Dr. Zorab AloianLo welato”Civakên serkevtî çareseriyê di kêþeyan de peyda
dikin“ (Prensîpeke siyaseta înglîz) “Netewe referendûma rojane ye” (Nivîskar û ramangîrê
fransî Ernest Renan) Piþtî ku di televîziyona KurdistanTV de hevdîtina birêz Mesûd Barzanî bi nûnerên Êzdiyên Baþûr re hatibû pêþkêþkirin, daxuyaniya hevbeþ ya komeleyên Êzdiyan li Almaniyayê hate belawkirin. Ev du bûyer – civîna giregirên bi serperêþtiya birêz Tehsîn-Beg li ba Serokê Herêma Baþûr û amadekirina têksteke siyasî li deveyî welêt – hevdu tije dikin. Di vê navberê de ji gotinên nivîskar û siyasetmedarên Kurd – mîna Feleknas Uca û Tosinê Reþîd – diyar bû, ku li civaka Êzdiyan þokek girtiye. Lê ne bi tenê Êzdî, her weha Serokê Kurdistanê jî sersamiya xwe derbirî, gava got: Kes ji me bawer nedikir, ku di serdema nû de tiþtekî weha rûbide. Êzdiyên klassîk (di bernameya televîziyonê de) û Êzdiyên li Ewropayê ji tirsa tevkujiyan rizgarbûyî careke din xwedî li nasnameya xwe ya taybetî derketin. Heta niha dirûþma çandî û xebata siyasî ya nifþên nû di Êzdîxanê de der-dora ramana Kurdewarî û Kurdistanê bûn. Lê hate xuyakirin, ku Kurdistan bi xwe nabe „dermanê hemû derdan“. Hêzên siyasî yên Baþûr û berî her tiþtî beþa Hukumetê ya bi ser Partiya Demokrata Kurdistanê ve metirsiya vê rewþa aloz dîtin û gavên xurt ji bo aramkirinê avêtin. Mixabin, rewþenbîrên Kurd hema bibêjin bê reaksiyon man. Li gor tiþtên, ku min di van rojên dawî de xwendin û bihîstin, sê komên rewþenbîrên Kurd li singa vê bûyerê bêdeng man: Kî ji ber xemgîniyê („netewetiya Kurdan hîna jî ne bi hêz e“), kî ji ber dilsariyê („Eger em vê pirsa eþîreta paþkevtî ya êrîþkar wek pirseke dînî gengeþe bikin, gelê Kurd wê parçe bibe“), kî jî ji ber keyfxweþiyê („Êzdî har bûne, bila desttêwerdana malbatên Misilmanan nekin û serê xwe bidin ber xwe“). Bi giþtî helwêsteke wisa peyda bûye, her weku mirov bibêje „“derbasbûyî be“ û hew. Lê þopa vê bûyerê êdî „derbas nabe“. Çima? Ji ber ku cihên Ezdiyan yên pîroz, yên ku di dema rejîma Seddam de jî nedihatin bêhurmetkirin, di destpêka çerxa Kurdistana Azad de hatin þewtandin. Û kevneserpêhatiyên li ser qirkirina Êzdiyan ji destê Misilmanan ve, yên ku gêncên Êzdiyan ji bapîran bihîstibûn, careke din nêzîk xuya kirin. Nameya
Hevkariya Kurdên Êzdî ji bo Serokên Kurdistanê Hêjayî
gotinê ye, ku ev nameya Hevkariya
mal û komeleyên Êzdiyan li Almaniyayê (HEVKARÎ) ya ji 11 saziyan pêkhatî
û di 20ê Sibatê de çapkirî ji çar birêvebirên Kurd re hate þandin:
Serkkomarê Îraqa federal birêz Celal Talebanî, Serokê herêma Kurdistanê
birêz Mesûd Barzanî, Serokê parlamentoya Kurdistanê birêz Ednan
Miftî û Serokê hukumeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Bi
gotineke din, Êzdî hemû destgehên fermî li Baþûr nas dikin, wek yên
xwe dipejirînin û ji bo xweþî û nexweþiyê wan berpirsyar dibînin. Di
nameya xwe de Kurdên Êzdî
„van bûyeran
weke komployekê li dijî Kurdên Êzdî û werara prosêsa demokrasiyê û
mafên mirovan li baþûrê Kurdistanê li qelem didin“. Xwendina vê
hevoka siyasî dikare weha be: Ev bûyereke ne lihevhatî bû; amadekarên wê,
