Dr. Zorab Aloian

 

“Dema rewþenbîr kevirekî jî ranakin”

 

Raporta Dr. Zorab Aloian li ser Konferansa Milanoyê,

16-18ê Hezîranê, sala 2006an

 

Ramangîrê îtalî yê navdar Niccolo Macchiavelli dinivîsî: “Dema rewþenbîrên din nikarin kevirekî jî ji erdê rakin, nivîskar neçar dimîne, peyva xwe bibêje”. Nivîskarên di hembêza PENa Navneteweyî de îsal li bin perdeya Navenda PENa Îtalî û bi alîkariya UNESCO li bajarê Milanoyê civînek derbas kirin. Ev berdewamiya Konferansa sala par li Veneziyayê ya li ser babeta ‘terror û nivîsîn’ bû. Vê carê Navenda PENa Kurd jî cihê xwe di Konferansê de girtibû.

 

Amadekarên Konferansê

Koma ‘Mafên Mirovan ji bo Nivîskaran’ ya Navenda PENa Îtalî barên amadekarî û darayî hildabû ser milên xwe. Serokê PENa Navneteweyî birêz Jiŕi Gruša [bi kurdî tê xwendin wek Irjî Grûþa], Seroka Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark ji Navenda PENa Almanî û Endamê Komîteya Birêvebir ya PENa Navneteweyî û yek ji birêvebirên Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de birêz Eugene Schoulgin bi beþdarbûna xwe giraniya Konferansa Milanoyê tekez kirin. Lê belê hemû karên berbiçav bi serperêþtiya Serokê Navenda PENa Îtalî birêz Lucio Lami, Serokê beþa Îtalî ya ÛNESCO birêz Giuseppe Puglisi û bi taybetî Sekreterê Giþtî yê Navenda PENa Îtalî birêz Emanuele Bettini hatibûn gerandin. Hêjayî gotinê ye, ku amadekarî li ser asteke bilind bû û beþdarên Konferansê di warê teknîkî de hîç tengasî nekiþandin. Wergerandina bi sê zimanên fermî yên Konferansê – îtalî, înglîzî û firansî – hema bibêjin bê kêmasî bû: Xuya bû, ku wergêr pisporên pêþeyê xwe bûn. Ji ber vê yekê danûstandin hem di civînan de, hem jî di dema bihnvedan û gerê de xweþ û babetî bûn.

 

Cihê Konferansê

Li bajarê Milanoyê, dilê çand û aboriya Bakurê Îtaliyayê, gelek avahî ji bo civînên giring deriyên xwe vekirîne. Konferansa mijara gotinê di eywaneke Navenda Kongreyan ya bi navê ‘Palazzo delle Stelline’ de, di nîvê bajêr de, derbas bû. Di heman ‘Palazzo delle Stelline’ de nivîsîngehê Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên din hene. Cihê gotinê ye, ku di dema xwe de ev avahî malê Dêra Katolîk bû û li wir goþegîr dijiyan. Lê niha ev ji bona kombûneweyên navneteweyî tê bikaranîn: Xebatkarên wê bi rengekî professiyonel, bi zanîna hemû zimanên gewre yên Rojavayê (înglîzî, firansî, ispanî, almanî) pêþwaziya mêvanan dikin.

Beþdarên Konferansê

5 nivîskarên, ku ji zordariya dewletan hatine êþandin, di Konferansê de rista sereke dilîstin û li ser “Ramana Azad, Desthilata Siyasî û Terrorîzm”ê serboriyên xwe yên derdedar nîgar dikirin: 

Mainat Kourbanova (Komara Autonom ya Çeçenistanê, Rûsiya),

Jorge Luiz Arzola (Kuba),

Marwell Sibanda (Zimbabwe),

Murat Belge (Komara Tirkiyê) û

Qing Zhou (Komara Gel ya Çînê).

