Ji
bo kesên ku kampaniya li dijî PENa Kurd birêve dibin
Dr. Zorab
Aloian
Birêzan!
Ji ber ku hemû pirsgirêkên gelê Kurd çareser bûne û em bûne xwedîdewlet, wisa xuya ye, ku kar û barên malpera Amude kêmtir bûne. Ji ber vê yekê ev malper carinan „story“ ji bona xwendevanan diafirîne. Ev êdî heftêyek e, ku ew bi dilgermiyeke, ku dijminan jî dikare bide þermê, êrîþ û pelamaran diavêje ser Navenda PENa Kurd.
Ez wek Sekreterê Navenda PENa Kurd dixwazim bersiveke kesanî (ne ji hêla saziya xwe) bidim vê kampaniyayê.
Berî her tiþtî ez nêrînên cuda û rexneyên dost û dijminan (rexneyên dostan ji bo baþkirinê ne, yên dijminan jî ji bo rûxandinê ne) wek beþeke jiyanê dibînim. Xema min ne rexne, ne jî gotarên tijî kîn û neyartî ne. Lê divêt were zanîn, ku bêdengiya Navenda PENa Kurd li himber vê kampaniyayê sedemeke xwe heye. Sedem ev e, ku endamên Komîteya Birêvebir bi xebata giring ve mijûl dibin û xweparêziya wan li himber Amude yek ji van xebatên giring nîne.
Bi destûra We, ezê ji xebatên giring- ji bilî kar û barên hundirîn - tenê van amadekariyên Navenda PENa Kurd bi nav bikim:
- Ji bo beþdarbûna di civîna Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de li Sloveniyayê (Gulana 2004an);
- Ji bo Civîna Komîteya Parastina Zimên li Makedoniyayê (Hezîrana 2004an);
- Ji bo 3-4 civînên wêjeyî yên îsal (em civînên wisa hersal derbas dikin, di kîjana de heta niha bi dehan nivîskarên me ji Ewropa û welêt amade bûn);
- Ji bo Kongreya PENa Navneteweyî li Norwêc (Payîza 2004an);
-
Ji bo vekirina beþên
PENa Kurd li parçeyên welatê me;
-
Ji bo Konferansa
Navneteweyî li Amedê (sala 2005an).
Ji
bilî van bûyeran, yên ku pêdiviya xebateke bi þev û roj in, Navenda
PENa Kurd malpera xwe geþ dike, danûstandinan bi Þaxa Amedê re xurt
dike, civînên wêjeyî digel xwendekarên Kurd li Almaniyayê pêk tîne
û pêwendiyên rojane bi rewþenbîrên Kurd û biyanî re ava dike. Du mînak
ji gotina min e dawî:
1)
Navenda PENa Kurd
bi kovareke jinan ji Rojhilat ketiye têkiliyan;
2)
Navenda PENa Kurd
bersiva pêþniyazên PENên din (mîna PENa Venezuela, PENa Misir) dide.
Gerek
e bê destnîþankirin, ku ev xebat bê alîkariya aborî û manewî û li
ser hesabê endamên Komîteya Birêvebir tê kirin. Ji ber ku endamên PENa
Kurd endametiya xwe bi rêk û pêk nadin, em hên jî deyndarên PENa
Navneteweyî ne.
Gava
malpera Amude bi þêweyekî Tabloid (rojnameyên zer) nûçeya pêþê çap
kir, Navenda PENa Kurd li hev civiya û daxuyaniyeke fermî belav kir.
Armanca me eþkerekirina prensîpên Navenda PENa Kurd bû, ne polemîkeke bê
wate bû. Di derheqa gotarên neþîrîn de, yên ku di van rojan de hatine
weþandin, ez dixwazim hinde tiþtan zelal bikim û piþtre dev ji hemû danûstandinên
digel malpera Amude berdim:
Komîteya
Birêvebir ya Navenda PENa Kurd sala par bi çavdêriya mêvanên payebilind
ji PENa Navneteweyî hatibû hilbijartin. Ev hilbijartin di Kongreya me ya
Berlînê de bi beþdarbûna endaman (hinde ji hêzên curbicur, hinde jî
azad in) û bi awayekî demokratîk pêk hatibû (xwîþka Selwa Gulî bi
xwe li wir amade bû û wê pereyên endametiya xwe li wê derê dan).
Eger
Hûn navên me yeko-yeko di ber çavan re derbas bikin, Hûnê bibînin, ku
di nav me de endamên PKK-Kongra Gel, PDK, YNK yan PSK nînin. Tukes ji me
ne endamê partiyeke Kurd yan ne-Kurd e. Em di warê rewþenbîriyê de nûnertiya
serboriya cihêreng û navneteweyî û welatparêziya fireh dikin. Fermo,
endamên Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd ev in:
Dr.
Zerdeþt Haco (serok), Mistefa Reþîd (cihgirê serok), Dr. Zorab Aloian
(sekreter), Hêvî Berwarî û Younus Bahram. Herweha du endamên cihgir jî
hene: Þêrîn Perwer û Kakþar Oremar. Meriv li vê lîsteyê mêze bike,
ancax þerma xwe veþêre û bibêje, ku Navenda PENa Kurd layendarê
partiyekê ye!
Hevpeyvîna
xwîþka Hêvî Berwarî digel Azadiya Welat ne bi dilê Amude be jî, cih
girtiye. Wê bîr û boçûnên xwe yên þexsî anîne zimên. Ew di gotinên
xwe de xwe nespartibû saziyên, di
kîjanan de ew çalakdar e: Navenda PENa Kurd, Înstîtuta Kurdî li Berlîn
yan Dengê Amerîkayê. Rast e, Navenda PENa Kurd xwîþka Hêvî þandibû
Amedê û wê di peyama xwe ya Amedê de di nav çarçoveya armancên PENa
Kurd de mabû.. Her weha rast e, ku mafê xwîþka Hêvî yê sirûþtî
heye, ku ew li derveyî xebata fermî dîtinên xwe yên civakî, wêjeyî
û ramyarî bi xelkê re parve bike. Her yek ji We serbest e, dîroka PKK li
gor hizirên xwe binirxîne. Lê di Rêya Xwedê, êþ û kompleksên xwe
nevêjine ser saziyeke Kurd, ya ku qenc-xerab rista (rola) xwe ya navneteweyî
dilîze. Eger rexneyên avaker (konstruktîv) û alîkarî ji We bên
- li ser çavan û li ser seran!
Sekreterê
Navenda PENa Kurd
Bremen,
Almaniya, 7.03.2004