yên ku nekarîn herêma Baþûr bi terror û propagandayê têk bibin,
dixwazin di rêya dutîretiya dînî re aþtiya Kurdistanê birûxînin. Piþtî
gotinên standart, ku „Kurdistan mozayîka Netew û Ola ye û ji kevin de
weke dergûþa aþtî û mirovayetiyê ye“ amadekarên vê nameyê diînin
bîra herkesî (nameyeke vekirî ye), ku „mixabin Êzdî di dîroka xwe de
tûjî gelek komkujî, karesat û malwêraniyê hatine... tevî ku ev ferman
û komkujî bi navê olê bûne, lê tevaya van komkujî û fermanan, di
koka xwe de ji boy binbirkirin û nehiþtina ziman û kultûra Kurdî hatine
li darxistin“. Bi dû re, di nameyê de neyarên Kurdistanê wek pilandarên
vê bûyera dawî têne binavkirin. Bi
nêrîna min, ev agahdarî di warê siyasî de dirûst e (politically
correct), lê rastiya wê ya dîrokî ne wisa sade ye. Dema eþîretên
Misilmanan di rojgarên çûyî de êrîþ dibirin ser Êzdiyan, armanca wan
ne têkbirina ziman û çanda Kurdî bû. Bê guman, dewletên desthilatdar
bi van êrîþan kêfxweþ dibûn, lê di çavên êrîþkarên berê de û
Mizûriyên îroyîn de Kurdewariya dirûst Îslam e, Êzdî kafir in û ji
ber vê hindê mal û milkên wan helal in. Li gor vê cîhanbîniyê,
Kurdekî rasteqîn Kurdekî Misilman û eþîrî ye. Misilmanekî Hîcazê
yan Mexrîbê jî bi sed qatî ji Êzdiyan paktir e. Lê belê Hevkariya Êzdiyên
li Almaniyayê ne dikare, ne jî dixwaze vê pirsê biîne ser asteke bîrewerî.
Mebesta wan parastina herêma Baþûr e û tê de parastina Êzdiyan e. Peyvên
vê nameyê cextê li vê siparaniyê dikin: “Parastina hindikayiyan
û di nav de parastina Êzdiyan li baþûrê Kurdistanê erkê ser milê
hikumeta herêma Kurdistanê ye, û hilgirtina vî barî berpirsiyariyeke dîrokî
ye“. Di
nameyê de xelake lawaz heye. Rast e, ku „weke her car Êzdiyan bi sebir
û zanebûna xwe ev pilan û projekteyên bi qirêj pûç derxistin“. Lê
dîsan jî ne di cih de ye, ku amadekarên vê nameyê têdikoþin, ji
derveyî welêt zextê bi kar biînin: „Eger hikumeta herêma Kurdistanê
vê rewþê bi þêweyekî cidî, bilez û berpirsane çareser neke em wek
Hevkariya Mal û Komeleyên Êzdiyan bi guman in ku ev yek ji bin kontrola
me jî derkeve, û dibe ku hin tiþtên ku em jî naxwazin derkevin holê“.
Mirov bi hêsanî bawer nake, ku Êzdiyên li Almaniyayê dikarin
hembawermendên xwe li Baþûr kontrol bikin. Çêtir bûya, ku li vir basa
bandora saziyên Êzdiyan – ne basa kontrolê - bihata kirin! Daxwazên,
ku di nameyê de hatibne birêzkirin, rewa ne. Bingeha van daxwazan prensîpa
Kurdistaniyetê û parastina Êzdîxanê ye: Bi taybetî xalên 1 („Bicîanîna
benda 140 ya destûrê Îraqê biþêweyekî wek hev û yeksan li tevaya
deverên Kurdistanê“) û 5 („Pêwîst e hikumeta herêma Kurdistanê bi
þêweyekî yasayî Êzdiyan piþtrast bike ku êdî nema Êzdî bi egera
nasnameya Olî tûjî karesatên wisa dibin“). Lê heyf û mixabin, ku pêdviya
çaksaziya înstîtusiyonel, ango îdarî û birêvebirî, nayê
goftigokirin. Heft
pêþniyarên serpiþik Kesên,
ku çareyeke dirêjxayan ji vê pirsê re gotûbêj dikin, barekî dîrokî
û civakî hildidin ser milên xwe. Ji bo van kesan û rêxistinan pêþniyarên
min yên berbiçav hene, nemaze yên bi mafên koman ve (bi înglîzî collective
rights) girêdayî: 1.