Her weha nûnerên 30 Navendên din û saziya ICORN (International Cities of Refuge Network, ango Tora Navneteweyî ya Bajarên Penaberiyê) di civînê de gotar pêþkêþ kirin yan di raberzînan de nêrînên xwe bi lêv kirin. Bê guman, ne hemû nûner wek hev radihiþtin mîkrofonê yan li ser pirsên rojevê li derveyî civînê dipeyvîn. Bi dîtina min, çelengtirîn navendên neteweyî yên PENê li Milanoyê ev bûn: Bask, Kolombiya, Fransî, Hong Kong, Macar, Hindî, Nigeriya, Lixtenþtein, Norwecî, Swîsrî Romand (Fransî), Swîsrî Îtalî û Tirk. Hêjayî gotinê ye, ku mêvandarên Îtalî gelekî rûmeta Kurdan digirin û heta – bê zanebûn yan bi mebest – bi fermî Navenda me wek Navenda PENa Kurdistanê ragihandin. Di hemû belgenameyên Konferansê de bi îtalî weha hatibû nivîsîn ‘Zurab Aloian, Segretario P.E.N. Curdistan’. Piþtre gelek beþdarên din jî Navenda me wek Navenda PENa Kurdistanê bi nav dikirin. Ez pê gelekî þanaz bûm û metelokeke Rûsan dikete bîra min: “Bi lêvên we mirov þerbetê vexwe!” Bi dû Konferansê re ez bi Serokê Navenda PENa Kurd birêz Dr. Zerdeþt Haco û nûnerê Navendê li Baþûr birêz Abdilrehman Neqþbendî re li hev hatin, ku

belkî em têbikoþin û navê Navenda xwe li gor pêþniyara Îtaliyan biguhêrin. Ango ne dûr e, ku rojekê emê dewsa ‘Navenda PENa Kurd’ gotina ‘Navenda PENa Kurdistanê’ erê bikin.

Bi taybetî du beþdarên Tirk hêjayî bibîranînê ne: Nivîskarê navdar birêz Murat Belge û parêzer sitiya Oya Aydin. Herdu beþdarên Tirk bi dilgermiyekê kospan dibirin û bergiriya sazî, kesayetî û gelê Kurd dikin. Wek mînak, birêz Murat Belge li Stenbolê, li kuderê ew serokê beþa wêjeyê di Zanîngeha Bilgi de ye, gelek çalakî, konferans û danûstandinên giring di derbarê tevkujiya Ermeniyan û çareseriya pirgirêka Kurd de bi rê xistine. Ji ber vê helwêstê doz li dijî wî bê rawestan tên vekirin. Sitiya Oya Aydin endama Baroya Dadmendên Nûjen ya Tirkiyê ye û nemaze parêzvaniya Egitim-Senê kiriye. Wê banûyê li ser bingeha qanûnên Tirkiyê û peymanên navdewletî rexne li dadgehên Tirkiyê kirin.

Siyasetmedarên Îtalî û çapemeniya herêmî di civînê de gelek hevpeyvîn û çavpêketin çê kirin. Min jî raya Kurdan ji bo radiyoyeke herêmî eþkere kir: Kurd bi hezaran salan li ser xaka xwe dijîn, dest navêjin mal û hebûna Tirk, Faris û Ereban û bi tenê dixwazin jiyana xwe li gor ziman û çanda xwe geþ bikin. Kurdistana yekgirtî, beþên Kurdistanê yên konfederal yan federal di nav dewletan de yan jî xweseriya herêmî – ev hemû rewa û gengaz in. Lê bila pêþê danûstandinên aþtiyane rê li ber çareseriyê vekin. Ya sereke ev e, ku mafê ziman, çand, siyaseta azad û aþtiyê ji hemû aliyan ve werin pejirandin.

