Dr. Zorab Aloian
Hebûna mirovê Kurd ji vê baweriyê
tê, ku niþtimana wî ber bi azadiyê ve diçe. Lewma mafê her Kurdekî,
çi li welêt, çi li xerîbiyê, heye, ku ew nêzîkî rewþa Baþûr-Rojavayê
Kurdistanê, mîna her beþeke din, bibe. Lê
belê, Kurd li Sûriyê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û ev dîroka han
ne tenê bi Baþûr-Rojavayê ve girêdayî ye. Lewma ez dixwazim bi cureyekî
kurt nêrînên xwe li dor Kurdan di pêvajoya guhartinên Sûriyê de bi rêz
bikim. Nêrînên Kurdperweran ne belge ne, ne jî peyvên pêxemberan in:
Ew li ser koka êþ û omidiyê þîn dibin.
Herêma
bi navê Sûriye ji serdema Imperatoriya Romayê de ketiye ferhenga siyasî.
Komara Erebî ya Sûriyê ya îroyîn dewleteke xwezayî nîne, çûnke ew
ne ji dab û nerîta dîrokî tê, ne jî ji ya neteweyî (berwelatê Ereban
nagihije sînorên Sûriyê). Ev dewleta destçêkirî ji çarçoveya
bingeha xwe derketiye: Navendên Xaçparêzan yên Dema Navîn - mîna
Laziqiya, Heleb û Dîmeþq - ne di destên Xaçparêzan de ne. Zimanên
aramî û kurdî, yên ku bi hezar salan li ser xaka Sûriya îroyîn li kêleka
hevdu dijiyan, zimanên fermî nînin. Li derveyî sînorên kevinare yên Sûriyê
herêmên giranbuha mane: Dewletên Urdun, Lubnan û Israyîl, nîvdewleta
Filestîn û deverên Iskenderûn û Mûsilê. Herweha herêma Dêr ez-Zor e
bêbext, di warê zaravî û erdnîgarî de, bêhtir bi ser Iraqê ve ye. Ev
Sûriya, ku em dibînin, tenê bi xêra îdeologiya Beesiyan dikare wek
dewlet bimîne. Gelo eger Beesîzm û birêvebirên wan li Sûriyê ji aliyê
eskerî ve jî têk biçe, wê çi pê bê? Sînorên kelevajî, serkeftina
zimanekî biyanî (erebî), lawaziya bingeha neteweyî, desthilatdariya
hindikahiyeke dînî û guhartina mayeya kêþeya Kurd – ev xalên
binavkirî hebûna Sûriyê diêxin bin pirs û gumanan. Belkî dewleta Sûriya
ji xerîteya Rojhilata Navîn nayê rakirin. Lê dîsan jî ne rewa ye, ku
þêweyeke nû ji bo Sûriyê neyê xwestin. Çawa Henry Kissenger bi eþkere
digot, av û nift tiþtên wisa girîng in, ku nabe ew li bin kontrola
Ereban bimînin.
Herçend
nîvê gelê Sûruiyê Erebên Sunnî bin jî, navçeyên civakên din rêya
federaliyê rewa dikin. Di vê pêvajoyê de rola Kurdan gelek mezin e.
Berpirsiyariya hêzên siyasî û rewþenbîrî yên Kurdan ev e, ku ew basa
sê herêmên Baþûr-Rojavayê bikin û vê babetê têxin rojevê. Hêdî-hêdî,
gav bi gav, divêt ev herêm wek yekîneyên federasiyona Sûriyê werin dîtin.
Ev hersê yekîne divêt autonom bin, bi du zimanên fermî birêve biçin
(ji bo þikestina tirsa Erebên wir) û pêwendiyên xurt di navbera xwe de
ava bikin. Bi vî awayî, piþtî demeke pêwîst, ev hersê herêm dikarin
xwe bikin yek. Bi gotina din, ev formeya federasiyonê, ya ku Paul Bremer ji
Kurdên Baþûr re pêþniyaz kiribû û ya ku hatibû redkirin, ji bona
Kurdên Sûriyê wê gelek baþ
bûya.
Bêguman,
federalîzim wê yekîneyeke Elewî jî bixwaze. Belê, ne gengaz e, ku ev
civaka han bi dirêjxayanî li serê jorê bimîne. Helbet, komên Elewiyan
serwaxt bûne, ku ji ber sedemên demografî, bihêzbûna Îslama Sunnî û
avabûna rewþa nû ya navneteweyî, rojekê wê hukumet ji destê wan bê
standin. Li Sûriyê ev yek ne tiþtekî veþartî ye, ku serkêþên Erebên
Elewî amadekariyên xwe ji bo damezrandina herêmeke taybetî dikin.
