Helbestên Kurdî di Kovara PENa Navneteweyî de

 

Hevalên hêja, endam, berendam û xêrxwazên Navenda PENa Kurd! 

Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd bi dilþadî We agahdar dike, ku kovara PENa Navneteweyî bi zimanê înglîzî “PEN International Magazine” di berga 54an, hejmara 1ê ya sala 2004an de li ser rûpela 97an du helbestên birêz Merwan Osman weþandine. Ev helbestên ku ji hêla Dr. Zorab Aloian ve hatibûn wergerandin herweha di malpera me de jî hene: “What’s wrong with you, my heart?” (Çi bi te hatiye dilo?) û “I’m not alone” (Ne Tenê Me).

Hêjayî gotinê ye, ku digel helbestan bi kurtahî basa Merwan Osman (Royarê Amedî) tê kirin.

Di vê berga “PEN International Magazine” de gelek berhemên  wêjeyî yên giranbuha hene, xwediyên kîjanan ji dewletên curbicur in wek Hong Kong, Awstraliya, Brîtaniya Mezin, Nîgeriya, Hindistan, Indoneziya, Taywan û Kuba. Lê zorbeya vê bergê ji wêjeya Norwecî pêk tê, ji ber ku Kongreya PENa Navnetewyî ya îsal wê li Norwecê derbas bibe.

Li jorî kurtegotara li ser Merwan Osman û helbestên wî navê Sûriyê hatiye nivîsîn, ji ber ku kekê Merwan Osman di zîndanên Sûriyê de bû û biryara Kongreya 69an ya derbarê wî de li ser Sûriyê bû; li gor biryarê ji dewleta Sûriyê tê xwestin, ku ew serbest bêye berdan.

Kopiya kovara baskirî ji sekreterê Navendê Dr. Zorab Aloian re hatiye þandin. Lê kesên ku dixwazin vê kovarê bikirin yan bibin abone, divêt nameyekê ji xanima Jane Spender yan ji birêz Terry Carlbom re binivîsin:

International PEN

9/10 Charterhouse Buildings 

Goswell Road

London EG1M 7AT

England

 

Kovara ku Hûn daxwaz dikin ev e:

P.E.N. International, Volume 54, No 1, 2004

Editor: Jane Spender

Publisher: Terry Carlbom (International Secretary)

 

Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd

Bremen-Homburg, Almaniya, 20.07.2004

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org