 

Gotinên Bijarte yên Peyamdarên Konferansê

Serokê Navenda PENa Îtalî birêz Lucio Lami: “Me sala par Koma Mafên Mirovan di PENê de damezrand û em tucaran xebata xwe ji bo mafên mirovan bi giþtî û mafên nivîskaran bi taybetî ranawastînin… Em rind dizanin, çira nûnerên dewletên demokratîk carinan piþta rejîmên nedemokratîk digirin: Ji ber qenciyên dîplomatîk û aborî û tirsa, ku ew rejîm zirarê bidin wan. Ev durûtiya mezin bi xwe dibe prensîpa navneteweyî. Wek ji bo hemû nexweþiyan, divêt ji bo vê nexweþiya giyanî jî çareseriyek bê dîtin. Di serî de divêt raya giþtî û tomeriya siyasetmedarên Rojavayê bipejirînin, ku mafên mirovan gerdûnî ne û ji bo her dewletek û her neteweyekî baþ in”.

Nûnerê Þaredariya Milanoyê: “Di serdema teknolojiyê de siyaset beþeke desthilata xwe radestî aboriyê dike. Lê ji bo aboriyê û berjewendiya bazirganan mafên mirovan pirseke bingehîn nîne. Ne behetî ye, ku bi çendî cîhangerî (globalîzasiyon) bi pêþ dikeve, bi hindî azadî tê piþguhkirin. Lê azadî ne mal e, ne alaveke bazirganiyê ye, ne jî xwestekeke nûjeniyê ye. 

Azadî di kûrayiya çand û derûniya mirovan de cih girtiye û nabe, ku mirov vê pêdviya psîkolojîk binpê bike.”

Serokê PENa Navneteweyî Jiri Gruša: “Nivîskar bi xwe desthiltdar in, desthlata wan azadî ye. Kesê ku terrorê dike, nikare bi navê Xwedê mirovên bêguneh bikuje. Ji bo siyseta bê terrorê divêt dewlet azad bin û raman azad be.”

Seroka Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark: “Em nikarin çareseriyek ji bo Neteweyên Yekgirtî peyda bikin. Lê di destê nivîskaran de gul hene, ev gul bi stirî ne. Belê, bi van sitriya em dikarin berhingarên azadiyê biêþînin… Li Tirkiyê qanûn dibe berevajiyê xwe: Dewsa ku mafên mirovan biparêze, qanûnên Tirkiyê tevkujiya li dijî Ermeniyan yan pirsgirêka Kurd bêdeng dikin... Almaniya penaberî daye gelek nivîskaran û PENa Alman di vî warî de dikare serbilind be.”

Eugene Schoulgin, Endamê Komîteya Birêvebir ya PENa Navneteweyî: “Ji ber wêneya reþ û spî di gelek dewletan de azadî tê qutkirin... Bê raman azad tirs dikeve nav gelan û ew xamoþ dibin... Tê bîra min, gava 11ê Îlonê çê bû, ez li Stenbolê bûm. Min televîziyon vêxist û di hemû kanalan de serleþkerên Tirk bi rûyê razîbûyî diaxivîn û digotin: Hemû terrorîst dijmin in – çi El-Qayîde, çi PKK… Bi mejuyên wisa, tenê rêyek ji bo desthilatê dimîne: Rêya hêza eskerî, bê rêzgiritna dadê, qanûnan, mafên mirovan, azadiya ramanê.”

Fîlosofê mêvan yê Îtalî Carlo Sini: “Azadiya nivîsînê û belawkirina nivîsînê tê vê wateyê, ku bawerî û nêrîn dikarin bêne guhartin. Desthilatdar jî pirê caran bawerî û nêrîna heyî diparêzin. Ev dibe sedema çewsandina ramana azad û kesên, ku ramana azad bi qelem dikin. Rastî ji du beþan pêk tê: Peydakirina rastiyê û selimandina rastiyê. Ev herdu beþ bi hev re girêdayî ne, lê dîsan jî ji hev cuda ne. Selimandina rastiyê bi xwe pêvajoyeke dûr û dirêj e û nivîskar di vê pêvajoyê de rista mezin dilîzin. Kesên desthilatdar hez dikin, ku rastî peyda nebe û eger peyda bû jî – nebe belayê serê wan. Rastiya selimandî - wek avê ye, wek masiyan diþûle, nerm e, tê guhartin û lewma balkêþ e. Kesên, ku dinivîsin û nivîsan belaw dikin, ev karê balkêþ dane ber xwe. Lê belê divêt baþ bê zanîn, ku encama karê nivîskaran ji mirovên din re dimîne. Mîna jiyanê: Wateya jiyana me ji kesên din re dimîne. Ango nivîsîna têkstekê wek derbaskirina jiyanekê ye… Gava em bawer dikin, ku nivîskar divêt bê parastin, em bawer dikin, ku wêjeya heyî nifþên nû ava dike û heyama teze diafirîne.”

