Kurtedanasîn li ser Navenda PENa Kurd

  

Dr. Zorab Aloian

 

 

Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala 1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêþniyazkirin. Di dengdanê de hemû beþdarên Kongreyê piþtgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin. Bi vî awayî Navenda PENa Kurd bû endama PENa Navneteweyî. Di dîrokê de ev cara yekemîn bû, ku saziyeke Kurdan ya neteweyî li ser bingeha yeksanî û wekheviyê bûbû endama rêxistineke navneteweyî.

Piþtî xebateke fermî, di bihara sala 1990an de Navenda PENa Kurd ji hêla Dadgeha Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê hatibû pejirandin. Damezrînerên Navenda PENa Kurd ev kesên hêja ne: Huseyn Erdem, Emîne Erdem, Haydar Iþik, Huseyn Kartal, Misto Xêro, Yayla Mönch-Bucak,  Abdirehman Neqþebendî û Riza Topal.

Ji roja pêþîn de, Navenda PENa Kurd nexwest rista saziyeke li derveyî welêt bilîze û bû nûnera tevaya wêjeya kurdî û hemû nivîskarên Kurd. Bi dilxwaziya dostên xwe Navenda PENa Kurd xebata dîplomasiyê di nav rewþenbîrên cîhanê de dike û pêþveçûna ziman, wêje û çanda neteweya Kurd ji xwe re dike armanc.

Navenda PENa Kurd ji pejirandina Navenda PENa Ermenî û navendên din re bûbû alîkar. Her weha peywendiyên baþ di navbera Navenda PENa Kurd û yên din de ava bûne: Guadalajara, Vietnam, Sloven, Swîsrî Îtalî, Norwec, Makedon, Bask, Çek, Sorb û yên din.

 

Hinde encamên bijarte yên xebata Navenda PENa Kurd:

- Bi dehan civînên wêjeyî ji bo nivîskarên Kurd û biyanî,

- Civînên rewþenbîrî û siyasî (wek mînak, Konferansa sala 1999an di Parlamenta Ewropayê de û Konferansa Amedê di sala 2005an de li ser Pirrengiya Çandî digel PENa Tirk û PENa Navneteweyî),

- Seredana fermî ji bo Baþûr di sala 2005an de,

- Rezolusiyonên di Kongreyên PENa Navneteweyî de pejirandî (li ser azadiya ziman û wêjeya kurdî),

- Malper bi zaraveyên kurdî û pênc zimanên din (<www.pen-kurd.org>),

- Kampaniyên serkevtî yên navneteweyî ji bo serbestberdana nivîskaran (Edîp Polat, Leyla Zana, Merwan Osman, Dr. Roya Tiloyî û Þêrko Cîhanî),

- Pêþniyara ji bo avakirina Komîteya Nivîskarên Jin di çarçoveya PENa Navneteweyi de.

 

Navenda PENa Kurd di herçar Komîteyên PENa Navneteweyî de rista xwe dilîze: ji bilî Komîteya Nivîskarên Jin – Komîteya Aþtiyê, Komîteya Werger û Mafên Zimên û Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de. Navenda PENa Kurd beþdarî Kongreyên PENa Navneteweyî yên salane û gelek Konferansên Komîteyan dibe.

Rêbaza Navenda PENa Kurd di Konferansa Akademiya Klausenhofê de (1-3 Hezîranê, sala 2007) hatibû guhartin û divêt di Kongreya PENa Kurd ya dahatû de (di sala 2009an de) bikeve dengdanê.

Îro di Navenda PENa Kurd de 83 endam û çendîn berendam hene, yên ku li welêt û li derveyî welêt dijîn. 

Endametiya salane ji bo kesên li beþên Kurdistan û Yekîtiya Komarên Serbixwe (Sovyeta berê) 30 Euro ye. Ji bo endamên din 60 Euro ye.

Di Kongreya Nîsana 2006an de, Komîteya Birêvebir ji pênc kesan hatibû hilbijartin.      
Dr. Zerdeþt Haco, Serokê Navenda PENa Kurd

Mustefa Reþîd, Cihgirê Serok û Berpirsiyarê Internetê

Dr. Zorab Aloian, Sekreter û Serokê Komîteya Werger û Mafên Zimên

Bêrîvan Doskî, Endama Komîteya Birêvebir

Memo Þahîn, Serokê Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de û Berpirsyarê Darayî

 

Ji bilî van kesan, bi biryarên Komîteyê 15 endamên din ji bo peywirên taybetî hatibûn destnîþankirin:

Kakþar Oremar, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir

Unis Behram, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir

Simin Caici, Seroka Komîteya Nivîskarên Jin

Sedat Yurtdaþ, Serokê Komîteya Aþtiyê û Nûnerê Navendê li Bakur

Abdilrehman Neqþebendî, Nûnerê Navendê le Baþûr

Bêwar Îbrahîm, Nûnera Navendê li Baþûr-Rojava û berpirsyara ji bo zimanê erebî

Ezîz Nematî, Nûnerê Navendê PENa Kurd li Rojhilat

Ezîzê Cewo Mamoyan, Nûnerê Navendê li Rûsiyayê û berpirsyarê ji bo zimanê rûsî

Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Nûnerê Navenda PENa Kurd li Asiya Navîn

Selwa Gulî, Nûnera Navendê li Skandînaviyayê

Ricardo Gustavo Espeja, Nûnerên Navendê li Amerîka û berpisyaê ji bo zimanê îspanî

Anwar Mohammad, Berpirsyarê ji bo Zaraveyê Kurmanciya Navîn (Soranî)

Roþan Lezgîn, Berpisyarê ji bo zaraveyê Kirmanckî-Dimilî-Zazakî 

Dr. Ali Kiliç, Berpisyarê ji bo zimanê fransî

Pamîr Salehî, Berpirsyarê ji bo têkiliyan digel saziyên nivîskaran (bi taybetî li Norwecê)

 

 

 

 

Dr. Zorab Aloian

Sekreterê Navenda PENa Kurd
Bremen, Komara Almaniya Yekgirtî,
8ê Hezîranê, sala 2007an
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org