanê gelê bra tê weþandin.
Qurana Kerîm:
Pirtûka Pîroz, ya ku ramana Yekîtiya Xwedê û mezinahiya
zimanê Ereban bi pêþ dixe.
Rewþenbîr: Xwendayên,
ku rewþa xwe ji bîr nakin.
Selaheddînê Eyûbî: Penaberekî
Kurd li Misirê, yê berî Ewropiyan da û Mala Îslamê (Dar ûl-îslam) rizgar
kir. Piþtre Kurd wê ji Mala Îslamê birevin û li
Ewropayê bibin penaber.
Stenbol: Bajarekî Bîzantî,
yê ji aliyê Tirkan ve ji bona xatirê niþtecihên Kurd hatibû dagîrkirin.
Tirk: Milletekî reben, yê bi sedan
salan qurbana terrorîstên Çîn, Faris, Grêk, Serb, Ermenî, Ereb û Kurdan
e.
Tirkî: Zimanê Kurdan î hevbeþ
e.
Zarok:
Merivekî biçûk e. Eger tu wî danî ser çoka
xwe, ewê destê xwe biavêje simbêlê te.
Zerdeþtî:
Dînê kevin li Kurdistanê: Wisa kevin, ku êdî nahê bîra kesekî.