Dr. Zorab Aloian Hezar û Yek Hêvî Hûn dibihîsin dengê hezar hêviyan? Def û zurne lêdixin li çol û
çiyan, Destmala bi destê sergovendiyan Vedimale tixûba Osmaniyan. Hûn dibihîsin dengê hezar hêviyan? Bê bername þîret dane gundiyan, Þoreþ têk çû, serwar bi kurdî
westiyan, Bi zimanê Monxolan AÞTÎ qîriyan. Hûn dibihîsin dengê hezar hêviyan? Li paytextê wan çav avêtiye
kursiyan, Ku sond bixwin bi navê betonê
miriyan, Belkî qazanc kin cih li Komîteyan? Hûn dibihîsin dengê hezar hêviyan? Duniya-alem rabûye ser piyan, Seçim e, lo, gurên dirantûj
beziyan, Sandoq sor bûn ji ber xwîna
berx û miyan. Hûn dibihîsin dengê hezar hêviyan?
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org