Carlo Montaleone, endamê PENa Îtalî û mamosteyê antropologiyayê: “Eger di þer de kesek li dijî te be, hebûna wî zayeleya hebûna te ye. 22 roj bi dû 11ê Îlonê re derbas nebûn, Noam Chomsky hukumeta Amerîkayê agahdar dikir: “Eger Hûn danûstandina bi Bin Laden re red bikin, Misilman wê bibêjin, ku hêza Bin Laden ji ya Amerîkiyan mezintir e. Ji ber vê yekê nabe, ku aliyekî þer – kîjan þer dibe bila bibe – bi tenê bibêje ‘em’. Aliyê din jî heye û ev yek tiþtekî objektîv e. Tiþtekî din jî objektîv e: Mirov amade ye ji bo nasnameya xwe bimire. Ji lew re aþtiya dirêjxayan li ser bingeha rêzgirtina nasnameyên din, nêrînên din û têgihiþtina meremên neyaran ava dibe.”

Maxwell Sibanda, nivîskarê çewsandî ji Zimbabwayê: “Temenê jiyanê yê asayî di welatê me de 39 sal in. Ez êdî 40 salî me, ango divêt ez bextewar bim. Lê zordariya ku min di 12ê Îlona sala 2003an de dîtibû, heta niha di ber çaven min de ye. Polîsên Zimbabwe dergehên avahiya rojnameya me ‘Daily News’ þikênandin, li me xistin, xêvjimar (komputer) xerab kirin û berî rojnamevanan dan. Armanca wan bi tenê çavtirsandina rojnameya opposîzioynê bû, ne tiþtekî din.”

Tsering Tharchin, endamê Navenda PENa Nivîskarên Tîbetê li Derveyî Welat: “Çekên Tîbetiyan tunene, artêþa me tuneye, em bi tenê tika dikin, ku Çînî bi me re rûnên. Lê belê carinan desthilatdar bi sucê xwe dizanin û naxwazin bi kesên li himber wan re bipeyvin. Baweriya wan bi axavtinan nayê, baweriya wan bi çek û artêþê tê.”

 

Danûstandinên berî û li derveyî Konferansê

Konferans bi xwe rojek – di 17.06.2006an de – kiþand. Rojek berê þîva hevbeþ û roja dawiyê gera li bajêr cih girtin. Di van rojan de û di navberan de nûner û mêvan diketin gengeþeyên cihêreng: Hinde ji wan wêjeyî bûn û hinde ji wan bêhtir siyasî bûn. Ew hemû bi çavê Kurdekî dikarin bêne nirxandin.

Ji bo nimûne, helbestvanên îtalî bandora xwezayê li ser helbestê goftigo dikirin. Alfredo Bianchini, Sergio Perosa, Carlo Sgorlon û yên din bi mînakan þirove dikirin, çawa Deriya Navîn helbesta Veneziyayê ya vekirî û bêdawî rewa kir, çawa çiyayên Bakurê Îtaliyayê di helbestên herêmê de þaxên wateyî 

û zayeleya mînakên folklorî anîne holê û çawa deþtên Îtaliya Navîn di nav helbestê de ahenga jiyan û mirinê û helbestên lêþ û lar dizên. Wê balkêþ bûya, eger rexnegirên Kurd jî helbesta me ya klasîkî û zargotina me ya azad bispêrin sirûþta Kurdistanê. 

