Mesaja

Joan Corominas i Portella

Ji bo Leyla Zana

 

(ji katalanî endamê rûmetê yê Navenda PENa Kurd Ricardo Gustavo Espeja

û ji înglîzî Sekreterê Navenda PENa Kurd Dr. Zorab Aloian wergerandin)

 

Xanima hêja:

Ez ji We re bi zimanê katalanî dinivîsim, ji ber ku ev zimanê min e û ez jê hez dikim. Lê ne Palament, ne jî Senata Dewleta Espanî – ev cihê rexneyan e – destûrê nadin, ku ev ziman di civînan de bê bikaranîn. Herçend Kataloniya beþek ji Dewleta Espaniyayê ye û lewma beþek ji Yekîtiya Ewropayê ye jî, zimanê min di Yekîtiya Ewropayê de hên nebûye zimanekî fermî.

Ez bi dilekî þad çavþaþ mam û gelek xweþhal bûm, gava ez agahdar bûm, ku gotina We ya here pêþin in Parlamenta Yekîtiya Ewropayê de silavkirina bi zimanê min î Katalan bû.

Ev helwesteke tijî þanazî bû ji wan mirovan re, yên ku xebatê ji bo pejirandina zimanên xwe dikin. Helwesta keseke, ku piþtovana navdar ya mafê zimên e, divêt bibe mînakeke berbiçav ji bo gelekan û bi taybetî ji bo Serokê Parlamenta Ewropayê birêz Josep Borrell, zimanê kîjanî yê dayîkê Katalanî ye. Bi boneya vê helwestê ez banga her kesî dikim, ku zimanên neteweyên Ewropî yên bê dewlet - Bask, Galîsî, Welþî, Katalanî û yên din -  bi fermî bêne nasîn û bikaranîn.

Gelek sipas ji We re, sitiya Leyla!

Ez ji We re bextewariyê dixwazim û malavayiya We dikim!

Joan R.Corominas  i Portella

 

Têbînî: Ez vê mesajê di rêya sitiya Lucina Kathmann re, Cihgira Serokê PENa Navneteweyî dixwazim bigihînim sitiya Leyla Zana!

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org