Qazancên birêvebirên Kurdan li Baþûr di warê siyaseta navneteweyî û
asayîþa derûnî de hêjayî serfiraziya hemû Kurdan in. Lê belê çavdêrên
siyasî texmîn dikin, ku xebata komeleyî xetimî ye, projektên
damezrandina civaka sîvîl yan lawaz in yan jî nînin. Cemawerên Baþûr
divêt bêne perwerdekirin, bipêþvebirin, ji nîrên teng yên olî û eþîrî
bêne rizgarkirin. Armanc ev e, ku azadiya kesan bibe sitûna nasnemeya
Kurdistanî. 2.
Pergala dadmendî bi giþtî û dadgeh bi taybetî divêt serbest bin, ji
bin karîgariya hukumet û partiyan derkevin. Bê guman, ev pêvajo demeke
dirêj dixwaze, lê destpêka vê pêvajoyê giring e. 3.
Hukumeta Kurdistanê piþtî windakirina Kurdên Feylî ji bo doza neteweyî
(zorbeya wan niha nasnameya Þiyiyan parve dikin) divêt vê þaþiyê
dubare neke. Bila rê li ber keç û xortên cîhandîtî û behredar ji
civakên Êzdi, Kakeyî û Þebbak bê vekirin û dadmend, aborîzan,
siyasetmedar, mamoste, karsaz, leþker, polîs û hunermendên wan bi
hejmareke mezin têkevin nav hemû destgehên fermî yên Herêma Kurdistanê
û nav nûnertiya Kurdistanê li Bexdayê. Ji bo vê mebestê xalên qanûnî
ji soz û belênên siyasî misogertir in. Ji ber vê yekê divêt qanûnên
li ser rêjeyên hindikahiyên dînî di Parlament, Hukumet, zanîngeh û
hemû destgehên dewletê de bêne amadekirin. Serboriya Dewletên Yakbûyî
yên Amerîkayê û gelek deverên din diselimînin, ku avakirina çîneke
karbidestên dewletê ji civakên cewaz di berjewendiya yekîtiya neteweyî
de ye. Wisa diyar e, ku siyaseta hembêzkirina Xaçparêz û Turkmenan li Baþûr
bi ser ketiye, niha jî dora olên kok-Kurdistanî ye. 4.
Ji ber ku Kurdistan bûye mînaka hevjîna ziman, dîn û nijadan, ango bûye
dewleteke li gor modellên Rojavayê pirneteweyî, divêt qanûnên taybetî
li dijî êþandina kesan ji ber dîn, ziman, nijad û zayenda wan bêne
amadekirin. Ev qanûn divêt cezayên dijwar ji bo kesên sucdar xuya bikin. 5.
Hemû dirûd û têkstên pîroz li ba Êzdiyan bi Kurmanciya Jorîn în û
Kurdên Êzdî risteke mezin di pêkanîna alfabeta latînî û wêjeya kurdî
de lîstine û dilîzin. Lewma divêt bi kêmanî ji bo herêmên Êzdiyan
perwerde (yan beþeke perwerdeyê) bi Kurmanciya Jorîn û tîpên latînî
be. Serdestiya zaraveyê Kurmanciya Xwarû (Soranî) li Behdînanê û zimanê
tirkî li Bakur bi hîç awayî Êzdiyan bi xwe ve girênadin. Kurmanciya
Bakur bi tîpên latînî yek ji taybetmendiyên jiyana giyanî ya Êzdîxanê
ye û pêwîst e, ku rêz lê bê girtin. 6.
Bila ji ferhenga siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd tirsa parçebûnê
derkeve. Civakên Rojavayê yên serkevtî rêya gengeþe, qanûn û
cihbicihkirina mafan dabûne ber xwe û niha jî gihiþtine armancên xwe. Lê
dewletên Rojhilatê bi bihaneya agirbaziyê gelan diçewisînin, desthiþkiyê
li kêmneteweyan dikin û di dawiyê de dîsan jî parçe dibin. 7. Ji bo ku dilgiraniya Sibata sala 2007an nemîne, divêt têkbirina gendeliyê jî bibe peywira Kurdan ya hevbeþ. Ji ber ku gendelî û nezanî bi xwe re çavtengiyê diînin û hesta neteweyî dirizînin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org