Yan þirove bikin, ka gelo nezelalbûna wêjeya me ya havîbûnê bi vê xwezaya xerîb ve girêdayî ye: Ji xwezaya, ku jin û mêrên Kurd piþtrast nake?

Nivîskar û berhevkarê wêjeya çînî Zhou Qing kovarekê derdixe û tê de rexnegir û wêjener bi tenê li ser têkstên devikî radiwestin: Wêjeya devikî û þirovekirina dîrokê ji aliyê gel ve (ango çawa gelê nexwendewar bûyerên dîrokê bi lêv dike). Navê kovarê jî gelekî bala min kiþand: ‘Muzeuma Dîroka Devikî’ (bi înglîzî ‘The Museum of Oral History’). Bi baweriya min, di rewþa me Kurdan de kovareke ji lêkolînên li ser têkstên devikî pêkhatî wê nirxa çanda kurdî berz bike.

Sekreterê Navenda PENa Swîsrî Romandî (ango Firansî) birêz Zeki Ergaþ, yê ku bi koka xwe Yahûdiyekî Tirkiyê ye, bi erênî basa danûstandinên xwe digel nûnerên Navenda PENa Kurd – sitiya Bêrîvan Doskî û birêz Sedat Yurtdaþ – dikir. Bi gotina wî, birêz Sedat Yurtdaþ baþ bi xirecira Tirkiyê dizane û Bêrîvan Doskî jê re baþ zelal kiribû, çawa hukumeta Kurdistana Baþûr bi awayekî zîrek xwe ji aloziyan dûr digire û mêla xwe dide ser pêþkevtinên çandî û aborî.

Sekretera Giþtî ya Navenda PENa Macar sitiya Zsófiya Dobozy – em hev hîna ji Budapeþtê nas dikin – bi firehî basa rûmetgirtina xebata PENê ji aliyê hukumeta Macaristanê ve kir. Piþtî fûtbolê dewleta Macar alîkariya here bi hêz dide saziyên nivîskaran bi giþtî û Navenda PENa Macar bi taybetî. Balkêþ e, ku li Macaristanê bi hezaran nivîskar hene, lê bi tenê 280 endamên PENê ne. Bi gotina sitiya Dobozy, ev nivîskarên, ku dixwazin karê navneteweyî û dîplomasî bikin, dibin endamên Navendê. Mînak: Nivîskarên endamên PENa Macar bi hev re civînan amade dikin û welatê xwe digel dab û nerîtên xwe yên çandî (berî her tiþtî mûzîk) nîþanî nivîskarên ne-Macar dikin. Eger em li gor rewþa Kurdan nêzîkî vê pirsê bibin, diviyabû, ku endamên me li Bakur û Baþûr bi xwe li ser navê PENê nivîskarên ji dewletên din li Kurdistanê pêþwazî bikirana û ew bi stranên gelerî û xwarina kurdî bidana nasîn. Em li ser danûstandinên rewa dinavbera PENa Kurd û Macar rawestiyan û gihiþtine vê encamê: Eger herdu navend nîvê mesrefê hildin ser xwe, emê bikaribin yan li paytexta Macaristanê Budapeþtê yan ji li gundê Macar bi navê Kurd civîneke wêjeyî amade bikin. Hêjayî gotinê ye, ku ev gund li Baþûrê Macaristanê ye û di dema xwe de li wir Kurdên, ku bi Osmaniyan re hatibûn, diman. Heta îro niþtecihên gund ji xwe re dibêjin ‘kurdî’.                

Birêz Dr. Dauji Gupta ez agahdar kirim, ku di sala 1933an de nivîskarên Zerdeþtî ji Hindistanê bi serperêþtiya sitiya Sophia Wadia Navenda PENa Hindistanê damezrandin. Heta îro jî çendîn Zerdeþtiyên Hindistanê di Komîteya Birêvebir ya vê PENê de dixebitin. Lewma niha serokê PENa Hindî birêz Dr. Dauji Gupta dixwaze sipasiya wan bike û ji bo Zerdeþtiyên Hindistanê tiþtekî rûmetgiran amade bike. Birêz Dr. Dauji Gupta digel endamên xwe yên Zerdeþtî axivîbû û wan jê re got, ku ew dixwazin projektek yan konferansekê bi Êzdiyan û dînên din yên Kurdistanê re çê bikin. Babet dikare dîn û çandên arî bin. Ev raman dikare li Hindistanê, li Kurdistana Baþûr yan li Ewropayê miyaser bibe.

