Dr. Zorab

Kuþtina Xwedavendan

 

Cerdewanên Kurd digel serþêtnokerên Mella Kirêkar, kemalîstên Kîlîsê û beesiyên Kurdbav, yên ku di hembêza xwe de serokên Kurdan fetisandibûn, li dor çiyayên Gabarê kom bûbûn. Piþtî hezar û þevekê wana Xwedavendên Kurdistanê dorpêç kiribûn û qira wan dianî. Hêstir û rondikên Xwedavendên ji temenê mezin westiyayî dirjiyane ser erdê û bi xwîna buhurtî ya cangoriyan ve tekilhev dibûn. Êdî tu rê nemabû, ku Xwedavendên Welatê Rojê ji bêxêriya mirovên nezan rizgar bibûna, ji ber ku nezanî guneheke here mezin e.

Lê çima Xwedavendên cîhandîtî û cîhanlihevxistî nedifirîn erþ-ezmanan? Di rêya jorê re ewê derketana bihnfirehiyê, ne wisa? Nexêr, esman tijî balafirên desthilatên destçêkirî bûn û keþtiyên gerdûnî çola jorîn bi satelîtên televîziyonan ve pîs û qirêj kiribûn.

Cerdewanên xwefiroþ dest avêtine Xwedavendê Rêzgirtin û Þermê. Ji lêvên cerdewanan peyvên mîna „rêzdar Bush“, „birêz Abdullah Gül“ û „serokkomar Xatemî“ dipeqiyan, lê zimanê wan nav û nîgarên Kurdan pakij nedihîþtin.

Di hêna berê de, wan cerdewanan nav û sîmayê nemir Berzanî xerab dikirin û çêr li berxwedêrên þîrpakij dikirin. Niha jî dewsa ku bibêjin „sitiya Leyla Zana“ wana navê „Leyla“ bi tenê bi lêv dikir, her weku azar û lehengiya wê þêrejina serbilind têra gotineke hêja nedikir. Kî ji wan heþsivikan dida ber xwe, ku here parlamenta Enqerê û bi kurdî deng bike? Ne ew newêrin li ber qumarbazên durû bi kurdî bibuþkurin! Xwedavendê Rêzgirtin û Þermê birîndar bûbû û di birînên xedar de jiyan ji dest da.

Serþêtnokerên Mella Kirêkar bi bazûbendên di destan de Xwedavendê Agir di nav ava genî de diçerçirandin, pêre Baba Gurgur radestî bedewiyên çavbirçî dikirin û cehþên bombekirî diþandine pîrozgehên kevinare. Xwedavendê Agir dibû gazî û bang, dibihecî, lê ne Ahora xuya dikir, ne jî Tawis dihate hewarê.

Kemalîst û beesiyan Xwedavendê Wîjdanê girtin, destên wî girêdan û gullekî berdane sêrî. Bila Amnesty International bijimêre, ku di her binemaliyeke Bakur de bi kêmanî jinek bûye armanca destdirêjiya eskerên dijmin. Bila dotên Baþûr, mîna feriþteyan þeng û þox û rûken, hatibine revandin, firotin û li pûçxaneyên Qahirê biçilmisin. Xwedavendê Wîjdanê dimire û Kurd ji bêzariyê sermestbûyî dikine qare-qar: „Em û Ereb bira ne!“, „Em û Tirk bira ne!“, „Em qurbana sîlehên birayên mezin bin!“

Gava sê Xwedavendên sereke hatin tunekirin, dora Xwedavendên din jî hat. Yek li pey yekê qira van Pîrozgiyanên, ku Av, Awaz, Aþ û Aþtî, Rastî, Cindîtî û Bîranîn diparastin, hat.

Xwedavendê Avê nema, ava Kurdistanê bû malê zordarên lekedar.

Xwedavendê Awazê þewitî, stranên Kurdan yên cewherdar bûne malê kedxwaran.

Xwedavendê Aþ û Aþtiyê teqandin, þer û ceng û kirêt û kînê koka Dara Jiyanê rizandin.

Xwedavendê Rastîye çû, Diruh – Afirînerê Derewa Gerdûniyê – mejiyên Kurdan kotin.

Xwedavendê Cindîtiyê mir, heyf û dilovanî li ba paþiyên Madiyên xweþrewtar nediyar bûn.

Xwedavendê Bîranînê pelixandin, tarî-tarîstan kete her devereke niþtimanê Kurdmancan û pêþketin bû qenciya dagîrkeran.

Cerdewanên Kurd digel serþêtnokerên Mella Kirêkar, kemalîstên Kîlîsê û beesiyên Kurdbav, yên ku di hembêza xwe de serokên Kurdan fetisandibûn, li dor çiyayên Gabarê kom bûbûn. Piþtî hezar û þevekê wana Xwedavendên Kurdistanê ji rûyê erdê, ji çîvanokên werxas, ji bendewariya dîrokê rakirin. Xwedavend ji holê rabûn, piþtre Kurd jî buhujîn. Kurd buhujîn, Kurdistan jî zuwa bû. Kurdistan zuwa bû, deriyên Beheþtê hatin girtin û jiyanê behredariya xwe winda kir.

Xwedavendên Kurdistanê kuþtin û wateya çu tiþtî nema.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org