Dr. Zorab AloianHat kuþtin
Hat kuþtin li
ser kûçeya tozlêgirtî li
pêþ çavên mirovên çavtirsandî Êzdî
bû, dilê wê ketibû Erebekî bû
Bisirman, bû cangoriya civaka
netewandî Hat kuþtin û pêre-pêre pale hatin gullebarankirin xwendekar hatin êrîþkirin bi destên cîranên jiyan nehebandî Hat kuþtin û
bi pey re ji
kerema xelkê re Behdînan û Soran zincîra nifiran berdan Dasiniyan bi metodên Yasrîba perçiqandî Hat kuþtin û ji ber refleksa Ûmmayê Enfal hate jibîrkirin Bisirimanên hev alandî Peritandin
Êzdatiya hezar car pelixandî Hat
kuþtin û ji niþkê ve mêrên simbêlboq li çayxanê Yasnayên Zerdeþt qelaþtin û bi rûyên tirþ awaza femînîzmê peqandin awaza bi tiliyên kesên din ve afirandî Hat
kuþtin wek
hezar jinên bê deng mirî termên
wan ji nû ve hincirîn kiras nehatin guhartin, tek pizirîn ji ber jahra dînê dînikekî ji Hîcazê pekandî Hat kuþtin û þînkaya Laleþînê çilimisî hêstirek ji çavê kalikê min barî Rojê ew zuha kir bi tîrêjên dilovan bi
ser hiþyaran de reþandî...
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org