Dr. Zorab Aloian

 

Li Parzemîna Lawiran

(satîreke bê wate)

 

 

Li parzemîna lawiran her roj tiþtên behetî rûdidin. Meha Tîrmehê jî tije bûyerên wisa bû, ku nêçîrvan çavþaþ hîþtine. Di destpêka mehê de li daristana guran, ku hinde cengel û deþtên þêran bi xwe re þewitandine, hilbijartin pêk hatin. Þêrên lêdayî, diranþikestî, belengaz û ji heybeta xwe dûrketî çendîn mê û nêr ji nav xwe de xuya kirin û þandin nîvê daristana guran. Lê bi rê de tirs kete dilê du-sê þêran û wan bi nawe-nawa piþîkan pesnê gurên serê çiyan da. Þêr bûn, bûne piþîk. Qanûna xwezayê vê yekê rewa dike û ev ajalên nû wek þêrepiþîk têne nasîn.

Li parzemîna lawiran werzêþ jî bi pêþ ketiye. Va ye koma topa pê ya bi navê ‘Kêza ji te re can’ bû pehlewana tevaya parzemînê. Þêrepiþîkên li bin fiþara van kêzikan ji zû de çêja kêfê nealastibûn. Îcar ev serkevtina koma topa pê ji þêrepiþîkan re jî bû bihaneya þahiyeke bi stran û piþîkegovend û bilindkirina paçika kêzikên reþ û sor û spî. Li ser vê alaya bilindkirî gotina ‘Îmana kêzikan nemir e’ hatibû nivîsîn.

Ji van herdu serpêhatiyan bi tenê meymûn tengaw bûbûn. Sermeymûnê li piþ deryaçeya mezin sere xwe hejand û got: “Bi hezaran salan meymûntî bi tenê li me dihat. Lê van þêrepiþîkan giyanê me dizîne û pêþeyê me ji xwe re kirine mal.”

Kundekî zîrek jî bi gaziyeke ji dil bersiva vî sermeymûnî da: “Ev parzemîna me mirdar bûye. Ne þêr þêr in, ne kêzik kêzik in, ne jî meymûn mîna meymûnan in. Aferim ji guran re: Ev geh wek þêrên berê, geh wek meymûn, geh jî wek kêzik cihê xwe dikin û mala xelkê dixwin.”

Di vê gave de nêçîrvanek dît, ku gurek xwe çeng kir, ev kundê zimandirêj girt û bi xwe re bir.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org