Dr.
Zorab Aloian
Pirtûka
teze ya Dr. Eskerê Boyîk “Nûra Elegezê”
Hebû-tunebû civaka Kurdan li delweta Soviyetê hebû. Hejmara wan kêm bû,
lê dengê Kurdperweriya wan gihîþtibû beþên Kurdistana dagîrkirî û
sirgûna kambax. Helbestvan Perwîz Cîhanî radiyoya kurdî li Yerevanê
(paytexta Ermenistanê) wek “Zanîngeha me ya Devikî” bi nav dike.
Gelekên din pê re heþmend in û tekûz dikin, ku giraniya bandora radiyoya
Yerevanê mîna þoreþa Baþûr bû, da ku alava Kurdîtiyê li Bakûr vênese
(venemire). Ji nav vê civaka dilpak, rewþenbîr û lêkolînerên wisa hêja
derketibûn, yên ku li Akademiya Rûs û Soviyetê têkstên “Þeref-Name”,
“Mem û Zîn”, “Þêx Senan” û folklora me ya dewlemend cara pêþin
dabûne weþandin û Kurdzanî xistibûne asta akademî ya navneteweyî.
Destpêka vê serboriya dîrokî ev malbatên Kurdên
Êzdî bûn, yên ku ji tevkuja Osmaniyan niþtiman hîþtibûn û derbasî
Ermenîstanê bûbûn. Bingeha hest û mejiyên wan ên Kurdewariyê jî
der-dora çiyayên Elegezê bû. Piþtre, kartêkîna devera ber çiyayên
Elegezê li ser civaka Kurdan li Gurcistan, Azerbeycan, Asiya Navîn û Rûsiya
(Ûrsêta li gor zaraveya wan) çê bû. Ez ne þaþ bim, welatparêziya
Kurdên Soviyetê duzerkîn, ango duta bû: Hizira rizgarîxwaziya
Kurdistana delal û girêdana bi herêma Elegezê ve. Di straneke Keremê
Gerdenzerî de weha tê gotin: “Elegez – mîna bûka gulgevez”.
Helbestvanê mezin ji Soviyeta berê Simoyê Þemo ji aliyê xwe ve Elegezê dike Beheþt
(niha em dizanin, ev Beheþteke windakirî ye):
“Rabim, herime Elegezê,
Dilê xwe bibime nav mêrgan,
Saz û tembûr, kilam, ezê
Bibime hogirê berbangan…
Belkî, li wir melhem bikim
Bi nêktara kulîlkan.“
Kesên,
ku li kûrahiya wêje û jiyana Kurdên Soviyetê digerin, bila bala xwe
bidin pirtûka helbestvan û nivîskarê navdar Eskerê Boyîk “Nûra
Elegezê. Çend dîdem ji edebiyeta Kurdên Ermenistanê”, ya ku îsal li
bajarê Oldenburgê (Almaniya) di weþanxaneya Mala Êzdiyan de hatiye çapkirin.
Tenê serecema vê pirtûkê têrê dike, ku dostên wêjeya kurdî dilsar
nemînin: Nêrîneke kurt li ser edebiyeta Kurdên Sovyetê, Erebê Þemo,
Heciyê Cindî, Þikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Têatroya (Þanoya) Kurda
ya Elegezê. Li pey
xwendina vê pirtûkê meriv amade ye, ji ronakbîr û zanayên Kurd lava û
tika bike: Hûn bi ya Xwedê bikin, belgeyên rast seqet nekin. Ji bo ku
mebesta min zelal be, em li rûpela 13an ya pritûkê seyr bikin:
Bi spartina hukumeta Ermenistanê, di sala 1928an de
Erebê Þemo û Isahak Marogulov (bi koka xwe Asûrî) alfabeta Kurdan ya bi
tîpên latînî damezirandin. Hema wê salê pirtûka wan e “Xwe bi Xwe Hînbûna
Kurmancî” çap bû. Ev yekemîn pirtûka kurdî bi tîpên latînî bû.
Digel hemû rêz û tewandina bejna xwe li ber Mamostayê nemir Celadet
Bedirxan, rastiya dîrokî ev e.
Rûpelên 102-112an me agahdar dikin, ku gavên pêþin
di dîroka þanoya kurdî de jî Kurdên Ermenîstan û Gurcistanê avêtibûn
û di warê þanogeriya kurdî de alîkariya rewþenbîrên Ermenî (mîna
Hakob Xazaryan) mezin bû. Di ser de, fîlma here pêþin li ser jiyana
Kurdan jî dostekî Ermenî çê kir: Hamo Bek-Nazarov, fîlma “Zerê”,
sala 1926an.
Eger hinek ji xwendevanan xêra wêjeya Kurdên Soviyetê
nas nekin, dikarin nimûneyên wisa ji pirtûka Eskerê Boyîk werbigirin:
“Pampa min e xweþ, Pampa min kubar,
Wê pal vedaye wan quntarê sar…
Êvarê bi hewas mij guje-guj e,
Û nav mijê da Pamp dihênije.”
(Fêrîkê Ûsiv, helbesta li ser gundê Pampê, rûpela
71).
Em çi bêjin, çi nebêjin, ku rista zanyarê mezin
Heciyê Cindî xuya bikin? Bes e, ku mirov peyvên Pêþewa Qazî Mihemmed bi bîr biîne.
Gava serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pirtûka Heciyê Cindî “Zargotina Kurda”
xwend, wî bi dilþadî got: “Ev e Qurana me”.
Têbîniyek li ser zimanê Eskerê Boyîk. Ev pirtûk mîna
hemû pirtûkên wî yên din bi devoka Serhedê, dirûsttir Kurdên
Ermenistanê, hatiye afirandin. Ev devok bingeha perwerde, wêje û
yekgirtina Kurdên Soviyeta çûyî bû. Herçend niha standardkirina Mîr
Celadet bi giþtî tê pejirandin jî, divêt cewhera wêjeya bi devoka Kurdên
ji Ermenistanê li derveyî þaristaniya me nemîne.
Di kutasiyê de meriv hez dike, malavayiya Mala Êzdiyan
li Oldenburgê bike, ji bo ku ew armancên parastina dînê Êzdiyan bi pêþketina
ziman û wêjeya Kurdî ve didirûn.
Pirtûka nû ya endamê Navenda PENa Kurd Dr. Eskerê
Boyîk “Nûra Elegezê. Çend dîdem ji edebiyeta Kurdên Ermenistanê”
li ser vê navnîþanê dikare bê daxwazkirin:
Yezidische
Forum e.V.
Eidechsenstr.
19
26133
Oldenburg, Deutschland;
Tel:
(49 441) 4850555
Faks:
(49 441) 4850557
E-mail:
info@yeziden.de
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org