|
Dr.
Zorab Aloian Hedef (Satîra reþ li dor Navenda PENa Kurd)
Gelî ciwamêran, werin, werin, mal û jiyana van kesan helal e! Ev kesên
ji milletê jinkujan li Kurdistanê alizîbûn, niha jî direvin û di welatên
Xaçparêzan de xwe ditelînin. Lê ew nikarin ji þûrê rastiyê
bifilitin. Zemanê Cîhada Mezin li himber wan hatiye, ji bo qidûma wan biþikê.
Hûnê bipirsin: Ew li ku derê ne? Emê bibêjin: Ew keda xwe didin Navenda PENa Kurd: -
Celîlê Celîl, lêkolînerê bi nav û deng ji Ermenîstanê. Gunehên wî:
a) Kurdê Êzdî ye; b) Di nîvê salên 1990î de wî nermbûnek xiste nav
nakokiyên di serweriya Navenda PENa Kurd de. - Emerê Cengîz, helbestvan û
xwendekarê ji Bakur. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Bi jineke Êzdî
re zewicî ye. - Dr. Eskerê Boyîk, yek ji
giringtirîn helbestvanên Kurd ji Ermenîstanê. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî
ye; b) Carekê gotibû: Ez zanim, Kurdistan wê hebe. - Ezîzê Cewo, lêkolîner û
rojnamevan ji Rûsiyayê. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Nûnerê
Navenda PENa Kurd li Yekîtiya Komarên Serbixwe ye. - Hoþeng Broka, lêkolîner û
helbestvan ji Baþûr-Rojava. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Bingeha
cîhanbîniya Kurdistanê aþkera dike. - Dr. Kemal Sîdo, lêkolîner û
xebatkarê mafên mirovan ji Baþûr-Rojava. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî
ye; b) Ji bo mafên mirovan xwe diêþîne, her weku mirovê Êzdî hêjayî
mafan be. - Kemal Tolan, berhevkarê zargotinê ji Bakur. Gunehên
wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Çanda xwe ya kufretê di çarçoveya
Kurdan de dinirxîne. - Selîm Biçûk, helbestvan û lêkolînerê
ji Baþûr-Rojava. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Li ser rêzimana
Kurmancî dixebite. -
Tariq Hemo, nivîskar û rojnamevanê ji Baþûr-Rojava. Gunehên wî:
a) Kurdê Êzdî ye; b) Bê þerm û fêdî di televîziyonên Kurdan de bi
zimanê pîroz yê Erebî diaxive. - Xebat Þakir, helbestvan û hunermend. Gunehên wî: a)
Kurdê Êzdî ye; b) dilsozê doza Kurdistanê ye. - Pîr Xidir Silêman, lêkolîner û siyasetmedarê ji
Baþûr. Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Bi kurdî dijî, dipeyve û
diafirîne. - Dr. Zorab Aloian, dîroknas û zimanzanê ji Gurcistanê.
Gunehên wî: a) Kurdê Êzdî ye; b) Sekreterê Navenda PENa Kurd e. -
Bi sedan endamên Mala Êzdiyan li Oldenburgê, Almaniya. Gunehên wan: a)
Kurdên Êzdî ne; b) Di sala 2005an de ji bona alîkariya darayî ji
Navenda PENa Kurd re konserteke bêhempa derbas kirin. Gelî
ciwamêran! Hûnê
nav û navnîþanên van hedefên le’netkirî ji Desteya Birêvebir ya
Navenda PENa Kurd bixwazin. Xwedê Mezin e, gelî birayên pakij! Bi
debûþ, kevir û çekan Bê galegûrt û galegal Herin bi ser wan! Herin bi ser wan! Musil – Hewlêr – Îslamabad Meha Rebî’ es-senî, sala 1428an ya
koçê / Meha Nîsanê, sala 2007an ya Zayinê
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org