Endamê Navenda PENa Bask birêz Edorta Jimenez li ser daxwaza min rewþa parastin û standartkirina zimanê Baskan bi ronî kir. Li gor agahdariya wî, axavtvanên hemû zaraveyên Baskan bi hev re kar dikin û zimanekî hevbeþ ava dikin. Ji 3 mîliyon Baskên Firansa û Ispaniyayê îro bi tenê 900 hezar kes bi zimanê xwe dipeyvin. Ji bo ku ev ziman têk neçe, rewþenbîrên Baskan li hev hatine, ku berî her tiþtî genc fêrî ziman, çand û wêjeyê bikin. Bi hizra birêz Edorta Jimenez, eger ciwanên Baskan rêza zimanê xwe bigirin û giraniya xwe bidin çanda neteweyî, wê demê hem zarokên wan, hem jî dê û bavên wan ji Baskbûna xwe danakevin. Ne dûr e, ku ev konsepta rewþenbîrên Bask di warê yekkirina zaraveyan û perwerdeya nifþê genc ji bo me Kurdan dikare bibe ders.

Sekreterê Navenda PENa Hong Kongê birêz Shiu Bong ragihand, ku dema rewþenbîrên çînî diçin welatên din, ew bi kûrayî fêrî ziman, dîrok û wêjeya wan dewletan dibin, lê wek prensîp bi zimanê xwe diafirînin û ji bo wêjaya xwe kar dikin. Bê guman, cudayiya di navbera Kurd û Çîniyan de çi dibe bila bibe, lê ev helwêst hêjayî pesnên jidil e.

 

Pêþniyara Dr. Zorab Aloian li ser navê Navenda PENa Kurd û dengvedana wê

Têksta, ku min ji bo Konferansê amade kiribû û ya ku di malpera Navenda PENa Kurd de bi înglîzî û ispanî dikare bê xwendin, wê ji aliyê PENa Îtalî ve di pirtûka gotaran de – bi îtalî û înglîzî - bê weþandin. Hemû Navendên amade wê vê pirtûkê werbigirin. Lewma di axavtina xwe de min têksta xwe dubare nekir. Lê belê min bala mêvanan kiþande ser sê xalan:

1) Dilpakiya rewþenbîrên ji neteweyên serdest ji bo aþtiyê gelekî giring e. Cihê keyfxweþiyê ye, ku birêz Murat Belge û sitiya Oya Aydin bi xwe Tirk in û ji bo mafên Kurdan xwe dixin nav meydana metirsiyê. Xwezil hejmara kesên weha di nav Tirk, Faris û Ereban de zêdetir bûya.

2) Gelek dewletên cîhanê qanûnan derdixin û di wan de terrorê þirove dikin. Saziyên navneteweyî jî mîna Yekîtiya Ewropayê – lîsteyên saziyên terrorîst diweþînin. Lê cihê gotinê ye, ku di qada navneteweyî de þirovekirineke hevbeþ li ser terrorê tuneye: Ne di peymanên navneteweyî de, ne jî ji aliyê saziyên mîna Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekgirtî û yên din ve nayê birêzkirin, têrror çi ye û terrorîst kî ne. Wate, di warê navneteweyî de lîsteyên saziyên terrorîst hene, lê bigneha qanûnî ji bo van lîsteyan tuneye. Ango her rêxistinek bi kêfa siyasetmedaran û bê þirovekirina dadmendî diakre wek hêzeke terrorîst bê binavkirin.

