Hindik
mabû vî parçeya welêt, ya ku em pê
serfiraz bûne, ji me
bidizin. Wisa, dizekên yeman dibine dost,
baweriya merivan bi wan tê, têne malê, nan û avê dixwin û rojekê mala
merivan xerab dikin.
Dizekên
ji opozîsiyiona Iraqê, yên ku gava Seddam desthilatdar bû, dihatin Kurdistanê
û xaka wê ya pîroz radimûsan, niha bi xwe dibin desthilatdar û mîna hemû
nijadperestên Ereb dixwazin tepekê li serê Kurdan bixin, azadiya wan e bi xwîna
sedhezaran þilkirî ji wan bistînin û berîkên xwe ji derameta nifta Kerkûkê
tijî zêr û zîv bikin.
Dizekên
amerîkî di hundir salekê de hem bi alîkariya Kurdan ve bi ser ketin û devê
rexnegiran qelaþtin, hem jî sê caran xwestin bibin belaya serê Kurdan. Pêþê
wana gote Tirkan: „Rê bidin me, bi xwe jî werin Bakurê Iraqê, jahra xwe ya
tirkîtiyê li wêderê birêjin“. Paþê wana gote Tirkan „destê xwe bidin
me, wek hevpeyman werin Iraqê, jahra xwe ya tirkîtiyê li ser Ereban birêjin,
eger jahr di we de ma, êdî hûn dizanin û Kurd dizanin“. Niha dizekên amerîkî,
ku herroj ji êrîþên Ereban diçerçirin û ji hêla Tirkan ve hatibûn
xapandin, hêrsa xwe li ser Kurdan dirêjin û hemû destkeftên wan yên sedsalî
bi zorê ji wan distînin.
Rawêja
vê çîrokê ev e: Heta Kurd bi yekdengî li her çar beþan serxwebûna
Kurdistanê nexwazin û dest ji derewên hûrik, yên mîna „biratiya
gelan“, „komara demokratîk“, „federasyiona Ereb û Kurdan“ û yên ji
wana sosrettir bernedin – Kurdistan wê herdem wek tirombêleke giranbiha, lê
bêxwedî, bala dizan bikiþîne ser xwe. Eger xwediyê tirombêlê derî vekirî
bihêle û ji herkesî re bêje „Fermo“, ma gunehê dizekan çi ye?