Giyanên Dêrsîmê

 Dr. Zorab Aloian

 

Em ji Dêrsîmê reviyane,

Em ji Munzurê qetiyane,

Rengê me yê miriyan e,

Wey Yezdanê Kurmancan!

 

Wek xwînê em pekiyane,

Sor bû ava çemane,

Sor bûn gulên geliyane,

Wey Yezdanê Kurmancan!

 

Çiyayên me tev westiyane

Ji van terman û hestûyane,

Berfên stranan heliyane,

Wey Yezdanê Kurmancan!

 

Em ji Beheþtê beziyane,

Di nav ezmên re geriyane,

Em bi hêstiran jiyane,

Wey Yezdanê Kurmancan!

 

wergera vê helbestê bi almanî

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org