3) Ji ber vê tevliheviyê, ez wek Sekreterê Navenda PENa Kurd ji Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de û ji amadekarên Konferansê yên PENa Îtalî daxwaz dikim, ku bila saziyên nav-‘terrorîst’ dîtina xwe ji me re eþkere bikin. Bê guman, PENa Navneteweyî nikare pêþwaziya çalakvanên van rêxistinan bike, lê kesên rewþenbîr, ku nêzîkî bîr û boçûnên wan in, dikarin ji raya giþtî re cîhanbîniya xwe diyar bikin. Ne pêwîst e, ku PENa Navneteweyî van gotinan bipejirîne, 

lê bila mafê axavtinê ji wan neyê standin. Bi vî awayî ez fikira Carlo Montaleone, yê ku berî min axivîbû, û zanayê navdar Noam Chomsky ji bo PENê konkret û berbiçav dikim. Wan ciwamêran gotibû, ku bê danûstandinan digel dijiminan pirsgirêk çareser nabin: Eger dewletek yan koma dewletan bixwaze arîþeyan bê rêxistinên eleqedar çareser bikin, ewê têk biçin.

Bi gotineke din, min ji PENa Navneteweyî xwest, ku rewþenbîrên nêzîkî rêxistinên qedexekirî, bêne civînên PENê û nêrîna xwe pêþkêþ bikin.

 Gelek nûnerên Navendên PENên neteweyî bi erênî ev pêþniyar nirxandin: Lixtenþteynî, Tîbetî, Macar, Bask, Swîsrî Italî û Hindî. Nûnera Navenda PENa Norwecî sitiya Elisabet W. Middelthon di Konferansê de weha axivî: “Emê bi her awayî piþtgiriya vê nêrîna nivîskarên Kurdistanê bikin”. Seroka Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark ji Almaniyayê jî soz û belên da, ku ewê pêþniyara min radestî PENa Navneteweyî li Londonê û UNESCO bike.

 

Encamên Konferansê ji bo Navenda PENa Kurd

Eger em hemû danûstandin û raberzînan bidin ser hev, emê encamên vê Konferansê weha bi rêz bikin:

1) Navenda PENa Kurd têkiliyên xwe yên navneteweyî xirttir dike;

2) Gotara Sekreterê Navneda PENa Kurd dê bê weþandin;

3) Pêþniyara Navenda PENa Kurd li ser goftigokirina bîreweriyên rêxistinên, ku navên terrorîstan li wan e, bi baþ hate nirxandin û wê bibe mijara PENa Navneteweyî;

4) Serborî û xebata wêjenerên din (Çînî, Bask û Îtalî) dikare bi kêrî Kurdan bê;

5) Danûstandinên berbiçav di warê wêjeyî, siyasî û çandî de digel Navendên PENa Hindistan, Macarsitan, Lixtenþteyn û yên din rewa ne û niha her tiþt di destê endamên Navenda PENa Kurd û xêrxwazên vê saziyê ne;

 

Têbîniya dawî

Dema ez ji Îtaliyayê vegeriyam Bremenê û min malperên Internetê vekirin, min ji nû ve rewþa Navenda PENa Kurd û PENên din hevber kir. Nûnerên PENên din xwebawer in û ji neteweyên xwe piþtrast in. Belkî ji bilî Poloniyayê, li kuderê rêza PENê hebekî nizm e, Navendên PENên neteweyî di welatên xwe de tên hezkirin. Siyasetmedar û rewþenbîrên dewletan yarmetiya xebata PENê dikin û bi vê yekê sîmayê neteweyên xwe di çavên xelkê de bedewtir dikin. PEN saziyeke dîplomatîk e û PENên neteweyî di rêya dîplomasiyê re çanda xwe bi biyaniyan didin nasîn. Min li Milanoyê bi xemsarî texmîn kir, ku Kurd li vir jî li paþiya koçê ne: Ev dijminatiya li himber Navenda PENa Kurd û biçûkkirina rista wê ya navneteweyî diyardeya nexweþiya derûnî ye.

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org