Ne
dûr e, ku li Baþûrê Sûriyê herêmeke Dirûziyan jî derkeve holê. Herçend
di dînê Dirûziyan de armanca pêkanîna dewleteke serbixwe tunebe jî,
fikireke wisa li ba hin navgînên siyasî têne gengeþekirin. Yekîneyeke
Dirûzî dikare bibe magnêt ji bo hewbawermendên wan li Lubnan û Israyîlê.
Dîmeþq
bi xwe jî divêt rista dîrokî û çandî bilîze û wek paytexta Sûriyê
statûseke zelal – heya statûsa yekîneyeke federalî – ji xwe re
wergire. Hejmara yekîneyan, sînorên wan, firehiya mafên wan yên qanûnî
hên ne xuya ne. Lê civaka Kurdan divêt bibe motora gotûbêjên federalîzmê.
Ev konsepta han projeyeke neokonservatîvan tîne bîra mirovan: Çareseriya
here baþ ji bo dewletên wisa “pirrengiya demokratîk ya hundirîn” e
(democratic pluralism within states).
Li
aliyekî, cîhana nûjen regiyonalîzmê gotûbêj dike, li aliyê din jî
li navçeya Rojhilata Navîn pergala federaliyê cihê xwe digire (Iraq û
Imaratên Yekbûyî).
Xuya
ye, ku yek ji sedemên sistbûna tevgera Kurd ev bû, ku di platforma wê de
navê Kurdistana Sûriyê winda bû. Encama vê kompromîsê bi þewat bû.
Niha dem hatiye, ku bi nermayî navê Kurdistanê vegere rojeva Sûriyê.
Daxwaza azadiya edebiyat û çanda kurdî û statûseke fermî ji bo zimanê
kurdî (yan li tevaya Sûriyê, yan jî bi kêmanî di yekîneyên Kurdan
de) pirseke biryardar e. Li wan parçeyên Kurdistanê, li kûderê ziman
ketiye navenda jiyanê, derfetên siyasî jî firehtir in. Tevliheviya rewþa
Bakur heta qonaxeke mezin ji vê yekê tê, ku Kurdan ziman û çanda tirkî
wek taca þaristaniyê pejirandine. Bi rastî, serbestiya zimanê kurdî
dermanê Kurdewariyê ye. Xwezil, partiyên Kurdan li Sûriyê zorbeya
xebata siyasî û nivîskî bi kurdî bikirana!
Mirovê
Kurd hez dike, geþbîn be, ku ev yekîtî ava dibe. Hêzên, ku nekevine
xebata hevbeþ, wê bi pêþveçûnên objektîv ji holê rabin. Hêvî
heye, ku partiyên me li Baþûr-Rojava ji serboriya du beþên Kurdistanê
rawêjê hildin û mifayê wergirin:
1)
Yekîtî heye, ku ji parçebûnê jî xerabtir e;
2)
Dutîretî heye, ku gelê Kurd di çavên xêrxwazan de jî dike sosret.
Piþtî
ku Lîbiyayê jî dev ji Înternasiyonalîzma Îslamê berda, çi pêdvî ji
bo parastina îslama siyasî ji hêla Kurdan ve nemaye. Îslam dînê
piraniya Kurdan e û cihê wê di mizgeftan de ye. Xweþiya Îslamê ji bo
mirovên bawermend cejin, çîvanok, yasayên civakî û pêdviyên ruhî
ne. Lê dîrok diselimîne: Bi çendî Îslama siyasî bi ser dikeve, hewqas
nasiyonalîzma Kurdan lawaztir dibe – û berevajî. Ji bilî vê yekê, rêzgirtina
Xaçparêzan û nîþanên hurmetê ji bo Êzdiyan divêt bibin siparaniya
tevgera Baþûr-Rojavayê. Ev qazanceke mezin e, hem di warê neteweyî de,
hem jî di warê piþtgiriya navneteweyî de.
a)
Bihêzkirina dostaniya gelan, da ku raya giþtî ya Ereban dijminatiya doza
Kurdan neke (yan bi kêmanî asta vê dijminatiyê nizimtir bibe) û mafên
Kurdan wek komployeke berhingaran temaþe neke;
b)
Çêkirina yekîtiyeke hêja di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de;
c)
Xistina statûsa zimanê kurdî nav rojeva siyasî;
d)
Destpêkirina gengeþeyan li ser federalîzmê (pêþî li derveyî welêt);
e)
Tengkirina bandora îslama siyasî;
f)
Pêwendiyên bê tirs û xof bi dewletên Anglo-Saxon re. Rexneya propaganda
Ereban di vê xalê de bi hêsanî dikare bê þermezarkirin: Ereban bi xwe
bi Înglîzan re kar dikir, heta ew ji Osmaniyan rizgar nebûn.